1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. "Em ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bibin"
"Em ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bibin","em,ê,ji,bo,jiyaneke,azad,li,ber,xwe,bibin"

"Em ê ji bo jiyaneke azad li ber xwe bibin"

Parlamenter û rêveberên jin ên HDP'ê der barê kampanyaya 'Wisa derbas nabe, jin destûrê nadin' de nêrînên xwe anîn ziman û gotin, jin ji bo parastina azadî û paşeroja xwe, wê têkoşîna xwe bidomîne

A+ A-

Parlamenter û rêveberên jin ên HDP'ê der barê kampanyaya 'Wisa derbas nabe, jin destûrê nadin' de nêrînên xwe anîn ziman û gotin, jin ji bo parastina azadî û paşeroja xwe, wê têkoşîna xwe bidomîne.

Meclîsa Jinan a HDP'ê bi dirûşmeya 'Wisa derbas nabe, jin destûrê nadin' kampanya da destpêkirin û heta 25'ê Mijdarê wê dewam bike. Bi destpêkirina kampanyayê re jin li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê li hev dicivin. 

Parlamenter û rêveberên HDP'ê li Edeneyê di dema çalakiyê de li ser kampanyayê axivîn.

SERPÎL KEMALBAY: EM JI ŞÎDETA LI JINÊ TÊ KIRIN RE BÊJIN ÊDÎ BES E

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay diyar kir, ku di nava 6 salên desthilatdariya AKP'ê de îstîsmar û şîdeta li jin û zarokan zêde bûye û got, "Em pêşî li şîdeta li jinê tê kirin bigirin. Qezenc, azadî û îradeya siyasî ya jinan ji destê wan tê girtin. Hewl tê dayîn bê tinekirin. Kampanya me dibêje 'ev wisa derbas nabe, jin destûrê nade vê yekê'."

BESÎME KONCA: EM NAXWAZIN SERDESTIYA MÊR REWA BIBE

Parlamentera Sêrtê ya HDP'yî Besîme Konca got, "Em ji azadiyê hez dikin. Ji ber me ji bo azadiyê têkoşîn dan. Me bedelên cidî dan. Ji ber me nexwest serdestiya mêr rewa bibe me bi dirûşmeya 'wisa derbas nabe, jin destûrê nadin' da destpêkirin."

DÎLAN DÎRAYET TAŞDEMÎR: JIN WÊ PAŞEROJA XWE BIPARÊZIN

Parlamentera Agiriyê ya HDP'yî Dîlan Dîrayet Taşdemîr anî ziman, ku ew ê paşeroja jinê nekin qurbanê zîhniyeta tarî û got, "Jin wê hem paşeroja xwe û hem jî azadiya xwe biparêze. Jiyana me veguhertine şîdetê. Bi taybetî bi pêkanînên dawî re ev zêde bûn. Em dibêjin ev wisa derbas nabe û jin destûrê nadin. Jin wê li her qadê li ber xwe bidin."

SAADET BECERÎKLÎ: JINÊN BERXWEDÊR WÊ HER HEBIN

Palamentera Êlihê ya HDP'yî Saadet Becerîklî jî destnîşan kir, ku li dijî zîhniyeta dijminatiyê li jinê dike, wê jinên berxwedêr her hebin û got, "Divê jin ji vê rewşê re bêjin êdî bes e. An jî wê herî zêde jin bikişînin. Divê jin dest bidin hev û têbikoşin."

LEYLA BÎRLÎK: DEMA TÊKBIRINA HEMÛ POLÎTÎKAYEN E

Parlamentera Şirnexê ya HDP'yî Leyla Bîrlîk got, "Hîmê esasî yê jiyanê, jin e. Dem dema têkbirina hemû polîtîkayên li dijî jinê ye.  Şîdeta li dijî jinan her diçe zêde dibe. Ji bo jiyaneke nû, jiyanek azad divê hemû jin têkoşîneke hevpar bidin."

MERAL DANIŞ BEŞTAŞ: JIN WÊ JI HER CUREYÊN NEWEKHEVIYÊ RE BÊJIN ÊDÎ BES E

Parlamentera Edeneyê ya HDP'yî Meral Daniş Beştaş got, "Jin destûrê nadin êşkence, zilm û zordariyê. Jin wê ji her cureyê newekheviyê re bêjin êdî bes e. Ji ber, di civakê de zext herî zêde li jinan tê kirin. Eger em li dijî vê dengê xwe bilind bikin wê ev polîtîka rawestin."