1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. "Kurdî bi ser ket"
"Kurdî bi ser ket","kurdî,bi,ser,ket"

"Kurdî bi ser ket"

Zanyara ziman Prof. Necmiye Alpay got, ji destpêka damezrandina Komara Tirkiyeyê û vir ve tevî zext û polîtîkaya asîmîlasyonê jî zimanê Kurd serketineke mezin bi dest xistiye

A+ A-

  • ZEYNEP KÛRAY/STENBOL/ANF

Prof. Necmiye Alpay bi wesîleya 21'ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ji ANF'e re. Alpay bi gotina "Zimanê dayikê ruhê mirovan xwedî dike" işaret bi girîngiya zimanê dayikê kir û bi bîr xist ku mirov ê di zikê dayika xwe de ye bi deng û hestên zimanê dayikê mezin dibin.

Alpay diyar kir ku zimanê dayikê qadeke ji nêrîn, zanistî û hunerê pêk tê û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê mixabin ev yek girîng nayê dîtin, desthilatdar li şûna ku bi rêzdarî nêzî zimanên dayikê bibe û çandê biparêzin, bi zext, zordarî û êrîşkariyê tevdigerin.

Weke mînaka vê zordariyê jî Alpay desteserkirina Şaredariya Sûrê bi rêya qeyûm bi bîr xist ku vê şaredariyê bi 6 zimanan karê xwe dikir.

Prof. Alpay diyar kir, desthilatdariya heyî hewl dide gotina 'zimanê dayikê' bi temamî ji holê rake û bal kişand ser polîtîkayên tekparêz. Alpay got, bi guhertina navê parkan, bi girtina komeleyan, bi qedexekirina stranan tiştek bi dest nakeve û got, hemû gel wê ji bo parastina çand û zimanên xwe têoşîna xwe bidomînin û hewldanên ji bo tinekirina ziman hewldanên pûç in.

JI BO AŞTIYA MAYINDE PÊWÎSTÎ BI HURMETA LI ZIMANÊ DAYIKÊ HEYE

Alpay ku endama Weqfa Aştiyê ye, ji bo pêkhatina aştiya mayinde işaret bi girîngiya hurmeta li zimanê dayikê û anî ziman ku desthilatdariya heyî ku timî bi "TRT Şeş (Kurdî)" pesnê xwe dide, mîna her rejîmeke zordar, ziman ji xwe re kiriye amûreke polîtîkayê.

Prof. Alpay got, "TRT Şeş vekirin, lê nava ziman û çanda Kurd vala kirin. Naveroka wê vala kirin û mîna alîgirên xwe naverokek ji xwe re dan wê. Li şûna ku mirovên pispor û xwediyê rasteqîn ê çandê lê bixebitînin, karmendên xwe lê bi cih kiirn û bi vî rengî hewl dan vê armanca xwe bi cih bînin."

Prof. Alpay diyar kir ku zimanên dayikê çiqası bên destekkirin wê ewqasî xurt bibin û bijîn, lewma tepisandina çandan û qedexekirin û asîmîlekirina zimanan şerm e.

'JI KESÎ NEHAT KU KARIBE ZIMANÊ KURDAN BIKUJE'

Alpay bi bîr xist ku gelek ziman bi zext û zordariyê hatin tinekirin û got, ji bo zimanek bijî û bidome divê ji nifşên nû re bê ragihandin, nifşê nû pê biaxive, bistirê, binivîsîne, şanoyê bike û hilberînê bike.

Prof. Alpay destnîşan kir ku li Tirkiyeyê zimanê Kurdan gefa li ser xwe pûç kiriye û got, "Ji niha û pê ve Kurdî qels nabe. Ji ber ku bi têra xwe pirtûk, huner û berhemên xwe yên ramanî afirîn. Berê jî hebûn û ew jî hatin nivîsandin. Ji xwe Kurd ne tenê li Tirkiyeyê ne; civakeke mezin e û li her derê xwedî li çand û zimanê xwe derdikevin. Ji kesî nehat ku Kurdî bikuje. Divê mirovê yekê bêjin; Kurdî serketineke mezin bi dest ve anî. Ji niha û pê ve jî wê gav bi gav dewlemendtir bibe. Ev zextên ku Tirkiye dike, hewldaneke pûç e."


Bêjeyên Miftehî