1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. " Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De"ya Dilawer Zeraq Derçû!
" Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De"ya  Dilawer Zeraq Derçû!,",bêjara,neteweparêz,di,kovara,hawarê,de"ya,dilawer,zeraq,derçû

" Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De"ya Dilawer Zeraq Derçû!

A+ A-



Ev xebat wekî tezeke masterê hatiye amadekirin û derpêşkirin. Helbet, çendî ku wek xebat û berhemeke kesîdeyî afirîbe jî, ji gelek alîyan ve hewceyî xwendina giştî ye. Loma jî, min hêvî ye ku nirxandin û dahûrandinên di vê pirtûkê de hatî kirin, di biwara bêjarê (discoursê) de, bibe rêyeke ji gelek rêyan a dahûrandina di vî warî de ku her hewl hatiye dayîn ku sedem û bingehên hebûna kurdan were pêdandin û peyitandin.



Di vê xebatê de, pêşî ji bo danîna bingeha tezê, hewl hatiye dayîn ku; bi kurtasî têkilîya têgihên modernî, netewe û neteweparêzîyê bê dîyarkirin. Di ser vê bingehê re, pêşî lêkolîn li ser sedema afirîna neteweyan hatiye kirin da ku sedem û qonaxên netewebûnê ku di ser gelên etnîkî re û di ser afirandina neteweyan re pêk tê, bê aşkerakirin.



Her wiha, ji bo çêtir têgihîştina mijarê, wek gelekî etnîk, lêkolîn li ser neteweya kurd hatiye kirin û wekî destpêk ramana neteweparêzîya kurd hatiye gengeşekirin. Û digel van yekan jî, bal li ser jêderkên etnîkî û ramana neteweparêzîya kurd hatiye kişandin.



Bêjara Neteweparêz Di Kovara Hawarê De 


Dilawer Zeraq 


Wêje-rexne, 209 rûpel
Çapa pêşîn, Reşemîya 2018'an
Weşanxaneya Lîs, Amed
ISBN: 978-605-9295-95-6