1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Berxwedana Serdemê' bi 5 zimanan tê ragihandin
'Berxwedana Serdemê' bi 5 zimanan tê ragihandin,'berxwedana,serdemê',bi,5,zimanan,tê,ragihandin

'Berxwedana Serdemê' bi 5 zimanan tê ragihandin

Navenda Enformasyonê ya Berxwedana Serdemê (Information Center of the Afrin Resistance), Berxwedana Serdemê bi 5 zimanan ji cîhanê re radigihîne

A+ A-

Navenda Enformasyonê ku li malpera xwe ya înternetê û hesabê twîtterê bi zimanên Elmanî, Fransî, Îtalyanî, Spanî û Îngilîzî weşanê dike, hewl dide ji çapemeniya cîhanê re jî bibe alîkar.

Endama Navenda Enformasyonê ya Berxwedana Efrînê Ayten Şêx Îsa li ser karên xwe agahî da ANF'ê û got, ew hewl didin her agahiya li ser şer û berxwedanê bi rengekî rast ji cîhanê re ragihînin.

Ayten Şêx Îsa diyar kir ku li ser malpera (www.ICafrinresist.wordpress.com) û hesabê twîtterê (@ICafrinresist) ew bi 5 zimanan weşanê dikin û got, "Em li vê derê mijarên; berxwedana Efrînê, rewşa şer, şert û mercên jiyanê yên gel di nav aşer de, mirina sivîlan û hemû mijarên din ên bi şer re eleqedar ji çapemenî û raya giştî ya cîhanê re radigihînin. Em hewl didin bi zimanên Elmanî, Fransî, Îtalyanî, Spanî û Îngilîzî rewşa dawî ya şer ragihînin."

Ayteş Şêx Îsa işaret bi kampanya propaganda û agahiyên ne rast ên li ser Efrînê kir û anî ziman ku car carna çapemeniya biyanî jî tevlî dezenformasyona dewleta Tirk dibe. Ayten Şêx Îsa got, "Em hewl didin bikin ku raya giştî û çapemeniya cîhanê li ser berxwedan û şerê li vir agahiyên rast werbigirin. Ji ber ku aliyê dijber bi taybetî li ser medyayê dezenformasyoneke mezin dike û rastiyan bi rengekî şaş nîşan dide. Her wiha em hewl didin ji medya biyanî ya ku dixwaze şer û rewşa dawî ya li Efrînê bişopînin bibin alîkar."

Ayten Şêx Îsa diyar kir ku ew karê xwe bi alîkariya TEV-DEM, Kongreya Star, Jineolojî, rêxistinên ciwanan, enternasyonalîst û komîteya dîplomasiyê dikin û got, "Em rewşa li Efrînê bi pênc zimanan li ser van malperan diweşînin. Li ser rewşa dawî ya li Efrînê em rojane nexşeyekê derdixînin û bi rêya vê nexşeyê hewl didin rewşê ragihînin."