1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. 'Dixwazim gelê me biparêzim û derbasî wî aliyê peravê bikim.'
'Dixwazim gelê me biparêzim û derbasî wî aliyê peravê bikim.','dixwazim,gelê,me,biparêzim,û,derbasî,wî,aliyê,peravê,bikim,'

'Dixwazim gelê me biparêzim û derbasî wî aliyê peravê bikim.'

‘Ocalan bi awayekî muhteşem vegeriya Rojhilata Navîn'

A+ A-

STENBOL - Yek ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Parêzer Mahmut Şakar wiha got: "Di hevdîtina min û wî ya ewil de wiha gotibû 'Dixwazim gelê me biparêzim, derbasî wî aliyê peravê bikim.' Ocalan, bi awayekî muhteşem bi projeya şoreşê ji nû ve vegeriya Rojhilata Navîn. Bi Şoreşa Rojavayê bersiv da komployê. Ne yên ku darizandin, Ocalan bi ser ket. Hem jî vê yekê di tabûtgeha Îmraliyê de kir." 

Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji 15'ê Sibata 1999'an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tê ragirtin. Piştî ku li paytexta Kenyayê Naîrobiyê hat desteserkirin, ew şandin Girava Îmraliyê. Beriya ku Ocalan bînin, navê Girtîgeha Îmraliyê Girtîgeha Nîvvekirî ya Îmraliyê bû û demildest mehkûmên li wir ji girtîgehê hatin derxistin û Girava Îmraliyê bi temamî li gor ragirtina Ocalan hat sererastkirin. Piştî hat desteserkirin, cara ewil di 25'ê Sibata 1999'an de bi parêzerên xwe re rûnişt û paşê yanî cara duyemîn di 11'ê Adara 1999'an de hevdîtina wî ya bi parêzeran re çêbû. Bi destpêkirina hevdîtinên bi parêzeran re lêpirsînên dîsîplînê û cezayên hucreyê dest pê kirin. Ocalan di 29'ê Gulana 1999'an de hat darizandin û doza wî mehekê domand. Parêzerê Ocalan ê wê demê Mahmut Şakar, derhuqûqiyên doza ku heta 29'ê Hezîranê domandin û sekna Ocalan nirxandin. 

* Hûn dikarin anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û merheleya lêpirsîna doza wî ya ku di 29'ê Gulanê de dest pê kir û her wiha derhuqûqiyên ku di vê pêvajoyê de xwe dan der vebêjî? 

Terhê anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê, ji xwe bingeha hemû pirsgirêkên huqûqî yên heta niha xwe didin der pêk tîne. Li Yûnanîstanê bêyî ku daxwaza îltîcayê bê xebitandin ew birin Kenyayê û ji wir jî bi binpêkirina peymanên navnetewî ew revandin Tirkiyeyê. Li vir ji kirariyeke huqûqî wirdetir çalakiyeke qorsanî derket holê. Hêzên kûrewî ev pêvajoya "komplo"yê tesdîq kirin, lê belê ev nayê wê wateyê ku ev tiştekî huqûqî û rewa ye. Diyardeya duyemîn jî ev e ku divê baş bê destnîşankirin; Girtîgeha Girava Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan lê tê ragirtin û darizandin. Ev der li gor ragirtina Ocalan ji nû ve hatiye çêkirin û ji aliyê rejîmeke taybet û îstîsnaî ve tê birêvebirin. Dema doza ku wek "Doza Sedsalê" tê kodkirin û qaşo darizandin ên ku di 29'ê Gulanê de li Îmraliyê destpêkirin bên nirxandin, divê ev her du diyarde neyên jibîrkirin. Helbet divê rasteqîniya siya cezayê darvekirinê, mudaxiliya pergaleke ku ji serokomar bigire heta qedemeyên bin ên îdarî jî di nav de û potansiyeleke lîncê ya harbûyî jî neyê jibîrkirin. 

* Di dema hevdîtinên te yên bi Ocalan re derhuqûqiyên çawa çêbûn û parêzer di şert û mercên çawa de daxilî pêvajoyê bûn? 

Di nav van şert û mercan de, ku di biryara DMME'yê de jî cih digire, paşê pêvajoyeke dirêj a binçavkirinê çêbû, destûr nehat dayîn ku bi parêzerên xwe re rûnê, paşê hevdîtinên parêzeran ên ku hatin çêkirin jî di nezareta peywirdarên ewlehiyê de çêbûn. Her wiha daxilbûna parêzeran a ji bo pêvajoyê ji xwe bi tena serê xwe serpêhatiyek e. Dikarim vê bibêjim; li gel tehdît û çewisandinên giran jî ji bo kesên ku parêzeriya wî hilgirtin ser xwe riya pêvajoya lêpirsînê girtî bû, xwegihandina belgeyan dihat astengkirin, li dadgehan bi awayekî fiilî êrîş li wan dihatin kirin, dema riya çûyîna Îmraliyê vebû jî mecbûr diman ku di lêgerînên wek îşkenceyan re derbas bibin û di demeke kurt de bêyî ku belgeyekê bi xwe re bibin hevdîtin çêdikirin. Di pêvajoya destpêkirina danişîna dozê de, berî ku danişîn dest pê bike bi çend rojan 17 hezar rûpel îdianame dan parêzeran û di demeke ewqas kurt de nemumkun e ku li ser bê xebitandin. Ji xwe mirov dikare bibêje ku ji ber şert û mercên Îmraliyê, bi Birêz Ocalan re derfeta nîqaşkirina stratejiya parêziyê û astên wê yên huqûqî hema bêje tune bûn. 

* Li Girava Îmraliyê dadgeheke çawa hat avakirin? Hûn mehekê çûn dadgehê û hatin. Di vê çûnhatinê de hûn rastî çi hatin? 

Di demeke kurt de li Îmraliyê eywana dadgehê hat avakirin. A rast eywana sporê veguherandin dadgehê û darizandin li vir dest pê kir. Ji hêla me ve, beşdarbûyîn bi 12 parêzer û 12 ferdên malbatê hatibû sînorkirin. Ji ber ku danişîn her roj bûn, diviya ku em li nêzî cihwarê danişînê li cihekî bimanan. Beriya danişînê bi gelekî me li Bûrsa û hawirdora wê bi gelek otelan re li hev kiribû, lê belê bi zora polîsan ev otel hatin betalkirin. Beriya danişînê bi rojekê em li oteleke serbero man û bi vî awayî em beşdarî danişînê bûn. Lê belê bi berhêlîkirina polîsan hêzên sivîl-faşîzan xwestin cihê em lê ne birûxînin. Li ser vê em demildest vegeriyan Stenbolê. Rojekê em tevlî dadgehê nebûn. Lê li ser daxwaza dadgehê em li lojmaneke nîv-fermî man. Ji xwe her roj em di bin gefên polîsan û lînc, heqaret û êrîşên qefleyeke bêkir û beradayî re diçûn dadgehê. Di atmosfereke ku Birêz Ocalan di bin tecrîdê de, bi parêzerên xwe re nebûna derfetên pêwendiyê, nebûna mîsogeriya jiyana parêzerên wî de ev pêvajoya darizandinê ya mehekî çêbû. Lê mirov ji vê re nikare bibêje darizandin. Ji xwe paşê Ocalan vê wek "Şanoya Îmraliyê" pênase kir. 

* Di pêvajoya dadgehê de hin daxwazên we hebûn. Ew daxwaz hatin qebûlkirin an? 

Di seranseriya danişînê de jî tu daxwazên eniya parêziyê ji aliyê heyeta dadgehê ve nehatin qebûlkirin. Daxwaza berfirehkirina me ya têkildarî bûyerên şênber û karektera pirsgirêka kurd ên ku Ocalan pê tên darizandin, xwesteka me ya guhdarîkirina pêzan û şahidan tim û tim hat redkirin. A rast ji bo vê pêvajoya ku mehekê domand mirov dikare bibêje ku, pêvajoyeke yekalî, nimûneyî û mîzanseneke ku rewabûnê li biryara ku dê bê dayîn bar bike bi xwe ye. 

* Di dema çûnhatina dozê de wek parêzer hûn rastî gelek pirsgirêkan hatin. Ew derhuqûqiyên di çûnhatina Girava Îmraliyê de û nêzîkatiya malbatên leşkeran a ji bo parêzeran çawa bû? Tu dikarî vê bi awayekî berfireh vebêjî? 

Ji bilî me, parêzerên mudaxil û "malbatên şehîdan" rojnamger, çavdêrên xwecihî û biyanî jî di danişînê de cihê xwe girtibûn. Wek çapemeniyê tenê mafê TRT'ê yê kêşanê hebû. Dem dem kamera dîmen werdigirtin. Wê demê ji ber DGM bizavdar bûn, di dozê de heyeteke dadgerên leşkerî jî hebû. Girîngiya dozê; li gel hemû sînordarkirinan jî çavê hemû cîhanê li vê dozê bû; ji dêvla darizandineke adil mîsyona bîrbiriyeke bi vî awayî li heyeta dadgehê barkiribûn. Ji pirsa ewil ve, wek min destnîşan kir, darizandin li nêvengeke newekhev, derhuqûqî pêk hat. Li eywana dadgehê parêzerên mudaxil bi vegotinên nîjadperest û faşîzan tim heqaretî me dikirin û sekneke wan a êrîşkariyî hebû. Mesela tiliyên wan wek gefan bixwin tim li hêla me bûn. Ji museletî, sixêf, heqaret û gefan derbas nedibû. Pênûsên ku dişikandin davêtin serê me. Malbat jî wisa bûn. A rast piranî jê ji derdoreke xizan bûn. Di şer de xizmên xwe winda kiribûn. Û ji bo hemû êş û azarên xwe, hêrsa xwe bidin der hatibûn wê eywanê. Li eywanê sînorek ji bo wan hatibû xêzkirin. Dema wî sînorî derbas dikirin serokê dadgehê mudaxile dikir. Wek parêzeran, li ser daxwaza Ocalan jî, em bi awayekî xwedî aqlê selîm tevdigeriyan û me xeteke ku em berbayî tehrîkan nekevin esas digirt. 

* Hûn rastî ewqas pirsgirêkan hatin, lê dîsa jî we pêvajoya dozê domand. Hebûna li wir ji bo te tê çi wateyê? 

Di vê kêliya dîrokiyî de helbet me dixwest em li gel Ocalan bin û hindik be jî em pesariya stratejiya wî bikin. Ji bilî berhêlîkirinên madî û êrîşan belkî ji vana bandortir, em di bin dorpêçkirineke derûnî, atmosfereke giran de dixebitîn. Helbet hin pirsgirêkên din jî hebûn. Mesela di roja ewil a danişînê de, ji heyeta me sê parêzer bi paş ve kişiyan. Di kêliyeke wisa dîrokî û zehmet de ev bandoreke zaf neyînî li me kir, moralê me serobino kir. Lê belê, li gel her tiştî jî di vê pêvajoya qaşo jê re dibêjin pêvajoya darizandinê de me hewl da ku em Ocalan bi tenê nehêlin, bi moral û hêviyeke zînde, bi hêviya em gotinekê li wir bibêjin me ew pêvajoya mehekê temam kir. 

* Sekna Ocalan a li dadgehê çawa bû? 

Meraqa sembolîzeyî ya dewleta tirk di her merheleyên vê dozê de xwe nîşan dida. Yek ji vana dîroka dayîna cezayê darvekirinê bû. Dewlet xwe bi xwe difikirî ku wan serîhildaneke din jî tasfiye kiriye. Lê belê, divê ku ez li vir balê bikişînim ser sekna Ocalan. Li arenayeke newekhev û neheq de, beriya her tiştî bi bîrbiriya temsîliyeta mafên dîrokî yên gelê kurd, bi giraniyeke parastina hemû danheviya civakiyî û rêxistiniyî ya gelê kurd tevdigeriya. Di pêvajoya dadgehê de ev mîsyon li xwe barkiribû. Di hevdîtina min û wî ya ewil de wiha gotibû: "Dixwazim gelê me biparêzim. Bi sax û silametî derbasî kersaxa hember bikim." Min ev tişt tim û tim wek çîrokeke Hazretî Mûsayê nûjen xwend. Peyama ewil a ku min ji Ocalan wergirt ew bû ku, gelê kurd bi qirkirinekê re rû bi rû ye. Ji xwe paşê ev tişt bi awayekî zelal îfade kirin. Wî jî hewl dida ku vê êrîşê asteng bike û ji vir lihevkirinekê, derfeteke çareseriyê peyda bike. Mumkun bû ku bi vî awayî destkeftiyên gelê kurd bên parastin û garantîkirin. Ji ber vê yekê ye ku manîfestoya Îmraliyê, hemû rexneyên ku heta niha li pergalê hatine kirin di xwe de dihebîne, lê belê ev bi awayekî ku rê li ber şidetê bên girtin û rê li ber çareseriya demokratîk û aştiyane bên vekirin hatibû sêwirandin. Derketina dadgehê jî wek divêtiyeke vê stratejiyê difikirî û xwest ku wê wek platformekê esas bigire. Heta radeyeke girîng erkek li vê yekê bar kir. 

* Dema dadgehê biryara xwe da, Ocalan çi got? Yanî te di vî warî de pê re hevdîtin çêkir an? 

Bi bîrxistina Şêx Seîd û li hemberî biryara darvekirinê ya dadgehê gotina wî ya dawîn ev bû: "Dê Azadî Bi Ser Keve." Û piştî ku dadgehê biryara darvekirinê da bi qasî du saetan me hevdîtin pê re çêkir. Dema ber bi odeya hevdîtinê ve diçû, li gel vê biryara darvekirinê jî zaf kêfxweş bû. Qedandina "pêvajoya darizandinê" wî zaf rihet kiribû. Dema çawa ku em di nav derî re ketin hundur, destên xwe bilind kirin û wiha got: "Huqûq qediya, siyaset dest pê kir." Zanibû ku dê daraz çi biryarê bide, ji xwe tiştekî ku bihatana kirin jî tune bû. Anî ziman ku di atmosfereke wisa polîtîk de ji bilî darvekirinê ew ne li benda biryareke din bû. Lê dest nîşan kiribû ku ew ê bi vebûnên siyasî pêvajoyeke nû biafirîne. Bi bawerî û biryardariyeke mezin digot "Em ê kindira darvekirinê ji stuyê gelê xwe bikişînin." Ji xwe di pêvajoya piştî biryara dadgehê de, li ser hevdu pêngavên polîtîk dan destpêkirin. Pêvejoyeke ku îro em encamên wê bi awayekî baş dikarin binirxînin da destpêkirin. 

* Te got, sekna Ocalan a li hemberî biryara darvekirinê di pêvajoyên pêş de bi xwe re pêngavên polîtîk dan der. Girîngiya vê seknê çi bû? 

Divê mirov pergala Îmraliyê jî û 99 darizandinên Îmraliyê jî wek perçe û berdewamiya komploya navnetewî bibîne. Armanca vê komployê jî ew bû ku daxwazên azadiyê yên gelê kurd bi pêşandana mînakeke heydûtî ya kûrewî bifetisînin. Sekna Ocalan a li hemberî vê zaf girîng û diyarker bû. Çimkî, ev komplo di ser Ocalan re pêk dihat. Li navenda wê ew bi xwe hebû. Ocalan bi riyên cuda, pêşniyarên riyên klasîk ên ku bi piranî bi bi devê hin parêzeran û di çapemeniyê de dihatin nivîsandin û xêzkirin red kirin. Wî ev tişt bi vî awayî ji me re digot: "Belkî demeke dirêj bajo, lê taliya talî dê ya teqezbûyî azadî be." Dema niha em li paş xwe dinihêrin, em dibînin ku dîrok Ocalan mafdar derdixîne. Ocalan, çend caran ji me re wiha gotibû: "Belkî min winda kiribe, li vir dîlgirtî me, lê gelê kurd bi ser ket." Lê belê tenê ne ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelan li gel hemû bêderfetiyan jî paradîgmayeke nû afirandin û ji bo her kesî, ji bo me hemûyan hêviya dahatûyeke nû afirand. Belkî nikarim bibêjim komplo qediya û dahatûya me di ewlehiyê de ye, lê belê em îro çêtir dizanin ku em ê çawa bi ser kevin û çawa bijîn. Û em xwedî hêzeke wisa ne ku êdî komploger nikarin bi me re serî derxînin. 

* Di ser dozê re 18 sal derbas bûn, bi dozê re hat xwestin ku komplo bê afirandin. Em li kuderê vê komployê ne? 

Stratejiya parastinê ya Îmraliyê û xeta polîtîk a ku piştî vê hat şopandin, di hucreyeke 12 metrekareyî de tenê ne siyaseta Kurdistanê asteke ku bandorê li hemû Rojhilata Navîn bike û biguherîne çêbû, çavkaniya afirandina hêviya jiyaneke nû xwe da der. Li gel vê dema em bi zimanê kurdan ku ji Ocalan re dibêjin 'Rêber' bibêjin, Ocalan bi fikirîna xwe ya stratejîk û kapasîteya xwe ya çalakiyî bi awayekî zêde layiqî vê sifetê ye. Ocalan, li Îmraliyê ji nû ve hem pênaseya siyasetê hem jî ya pêşengtiyê nivîsandiye û pratîka wê daye der. Heke em pêvajoya Ocalan a beriya Îmraliyê bidin aliyekî, em dikarin bibêjin ku tenê di nêvenga dojeha Îmraliyê de bi fikir, moral û pêşengtiya xwe ya polîtîk li cihê herî têkûz ê dilê gelan de cih girtiye. Belkî Ocalan bi komployekê ji Sûriyeyê, ji Rojhilata Navîn hat revandin lê bi berxwedan û stratejiya xwe ya li Îmraliyê belkî ne bi awayekî fizîkî lê bi fikra xwe, bi projeya xwe û bi keda xwe ya bêhempa, bi projeya xwe ya şoreşê ji nû ve bi awayekî muhteşem ku dê qet jê neyê deranîn vegeriya Rojhilata Navîn. Bi Şoreşa Rojavayê bersiv da komployê. Taliyê ne yên ku li Îmraliyê Ocalan darizandin, Ocalan bi ser ket. Hem jî vê yekê bi gotina wî di tabûtgeha Îmraliyê de kir. Ya ku ev veger kir vegereke muazzam ev bû. Em jî şahidên beşeke vê vejîna ji nû ne ku çi qas zehmet be, lê ew qas jî muhteşem e.

Sadiye Eser - dihaber