1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Kampa berxwedan wê heta serketinê bibe qadeke berxwedanê'
'Kampa berxwedan wê heta serketinê bibe qadeke berxwedanê','kampa,berxwedan,wê,heta,serketinê,bibe,qadeke,berxwedanê'

'Kampa berxwedan wê heta serketinê bibe qadeke berxwedanê'

A+ A-

Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkerî û qirkerî yên dewleta Tirk û çeteyên wê; El Qaîde, DAÎŞ û El Nûsra neçar man ji Efrînê koçî Şehbayê bikin, li kampa "Berxwedan" bi cih bûn. Efrînî li gel derfetên kêm û şert û mercên giran ên jiyanê jî berxwedana xwe didomînin.

Tenê daxwazeke gelê Efrînê heye; Demek ji ya din zûtir vegera li Efrînê. Efrîn diyar dikin ku şert û mercên jiyanê beşek ji berxwedanê ye û ji bo pirsa "Rewşa we çawa ye?" dibêjin, "Berxwedan dewam dike."

Berxwedana li Efrînê mijara sereke ya li kampê ye. Efrîniyên ku hewl didin li kampê jiyanekê biafirînin, li benda wê rojê ne ku li cih û warê xwe vegerin.

Her Efrîniyeke/î ku em pê re diaxivin dibêje, "Em ji hemû şert û mercên giran ên jiyanê re amade ne. Yekane armanca me ew e ku Efrînê ji dagirkeran paqij bikin û li cih û warê xwe vegerin. Kampa berxwedan wê heta serketinê qadeke me ya berxwedanê be."