1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Li dijî serweriya mêr divê jin di nava sporê de jî têbikoşin'
'Li dijî serweriya mêr divê jin di nava sporê de jî têbikoşin','li,dijî,serweriya,mêr,divê,jin,di,nava,sporê,de,jî,têbikoşin'

'Li dijî serweriya mêr divê jin di nava sporê de jî têbikoşin'

Berfîn Yeşîlirmak, yek ji wan jinan e ku ji bo jinan li qada sporê derxînin pêş li dibistanê rêxistinbûnê dike. Yeşîlirmak got, "Ji bo jin li ber cihêkariyê û serweriya mêr rabin, divê li qada sporê jî derkevin pêş."

A+ A-

  • MÎNA ROJ
  •  STENBOL/ANF

Berfîn Yeşîlirmak, yek ji wan jinan e ku ji bo jinan li qada sporê derxînin pêş li dibistanê rêxistinbûnê dike. Yeşîlirmak got, "Ji bo jin li ber cihêkariyê û serweriya mêr rabin, divê li qada sporê jî derkevin pêş." Başak Doner jî li ser rêxistinbûna xwe got, "Hejmara me niha kêm e, lê belê em ê bi demê re karibin jinan qanih bikin ku spor parçeyek ji jiyanê ye."

Jin li Tirkiyeyê li her qada jiyanê di rêza duyemîn de ne. Vê demê ku şîdeta li jinê zêde bûye, li zanîngeheke taybet a li Stenbolê komek ji jinan, ji bo balê bikişînin ser zext û zordariya li jinê tê kirin, hewl didin jinan di nava sporê de jî derxînin pêş. Ev kom bi jinên li salona sporê ya li dibistana xwe dicive û ji jinan re qala girîngiya sporê dike. Her wiha berê wan dide kulûbên sporê. Ji van xwendekaran Berfîn Yeşîlirmak û Başak Doner, nêrîna xwe ya li dijî cihêkariyê û sîstema bi serweriya mêr ji ANF'ê re anîn ziman.

'JI BER MÊRAN, JIN LI NAVA SPORÊ AKTÎF NÎNIN'

Yek ji lîstikên ku li Tirkiyeyê di nava ciwanan de populer bûye, Frîzbî ye. Berfîn Yeşîlirmak jî ev sê meh in bi Frîzbî dilîze. Yeşîlirmak anî ziman ku di Frîzbî de heyştê lîstikvanên jin hene, lê li hemberî vê bi sedan lîstikvanên mêr hene. Yeşîlirmak işaret bi kêmbûna jinan a li qada sporê kir û got, "Zilaman her tim sporên weke Basketbol û futbolê, mîna sporên hişk nîşanî jinan dan. Gelek jin ji ber vê yekê ti carî tevlî van lîstikan nebûn, cihê xwe di nava tîmên wan de negirtin. Her wiha li ti beşên sporê nekarîn aktîf bibin."

'LI DIJÎ SERWERIYA MÊR DIVÊ JIN DI NAVA SPORÊ DE JÎ TÊBIKOŞIN'

Yeşîlirmak destnîşan kir ku divê jin li her qada sporê li dijî cihêkariya zayendî têbikoşin û anî ziman ku lîstika Frîzbî yek ji beşên sporê ye ku firsendên wekheviyê dide jina. Yeşîlirmak got, "Ji bo jin li ber cihêkariyê û serweriya mêr rabin, divê li qada sporê jî derkevin pêş. Weke jinên ciwan divê em jinan li her qadê li dijî cihêkariyê bi rêxistin bikin û ji bo tevlî sporê bibin teşwîq bikin."

'FUTBOL, BASKETBOL WEKE BEŞÊN MÊRAN, VOLEYBOL JÎ WEKE YA JINAN TÊ NÎŞANDAN'

Başak Doner jî ku li Şaredariya Sariyerê lîstikvana profesyonel a Voleybolê ye, ev deh sal in bi Voleybolê dilîze. Doner anî ziman ku li Tirkiyeyê futbol û basketbol timî weke beşên sporê yên zilaman û voleybol jî weke beşa sporê ya jinan hatine nîşandan û destnîşan kir ku di binê vê têgihiştinê de cihêkariya zayendî heye. Doner işaret bi girîngiya cihê jinan di nava sporê de kir û bi bîr xist ku sportvanên jin gelek caran li gelemperiya cîhanê xelat standine, tevî vê yekê jî li şûna serketinên jinan, di nûçeyan de bi giranî bedewiya fîzîkî ya jinan tê nîşandan.

'KÊMANIYA JINAN A LI QADA SPORÊ, JI BER NORMÊN LI TIRKIYEYÊ YE'

Der barê karê xwe de ku li dibistanê jinan teşwîqî sporê dikin Başak Doner got, "Bi salan e ez sporê dikim. Gelek jinên li dora min digotin ku ew dixwazin sporê bikin, lê xwe jê vedigirin. Bi demê re min fêhm kir ku ev rewşa xwevegirtinê ji ber normên civakî yên li Tirkiyeyê û polîtîkayên li dijî jinê ye. Rêya şikandina vê jî, lihevkombûna jinê ye. Hejmara me niha kêm e, lê belê em ê bi demê re karibin jinan qanih bikin ku spor parçeyek ji jiyanê ye."