1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Nobeta Wîcdan û Edaletê' di roja 4'an de ye
'Nobeta Wîcdan û Edaletê' di roja 4'an de ye,'nobeta,wîcdan,û,edaletê',di,roja,4'an,de,ye

'Nobeta Wîcdan û Edaletê' di roja 4'an de ye

A+ A-

 

 

DIHABER/AMED - Çalakiya Nobeta Wîcdan û Edaletê ya ku HDP'ê li Parka Ekîn Ceren a Amedê daye destpêkirin ket roja 4'an. 


Çalakiya "Nobeta Edalet û Wîcdan a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi 10 wekîlan li Parka Ekin Ceren a Amedê daye destpêkirin ket roja 4'an. Wekilên ku li parkê nobeta Edalet û Wîcdan digirin serê sibê bi tîrêjên rojê hişyar bûn. Wekîl piştî serê sibê hişyar bûn li parka ku derdorê wê bi bariyerên polîsan hatiye pêçan dest bi paqijiyê kirin. Piştî demekê li parkê meşiyan bi kedkarên çapemeniyê re li parkê taşê xwarin.