1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. 'Sûriyeya nû wê li ser bingeha Federasyona Bakur ava bibe'
'Sûriyeya nû wê li ser bingeha Federasyona Bakur ava bibe','sûriyeya,nû,wê,li,ser,bingeha,federasyona,bakur,ava,bibe'

'Sûriyeya nû wê li ser bingeha Federasyona Bakur ava bibe'

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Bayik destnîşan kir, ku Sûriyeya Nû wê li ser bingeha Federasyona Bakurê Sûriyê ava bibe. Bayik ji bo nexşerêya Xweseriya Şengalê jî got, "menfeata gelê Kurd û mirovahiyê di Xweseriya Şengalê de ye."

A+ A-

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di dewama hevpeyvîna xwe ya li gel televîzyona Ronahî TV, rewşa li Bakurê Sûriyeyê û Şengalê nirxand.
 
Bayik, li ser nexşerêya Federesyona Bakurê Sûrî   axîvî û got ev pêngav wê di zeman û mekanê xwe de bibe bingêha tevahî Sûrîya nû.

Bayik, bal kişand li ser muxalefeta Sûrî û got Siûddî Erebîstan nema dixwaze bi çeteyên Tirkiye re kar bike, di roja me ya îro de dixwaze bi hin hêzên din re tevbigere.

Hevseroka Konsêya Rêveber a KCK’ê Bayik da diyarkirin bê Kurdan û QSD’ê, her wiha bêyî YPG û YPJ’ê çi civinên ji bo çareserkirina krîza Sûrî, li kûderê dibe bila bibe, bi çi şêwazî dibe bila bibe bi encam nabe. Bayik wiha got: 

“Eger Kurd û Bakurê Sûriya Demokratîk her wiha QSD neçin ser maseya çareseriyê ti carî ew civîn bi sernakevin. Heta niha gelek civîn çêbûn li Astana, li Cinêv, li Moskova lê ji ber ku Kurd û QSD di heman demê de nûnertiya Bakurê Sûrî amade nebûn bi encam nebû. Ji vir û şûn ve jî eger Kurd û PYD her wiha hêzên leşkerî mîna YPG, YPJ û QSD tevlî van civînan nebin li kûderê dibe bila bibe û bi çi şêwazî dibe bila bibe wê ti civîn bi encam nebin. Îro her kes vê  baş dibine. Pêşeroja Sûrî di Federasyona Bakurê Sûrî de ye û di hêzên QSD, YPG û YPJ’ê de ye. Ji ber ku ev hêz nûnertiya azadî û demokrasiyê dike, di heman demê de nûnertiya Sûriya nû û pêşeroja wê dikin. Ên ku van hêzan esas bigrin wê bikaribin pirsgirêkên Sûriyê çareser bikin û bikaribin Sûriyeyeke nû ava bikin, li dervayî wê ti çareserî nîne. Niha rejîma heyî zêde kes wê qebûl nake, yanî bi wê çareserî nabe, wek berê Sûriye çêbibe û her kes li wir bi cîh bibe ev yek nabe, ne mûmkin e. Niha muxalefeta heyî Cebhêt El-Nûsra ye, DAIŞ û yên wek wan helbet bi van jî çareserî nabe. Herkes van û fikrên van qebûl nake, encax Tirkiye van qebûl bike, kî dimîne? Federesyona Bakurê Sûriya Demokratîk û hêzên di Federesyonê de bi cih dibin, modelê ku li wir tê pêşxistin dimîne, modela ku li Bakurê Sûriyê çêdibe modêla çareseriyê ye. Encax herkes li ser wê dikare çareserî ava bike, li derveyî vê yekê ne rast e û çareserî ne gengaz e.

TIRKIYE JÎ MÎNA BERÊ NIKARE ALÎKARIYÊ BI ÇETEYÊN SÛRIYÊ RE BIKE

Bayik, da zanin ku pirsgirêkên Siûdî Erebîstan, Tirkiye û Qatar bandor li ser şerê Sûrî kir;  ‘Li ser vê hin guhertin ji çêdibin. Di navbera Siûdî Erebîstan, Tirkiye û Qatarê de pirsgirêk çêbûn, ev yek hem li ser Siûdî Erebîstan û hem li ser Tirkiye di heman demê de muxalefeta Sûrî, li ser şerê Sûriyê bandora xwe wê çêbike. Li ser Cinêv wan jî wê bandorê bike, ji ber ku berê Siûdî Erebîstan û Qatar alîkarî didane Tirkiyê û Tirkiye bi vê alîkariyê  piştevaniya çeteyên  Sûriyê dikir, alîkariya çek, pere û hwd. Niha rewş guheriye û Siûdî Erebîstan li dijî siyaseta Qatar û Tirkiye disekine. Ji ber ku pirsgirêk di nav wan bi xwe de rû dan û Siûdî Erebîstan mîna berê alîkarî nade Tirkiyê, ev yek jî dihêle ku Tirkiye jî mîna berê nikaribe alikariya xwe ji çeteyên Sûrî re bike. Ji ber ku derfet û îmkanên ku di destê Tirkiye de lewaz bûne, ji ber ku hemû îmkanên xwe yên heyî  ji Qatar û Siûdî Erebîstan  werdigirt. 

Bayik, di nirxandinên xwe de got Siûdî Erebîstan wek berê çeteyên Erdogan qebûl nake û wiha pê de çû; “Niha Siûdî Erebîstan di Riyadê de muxalefetek ava kiribû, ew muxalefet jî beşdarî Cenêvê dibû. Di vê muxalefetê de kî hebû? Tirkiye û Qatar û Siûdî Erebîstan. Niha ji ber ku di navbera Siûdî Erebîstan, Tirkiye û Qatar pirsgirêk derketin, ev yek bandora xwe li şandêya Cinêvê dike. Ji ber ku Siûdî Erebîstan nikare çeteyên ku têkiliyên wan bi Tirkiye û Qatarê re  heye di wir de cih bike û temsîla Sûriyê bikin. Wê li dijî wê bisekine û va  disekine. Eger li Riyadê civîn çêbibe encam jê dernekeve  ji ber vê yekê ye. Siûdî Erebîstan mîna berê nikare bi hêzên Tirkiye û Qatarê pêk ve tevbigere. Ji ber ku êdî dixwaze bi hin hêzên din re kar bike. Ev pirgirêkên heyî heman demê bandorê li ser muxalefeta Sûriyê dike û wan lewaz dike. Mirov vê dibîne.  Piştî pirsgirêkên di navbera Tirkiye, Qatar û Siûdî Erebîstanê, her wiha ev rewş jî pozîsyona QSD û Federesyona Bakurê Sûriyê xurt dike û modêla ku pêş dixe dibe modêla tevahî Sûriyê û her diçe weke altenatîfeke esas xurt dibe. 

Bayik, pirsyara  derbarê hilbijartinên federesyona Bakurê Sûriye jî wiha bersivand; “Di demeke wiha de ku  guhertin çêdibin her wiha pêngavên ku tên avêtin mirov bide ber çav li Bakurê Sûriyê ew pêngavên ku tên avêtin, di cih û dema xwe de ne. Ji ber ku muxalefet lewaz dikeve, ev yek li ser şer jî wê bandora xwe çêbike û li ser pirsgirêkên Sûriyê jî bandora xwe çêbike. Eger Bakurê Sûriyê ya demokratîk gavên ku davêjin rast û xurt bavêjin, ew ê Bakurê Sûriyê bikin bingeha tevahî Sûriyê. Ev yek wê hîn zêdetir QSD û rêveberiya Bakurê Sûriyê xurtir bike. Ev nexşere wê pirsgirêkên Sûriyê çareser bike û Sûriyêya nû ava bike, ew ê aştî û demokrasiyê bêne Sûrî.

PROJEYA BAKURÊ SÛRIYÊ YEKANE PROJEYA ÇARESERIYÊ YE

Bayik got, dibe ku kêm û kêmasiyên sistema ku tê avakirin hebin lê belê wê bibe sedema rakirin û xurtkirina wan û wiha berdewam kir;

“Niha sistema ku tê avakirin belkî hin kêmasî û şaştiyên wê hebin lê belê ev kêmasî nabin sedema esasî, ev kêmasî û şaştî jî wê bibin sedema ku wan rakin, sistema ku li Bakurê Sûriyê tê avakirin jî xurtir bikin ku bikaribe vê sistemê bikin bingêha tevahî sîstema li Sûrî û Sûriyeya nû. Ji ber ku ti hêzeke din tineye ku Sûriyeyeke nû ava bike, di heman demê de ti fikrek an felsefeyek, projeyek tineye ku li ser wê Emerîka, Rûsya û muxalefeta Sûrî  bigehêjin hev. Projeya ku li Bakurê Sûriyê tê avakirin yekane projê ye ku pirsgirêkan çareser bike û ev projêya Bakurê Sûriyê her diçe tê dîtin û baş tê fêmkirin.

Bayik, bang  li hemû pêşeng û rêveberiya Bakurê Sûriya demokratîk kir û got; “Ji bo wê ev sîstem hîna jî wê bi bandor bibe, pêwiste hemû rêveberî û derdorên pêşengtiya vê sistemê û projeyê dikin, li Bakurê Sûriyê divê vê fêmkirina ku ava dibe baş bibînin; ji ber ku dîrok hemû erk û wezîfeyan dide ser milên wan. Her çiqasî giran be jî pêwist e erka xwe bi cîh binîn. Ji ber ku dîrok vê dixwaze, mirovahî vê daxwaze. Ji ber ku pêwîstiyeke dîrokî û mirovahiyê ye, divê vê pêk bînin. Ji bo wê pêngavên ku dest pê dikin û davêjin divê bi ser bixin. Divê bi herkesî re baş bidin pênasekirin û bidin femkirin. Ji bo muxalefeta ku bi rastî ji Sûriyeke nû dixwaze û çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê dixwaze. Pêwîst e ku xwe nêzîkî wan bike û wan bikşine gel xwe, tevlê xwe bike ji bo ku bikaribin çeteyên ku niha di rewşeke lewaz de ne hîna jî lewaztir bikin, wan ji astengiyan derbixin û Sûriyeke nû ya demokratîk ava bikin.

TENÊ GAVÊN SIYASÎ Û LEŞKERÎ TÊRÊ NAKIN

Bayik diyar kir ku civakeke demokratîk û kesayetiyek azad û serbixwe encax bi avakirina sistemeke aborî ya xurt û bi kedê pêkan e û wiha domand;

“Yên ku projêya  Bakurê Sûriyê ava dikin, lazime ku li gel pêngavên siyasî, pêngavên aborî jî bavêjin, ji ber ku eger sîstema aborî nedeynin, xurt nekin û pirsgirêkên gelan ên aborî çareser nekin tenê pêngavên siyasî, diplomatîk her wiha yên leşkerî encam nadin û lewaz dihêlin, eger dixwazin ku sîstema xwe ava bikin û bi encam bikin pêwiste  pêngavên ku hatine avêtin bi avakirina pêngava aborî temam bikin. Niha gelek herêm azad kirine, eger di dawî de Reqa jî encam werbigre wê derfet û îmkan hîna zêdetir bibin û bandoreke mezin li ser tevahî  Sûriyê çêbike. Di heremên azadkirî de divê gelê heremê bikişînin çandîniyê, bikşînin aborî yê, pêwîste gel li ser feraseta ku ji bo xwe bijî û xwe hewcedarî ti hêzê nebîne were geşkirin. Eger ev gel aboriya xwe ava neke wê hewcedariya xwe ya bi hin hêzên derve bibîne ku îmkan û derfetan jê re pêşkêş bike, da ku jiyana xwe bidomine. Ev hewcedarî bi serê xwe nahêle ku azadî û demokrasî ava bibe û pêş li sîstemekî demokratîk digre. Ev yek sistemeke girêdayî bi xwe re tine, eger naxwaze di sistemekî girêdayî û koletîyê de bijî. Pêwîste ev gel di warê îqtîsadî de qedera xwe bi xwe diyar bike û bigre dest xwe.

JIYAN, KESAYET, CIVAKA AZAD BI KEDÊ ÇÊDIBE

Bayik siyaseta rejîma Baas û nêzîkatiyên wê ji hêla  Îqtîsad û gel  ve nirxand û got; 

“Em tev dizanin rejîma Baas çi kir di Sûrî de û siyaseteke çawa meşand, gel ji aborî dûrxist û bi bûdçeyan ve girêda,  wiha fêr kir. Ji ber ku gava ku  ti gel ji aborî qût bikî û fêrî maaşan bikî ev yek tê wateya ku ti wî gelî bi xwe ve  girêdidî. Ew gel rehîn digre di nav destên xwe de, bi vê şêwazê ev gel nikare xwe xwedî bike û jiyaneke serbixwe bijî. Wê jiyana xwe bi te ve girêbide, bi vî awayî gel hatiye mezinkirin, ji ber vê yekê divê ev feraset were guhertin. Niha derfeteke dîrokî heye ji bo guhertina vê zîhnîyetê, her wiha civak û mirovên xwedan feraseta girêdanbûyinê”.

Bayik  di dawiya nirxandinên xwe yên derbarê Bakurê Sûriyê got  eger sîstemeke aborî nebe di dawiya dawî tu yê bikevî xizmeta hindekan û wiha bi dawî kir;

“Her gel çiqas ked bide û xwe hewcedarî ti hêzê neke, wê demê azadî çêdibe. Jiyaneke azad, kesayetek û civakek azad bi kedê çêdibe. Eger ti sîstemekî aborî ji bo xwe pêşnexînî û di vê sîstema aborî de gav neavêjî û nejî ti çidikî bikî ti nikarî encam bigrî. Di dawiyê de tu yê xizmetê ji hinan re  bikî. Eger bedelên giranbiha û şehîdan didin, zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin, eger naxwazin siberojê  têkevin xizmetê hinekan, ji niha de pêwîst e aboriya xwe geş bikin. Îmkanên Bakurê Sûriyê hene, eger xwedî li van derfetan derkevin û bikaribin, wê  demê  tekoşîna ku ji bo sîstemeke demokratîk û azad dixwazin, dikarin ava bikin û encamê jê werbigrin pêwist e li Reqa û deverên ku azad kirine û cihên ku ava kirin vê ferasetê ava bikin û gel teşwîqî aboriyê bikin”.

MENFEATÊ GELÊ KURD Û MIROVAHIYÊ DI XWESERIYA ÊZÎDXANÊ DE YE

Bayik di dewama axaftina xwe de, nexşerêya xwqeseriya Şengalê nirxand û destnîşan kir ku ev yek gaveke erênî û di cih de ye.

Bayik bal kişand ser xeteriya fermanan a li ser civaka Ezidî û bilêv kir ku ev proje wê van xeteriyan ji holê rake.

Hevseroka Konseya Rêveber a KCK Bayik da xuyakirin, ku di dema fermanan de ne hikumeta Başûr, ne jî dewleta Iraqê xwedî li Êzidiyan derneketine û wiha dewam kir:

"Li ser Ezîdiyan gelek êrîş çebû, ferman rabûn. Fermana dawî ku pêş hat, kêm mabû ku Ezîdî bi giştî holê rabikin. Ne dewleta Iraqê, ne jî hikumeta Başûr li Ezîdiyan xwedî derneket, Ezîdî li holê hiştin. Ji bo wê li ser Ezîdiyan qetlîam hat kirin. Ezîdî koçber bûn, hê jî komî ser hevdû nebûne. Eger gerîla pêşiya komkujiyê negirtiba, li Êzidiyan xwedî derneketiba mimkûne ku ew fermana encam bidaya. Eger ku ev fermana encam neda gerîla mûdexale kir, nehîşt ku DAIŞ bi giştî Şengal bi dest bixe û Ezîdî parastin. Di şexsê Ezîdiyan de kerameta, şerefa Kurdan û a mirovahiyê hate parastin. Li ser wan pêngavan Ezîdî jî niha ji bo xwe hinek pêngava pêş xistin. Ev pêngav ji bo Ezîdiyan pêngavên rast in. Ji ber Ezîdî pêwîste li xwe xwedî derbikevin, xwe biparêzin. Ji ber ku dîtin ne hikumeta herêmê, ne jî ya Iraqê ew neparastin, li ber qetlîamê hiştin. Ji bo wê Ezîdî jî nikare zêde ji kesî bawer bikin. Ji ber mîsoger nîne sibe êrîşek çêbe hinek hêz wana biparêzin. Dîtin ku eger xwe rêxistin bikin, xwe îdare bikin, biparêzin dikarin bijîn. Jiyana wan bi vê dibe. Gihiştin vê encamê li ser vê encamê jî ji bo xwe hinek pêngav avetin. Ji bo xwe sazî avakirin, hêz ava kirin, li ser wêya xweseriya xwe pêş xistin. Ew gavava avêtin di cih de ye. Ji bo wan pêwîst e. Pêwîste hemû kes jî vê pêngavê bibinin, li gel Ezîdiyan cîh bigre alîkariya wan bike. Nebeje ev pêngava avêtine şaş e. Pêwîste kes li dijî vê nesekine, her kesek li gel wê pêngavanê cih bigire, alîkariya Ezîdiyan bike. Ji ber ku dema Ezîdî gîhiştin xweseriya xwe, xwe parastinê tê watêya Kurdan diparêzin însaniyetê diparêzin. Menfeata gelê Kurd û însaniyetê xweseriya Ezîdiyan re derbas dibe ku careke din ferman li Êzidiyan ranebe."

TIŞTEKÎ XIZMETÊ JI WAN RE BIKE, WÊ XIZMETÊ JI GELÊN HERÊMÊ RE JÎ BIKE

Bayik, xebatên KNK ê ji bo çareser kirina pirsgirêka yekîtiya neteweyî got, ev xebat jî xizmeta Ezîdiyan dike û axaftinên xwe wiha domand;

"Hê pirsgirêka gelê Kurd çareser nebûne. KNK ji bo ku ev pirsgirêk çareser bibin ji bo yêkitiya neteweyî kar dike. Ev xizmeta Ezîdiyan jî dike. Ew kar çiqas pêş bikeve dikeve xizmeta Ezîdiyan jî. Ezîdî jî perçeyekî gelê Kurd e. Ezîdî jî ji bo fermanan jiyan nekin, li dijî fermanan bisekinin, xwe bikaribin biparêzin ew jî xizmeta yekitiya neteweyî dikin. Vana hemû hevdû temam dikin. Ew perçebûnekî heye, lewaztiyek heyî ji holê radike. Çiqas ev kar pêş bikeve ev lewaztî û perçebûn ji holê radibin. Wê vextê hem Ezîdî hem tevahî gelê Kurd, gelê ku li Kurdistan dijîn bi van pêngavan ber bi serketinê gavan diavejin. A rast ew e. Niha Ezîdiyan ev pêngav avêt. Li gel pêngaveke ji bo tevahî yekîtiya Kurd tê avêtin ev pengava jî di paralelê wê de tên avêtin. Ji ber wê jî di cih de ye. Ji ber ku hevdû xurt dikin. Şertên ku Ezîdî tê de derbas dibin jî vê dixwaze. Heman demê tevahî gelê Kurd û Rojhilata Navîn pengavên wiha dixwazin. Pêgavên tên avêtin ji bo wê jî pengavên rast û di cih de ne. Ji ber ku ji bo Kurdan derfeteke dîrokî derketiye. Pêwîste van derfetan ji bo xwe bikar bînin, texin xizmetê xwe ku ji bo ku azadiya xwe bi dest bixin. Ji ber ku şert pir guncaw in. Rast e xeter jî hene lê xeteriyên heyî ji ber perçebûna Kurdan derdikeve. Ti çiqas wana rakî, yekîtiya xwe çêbikî, li xwe xwedî derbikevî, vîna xwe xûrt bikî, tu bixwazî paşeroja xwe bi dest bixî ew pêngavana ewqas xizmetê te dikin. Eger ti vana li pêş nexînî wê demê nikarî xeterî jî rabikî. Tu nikarî ji bo Ezîdiyan fermanan jî rawestinî, rêya ferman û xeteriya rakirin bi yekîtiya Ezîdî, Kurdan re bi gavê xweseriyê re çêdibin. Ji ber evna hemû yekîtiye pêş dixinîn. Azadiye pêş dixin, xizmetî Kurdan, Ezîdiyan dike. Tiştekî xizmetî wan bike xizmetî gelê heremê jî dike."