1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Zewaca di bin temenê 18 salî re li dijî qanûnên mafê mirovan e'
'Zewaca di bin temenê 18 salî re li dijî qanûnên mafê mirovan e','zewaca,di,bin,temenê,18,salî,re,li,dijî,qanûnên,mafê,mirovan,e'

'Zewaca di bin temenê 18 salî re li dijî qanûnên mafê mirovan e'

Endamên rêxistinên civakî ragihandin ku zewaca di bin temenê 18 salî re li dijî qanûnên mafê mirovan e û gotin ku divê pêşî li erêkirina pêşniyarqanûna rê dide zewaca di temenê biçûk de were girtin

A+ A-

SEMÎRE ŞEHABÎ / ROJNEWS

 

 

Li Başûrê Kurdistanê bertekên rêxistinan û çalakvanan ên li dijî pêşniyarqanûna hikûmeta Iraqê ya rê dide zewaca zarokên temenê wan 9 salî, berdewam dike. Têkildarî pêşniyarqanûnê endamên rêxistinan û çalakvanên jin ji ajansa me re axivîn.

 

Endama Rêxistina CDO Aşna Reûf wiha got; "Zewaca di bin temenê 18 salî re li dijî qanûna mafê mirovan. Dibe ku ev pêşniyarqanûn ji bo xizmetkirina mijarên olî û kevneşopiyan be."

 

 

Aşna Reûf îşaret bi erkên rêxistinan kir û diyar kir ku divê rêxistin li ser mijarê civakê hişyar bikin û wiha axivî; "Rêxistin ji bo mirovan li ser mijarên civakî hişyar bikin xwedî bernameyên taybet in. Ji bo heya astekê rê li pêşiya bûyerên di nava civakê de bigirin."

 

Li ser heman mijarê çalakvan û rojnameger Beyan Ebdullah jî wiha got; "Qanûna zû dana mêr dibe sedema lewazbûna civakê û hejandina malbatê. Lewma weke çalakvan û rêxistinên civakî me daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiriye ku ji bo rawestandina vê pêşniyarqanûnê bixebitin bikin."

 

 

Beyan Ebdullah bal kişand ser sedemên zêdebûna pirsgirêkên civakî yên li Herêma Kurdistanê û wiha pêde çû; "Belavkirina dramên biyanî ji derveyî perwerdeyê,  di aliyê derûnî de bandorek neyênî di nava malbatê de çêdike. Ji ber vê perwerdeya şaş dibe sedema neçareserkirina pirsgirêkan û lewazbûna civakê."

 

30'ê Cotmehê pêşniyarqanûneke têkildarî zewaca di temenê biçûk de bi hewldana çend aliyên Îslamî yên Şîe hate amadekirin û di pêşniyar qanûnê de temenê zewacê ji18 salî dadikeve 9 salî.

 

Parlamentera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Iraqê Rêzan Şêx Dilêr 4'ê Kanûnê li ser pêşniyarqanûnê di semînerekê de wiha got; "Aliyên Şîe li ser helwesta xwe ya erêkirina pêşniyarqanûnê bi israr in. Kurd û Sunniyên li nava parlamentoyê projeyê red dikin."

 

 

(ab/rn)