1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 109 mamosteyên zimanê kurdî li Minbicê amade ne
109 mamosteyên zimanê kurdî li Minbicê amade ne,109,mamosteyên,zimanê,kurdî,li,minbicê,amade,ne

109 mamosteyên zimanê kurdî li Minbicê amade ne

A+ A-

MINBIC- Saziya Zimanî Kurdî a bajarê Minbicê li bajar û gundewaran 109 mamosteyên perwerdekirina zimanê kurdî amade kiriye.MINBIC- MAMOSTE -HAZIRIN - JI BO -ZIMANE-KURDI (2)

Li gel meteryalên erebî di dibistanan de, îsal dê bi awayek fermî du waneyên kurdî li dibistanên Minbicê bên dayîn.

Rêvebera Saziya Zimanî Kurdî a Bajarê Minbicê Îlham Etaş da zanîn ku ji bo dayîna waneyên kurdî di dibistanan de wan 109 mamoste hazir kirin.

Îlham diyar kir ku ev hejmar têrê hemû dibistanan nake, lewma destpêkê dê mamoste li dibistanên bajar bên belavkirin.

Rêvebera SZK`ê da zanîn ku li ser daxwaza hemû pêkhateyên bajar, dê waneyên kurdî ji her kesî re bên dayîn.

Di heman demê de xebatên amadekirina mamosteyên kurdî bi rêk û pêk tê meşandin û di hefteya bê de dê du dewreyên mamosteyan bên bidawîkirin, her yek 20 mamosteyan dihewîne.

Hevserokê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Suhêl Walî beriya demekê ji ANHA`yê re eşkere kir ku dê 3 hezar û 600 mamoste li 340 dibistanan bên belavkirin.

(nse)

ANHA