1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. 13. Festîvala Jinê ya Zîlan wê li Dortmûndê bê lidarxistin
13. Festîvala Jinê ya Zîlan wê li Dortmûndê bê lidarxistin,13,festîvala,jinê,ya,zîlan,wê,li,dortmûndê,bê,lidarxistin

13. Festîvala Jinê ya Zîlan wê li Dortmûndê bê lidarxistin

Jinên Kurd ên li Ewropayê dijîn, wê li 13. Festîvala Jinê ya Zîlan a li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê li hev bicivin

A+ A-

13. Festîvala Jinê ya Zîlan, wê îsal bi şiyara "Jiyana azad wê bi berxwedana jinê bi ser bikeve" were lidarxistin. Mîna her sal, festîval îsal jî ji aliyê Buroya Aştiyê ya Jinê (CENÎ) û Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) ve tê organîzekirin. Komîteya amadekar a festîvalê ku beriya niha bi çar mehan dest bi amadekariyan kir, bernameya festîvalê li gorî pêwîstiyên jinên ji çar aliyên Kurdistanê, jinên Elewî û Êzidî, bernameyek derxist holê.

JI ROJAVA Û ZINDANÊ, PEYAMÊN BERXWEDANÊ

Di festîvalê de wê Hevseroka Meclîsa Gel a Kobanê Eyşê Efendî peyama ji Rojava, Parlamentera Agirî ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr jî peyama parlamenter û hevşaredarên jin ên ji aliyê AKP'ê ve dîl hatine girtin ragihînin. Her wiha wê li ser navê YJK-E axaftin were kirin.

Beriya destpêkirina bernameya çandê, wê sê panelên cuda pêk werin. Navenda Jinê Ûtamara wê bi beşdariya akademîsyenên ji Tirkiyeyê, panelek li ser rola jinê ya di avakirina civakî de panelekê lidar bixe.

BERNAMEYA ÇANDÊ

Bernameya çandê ya festîvalê wê bi stranên Koroya Zarokan a Aram Tîgran dest pê bike. Dûre gelek hunermendên jin bi zaravayên cuda wê bistirên. Gulbahar Kavcû, ku ev demeke li Îranê perwerdeya muzîkê dibîne, wê klamên ji Rojhilat û Rojhilat bistirê. Hunermendên ciwan Hanî bi Soranî, Çîgdem Ulku jî bi Dimilkî stranên xwe pêşkêş bike. Berîvan Arîn jî wê bi klamên xwe tevlî coşa festîvalê bibe. Di festîvalê de her wiha wê koma muzîkê ya femînîst Prosodîa ya ji Barcelonayê, bi rêbaza hîp-hop metalê berxwedana jinê bistirê.

Li gel muzîkê, wê koma govendê ya jinan a TEV-ÇAND'ê govenda ji herêmên cuda yên Kurdistanê pêşkêş bike. Yek ji surprîzên festîvalê jî hunermenda navdar Jûan Pînîla ye, ku ji bo piştgiriyê bide jinên Kurd ji Granada hatiye. Pînîla, ku di beşa Flamenko de ji bo xelata Latîn Grammy namzet hatiye nîşandan, wê li gel dansa Flamenko ya du jinên Endulusî, bistirê.

JIN WÊ BERHEMÊN XWE NÎŞAN BIDIN

Jin, wê berhemên xwe yên li kooperatîfan amade nekirine, di defîleyekê de nîşan bidin. Kincên gelêrî yên ji aliyê Kooperatîfa Jinê ya Essenê ve hatine dirûtin, wê li defîleyê bên nîşandan.

SOLÎNA ZAROKAN

Mêvanê îsal ê Solîna Zarokan jî, koma dansê ya ToTaLaB a ji Îtalyayê hatiye. Koma ji 6 kesan a palyaço jî wê li qada festîvalê de hunera xwe nîşan bide. Zarok wê li qada festîvalê karibin bi têra xwe bilîzin, rûyê xwe boyax bikin, bikevin pêşbirkê û bistirên. Pedagog û mamosteyên kreşê yên li parkê jî wê ji zarokan re bibin alîkar.

Komîteya amadekar a festîvalê ragihand, ku wan li gorî berxwedan, estetîk û hêza fikrî ya jinên Kurd bernameyek amade kirine. Û bang li jinên Kurd ên li Elmanya, Hollanda û Belçîka dijîn kir, ku tevlî festîvalê bibin. Komîteyê got, "Em li bendê ne ku jin roja 1'ê Tîrmehê li bajarên lê ne, li cihên hatine diyarkirin li otobusan siwar bibin û bên Dortmûndê."