1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 2007 Tirkiye: Dîtatorî, Faşîzm û berxwedana gel
2007 Tirkiye: Dîtatorî, Faşîzm û berxwedana gel,2007,tirkiye,dîtatorî,faşîzm,û,berxwedana,gel

2007 Tirkiye: Dîtatorî, Faşîzm û berxwedana gel

A+ A-

Tirkiyeyê Sala 2017’an wekî salên din jî bi şîddet û aloziyan derbas kir. Li Tirkiyeyê faşîzma AKP û MHP’ê kaos li ser kaosê çêkir û qetlîam, çalakî, berxwedan û krîzên siyasî jî pêk hatin.

BI XWÎNÊ XEMILANDIN!

Li Tirkiyeyê sala 2017’an wekî ku rojên tarî yên sala ku dike biqede, ji xwe re dewr girtibû. Şeva sala nû ji dêvila balonên folyo û darên bi ronahî, ji ber polîtîkaya şer a AKP’ê bi ‘xwînê’ hate xemilandin. Li Stenbolê li Ortakoyê li dijî kluba şevê ya bi navê Reînayê êrîşeke çekdarî hatibû lidarxistin û 39 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Nêzî 70 kes jî birîndar bûbûn. Êrîşkar bi qasî 7 deqîqeyan li hundir mabû û gule li 700 kesan barandibû. Li wê derê her kes sivîl bû. Faîlê vê çalakiyê jî çeteyên DAÎŞ’ê bûn ên ku hikumeta AKP’ê li Rojhilata Navîn ew fînanse dikir û ji bo wan digot “ev zarokên bi hêrs in.” Piştî rojekê çeteyan qetlîam li xwe girtin. Masharîpov piştî qetlîamê bi du hefteyan di 17’ê Çile de li Stenbolê hate girtin.

LI ÎZMÎRÊ TAK!

Polîtîkayên qirker ên hikumetê di sala 2017’an de aloziya xwe domand. Li hemberî vî tiştî çalakî jî zêde bûn. Yek ji çalakiya bi bandor a serê salê çalakiya li Dadgeha Îzmîrê bû. Di 5’ê Çile de saet di 16.00’an de li dadgeha Bayrakliyê çalakiyek pêk hat û gelek polîs mirin û birîndar bûn.

Teyrên Baz ên Azadiya Kurdistanê (TAK) li ser malpera xwe diyar kir ku wan ev çalakî pêk anîne.

TAK’ê sedema çalakiyê bi qetlîamên AKP’ê yên li Kurdistanê girêdida.

“(…)Em rêhevalên van zarokên fedakar ên Kurdistanê, em ê bibin kabûsa kesên ku bajarên me bi tank û topan, bi helîkopter û balefiran rûxandin, em ê bibin kabûsa kesên ku zarok û kal û pîrên Kurd di nîvê zivistanê de ew ji warên wan koçber kirin, em ê bibin kabûsa kesên ku cenazeyên me bi hefteyan li erdê hiştin, em ê bibin kabûsa kesên ku rêhevalên me li pêy wesayîtên zirxî bi erdê ve kişandin.”

Dewleta Tirk ji ber çalakiya li Îzmîrê ya ku ew dibêje ‘ewle’ ye û yek ji bajarê sereke yê tûrîzm û tîcaretê ye, şaş mabû.

AŞTÎ HATE ÎXRACKIRIN!

Hikumetê bi hinceta hewldana derbeyê ya di 15’ê Tîrmeha 20162’an Kurd û mûxalîf ji xwe re dikir hedef. Dîsa di çarçoveya Rewşa Awarte de ya ku bi hinceta hewldana darbeyê îlan kiribû, bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnan de ya bi hejmara 686 a di 8’ê Sibatê de 4 hezar û 464 kes ji kar avêtibû û 330 akademîsyen jî îxrac kiribû.

Ji nav van akademîsyenên ku hatibûn îxrackirin 115 kesan danezana li hemberî şerê li Kurdistanê îmze kiribûn û Akademîsyenên Aştiyê bûn.

GREVÊN BIRÇÎBÛNÊ

Girtiyên PKK û PJAK’ê di 15’ê Sibatê de greva birçîbûnê dan destpêkirin. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî di 18’ê Nîsanê de ji bo bidawîkirina greva birçîbûnê bang li girtiyan kir. Çalakî di 19’ê Nîsanê de hate bidawîkirin.

GULMEN Û OZAKÇA DEST BI BERXWEDANÊ KIRIN

Faşîzma AKP’ê her ku zêde dibû, metodên nû yê berxwedanê derdiketin. Derdora Akademiyê jî li hemberî faşîzmê bêdeng nedima. Akademîsyen Nûriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di nav 130.000 kesan de bû, yên ku hatibûn îxrackirin. Li Enqereyê li pêşiya Bîrdariya Mafê Mirovan çalakiya rûniştinê li dar xistin û diyar kirin ku ew îxracê qebûl nakin. Di 11’ê Adarê de jî dest bi greva birçîbûnê ya mezin kirin.

TIRKIYE JI EWRÛPAYÊ HATE QEWIRANDIN!

Ji ber pêkanînên antîdemokratîk ên Tirkiyeyê dewletên Ewrûpayê nerazîbûn nîşanî Tirkiyeyê dan û di têkiliyên wan ên bi Tirkiyeyê re krîz çêbû.

Hikumeta AKP’ê ya ku xwest kampanyaya referandûma li Ewrûpayê jî bike û hin mîtîngan li dar bixe.

Welatê pêşîn ê ku kampanyaya ‘Erê’ lê hate qedexekirin Elmanya bû. Di 2’ê Adarê de axaftinên Wezîrê Edaletê yê Tirkiyeyê Bekîr Bozdag û ya Wezîrê Ekonomiyê Nîhat Zeybekçî hate qedexekirin.

Dema ku AKP’ê xwest propagandaya xwe li Hollandayê bike dîsa krîz derket. Çavûşoglû di 3’ê Adarê de ji bo çalakiya referandûmê çû Rotterdamê, di 4’ê Adarê de jî Wezareta Karê Derve ya Hollandayê bersiva ‘rewşa neyînî’ da. Di 8’ê Adarê de civîna Çavûşoglû hate betalkirin.
Hollanda bernameya Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê Fatma Betul Sayan Kaya jî betal kir.

SINDOQA DÎKTATOR

Hikumeta AKP’ê ji bo erêkirina dîktatoriyê biryar da ku di 16’ê Nîsanê de referandûm were kirin. Di destê êvarî de hejmartina dengan qediya. Ji bo pêkanîna şaîbeyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind biryar da ku ‘pisûleyên dengan û zerfên bê mor jî wê were qebûlkirin.’

Di heman demê de referandûm di Rewşa Awarte de pêk hat. Di vê pêvajoyê de hevserokên giştî yên HDP’ê, 13 parlementer û bi hezaran rêveberên HDP’ê hatibûn girtin. Ev bi tena serê xwe tê wateya binpêkirina mafan.

Li gel vî tiştî AKP li Kurdistan û Tirkiyeyê dengê xwe kêm kir lê li gorî encamên fermî yên dewletê ji sedî 51.41 ‘Erê’ derketibû.

DEWLET DI KRÎZÊ DE YE

Dewleta Tirk ketibû nav krîzeke mezin û di burokrasiyê de kesî baweriya xwe bi kesên din nedianî. Di operasyonên sekinandina peywirê ya di 26’ê Nîsanê de Gerînendetiya Giştî ya Emniyetê bi hinceta ku têkiliya wan bi FETO’yê re heye peywira 9 hezar û 103 polîsan da sekinandin.

GERÎLLA HELÎKOPTER XIST

Ligel ku dewletê êrîşên qirkirinê dikir jî, gerîlayan derbe li dewletê dida. Artêşa Tirk di 31’ê Gulanê de li çiyayên Besta û Katoyê operasyonek da destpêkirin. Li qada Sêgirkê ya Şirnexê helîkoptera ku koordîneya operasyonê tê de bû, bû hedefa gerîlayan û ev helîkopter ket.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di 2’ê Hezîranê de daxuyanî da û diyar kir ku ev kes di helîkopterê de bûne, “ Tumgeneral Aydogan Aydin, Serheng Oguzhan Kuçukdemîr, Serheng Gokhan Peker, Serpel Songul Yakut, Serdar Koray Onay, Serpel Ilker Acar, Serpel Nurî Şener, Serçawiş Mehmet Erdogan , Çawişê pispor Zekî Koç, Serpelê Pîlot Serhat Siginak, Pîlot serekserpel Abdulmutalîb Kesîkbaş, Serçawiş Fevzî Kiral û Çawişê Pispor ê Piyade Hakan Încekal.”

PARLEMENTERÊ CHP’Ê HATE GIRTIN

Kesên ku alîkariya AKP’ê ya ji DAÎŞ’ê re eşkere dikir, doz li wan dihate vekirin. Têkildarî Parlementerê CHP’ê Enîs Berberoglû yê ku sekinandina tirên MÎT’ê anîbû rojevê ji bo 25 salan biryara girtinê hate dayîn.

MEŞA EDALETÊ

Piştî girtina parlementer Enîs Berberoglû CHP’ê dest bi meşa edaletê kir. Meş di 15’ê Hezîranê de hate destpêkirin û ji Enqereyê heta Stenbolê domiya.

Ji ber ku CHP li hemberî faşîzmê gotineke bi bandor nekir û zor neda AKP’ê ji vê meşê tu encam derneket.

MUZAKEREYÊN YE-TIRKIYEYÊ HATIN SEKINANDIN

Ewrûpayê di meha Tîrmehê de nerazîbûna xwe ya li hemberî Tirkiyeyê eşkere kir. Di Parlementoya Ewrûpayê de rapora li ser sekinandina muzakereyên bi Tirkiyeyê re di 6’ê Tîrmehê de bi 477 dengan hate qebûlkirin.

SALVEGERA REWŞA AWARTE!

Ligel nerazîbûnan AKP faşîzma xwe didomand. Tezkereya Serokwezîriyê ya ku Rewşa Awarte cara çaran dirêj kir di 17’ê Tîrmehê de di dengdana li Meclîsê hate qebûlkirin û Rewşa Awarte sê mehan hate dirêjkirin.

MÎT BI SEROKKOMAR HATE GIRÊDAN

Di 25’ê Tebaxê de du Biryarnameyên di Hukmê Qanûnan de hate weşandin. Di van biryarnameyan de 928 kes ji kar hatin avêtin û MÎT bi Serokkomar hate girêdan.

MIROVAHÎ HATE VEŞARTIN!

Ji bo diya Alîkara Hevserokatiya HDP’ê Aysel Tûglûk, Xatûn Tûglûk wê merasîma cenaze bihata kirin. Faşîstan berê xwe dan goristanê û êrîşî merasîma cenaze kirin û nehiştin cenaze were veşartin.

Cenaze ji gorê hate derxistin. Êrîşkar Mûrat Alp ê ku êrîşî merasîma cenaze kiribû wêneyê wî û Wezîrê Karê Hundir Suleyman Soylû yên ligel hev, derketin holê.

MECLÎSA ŞER

Rejîma AKP-MHP’ê ligel hemû têkçûnan di şer de israr dikirin. Ji bo dirêjkirina rayeya operasyona derveyî sînor li Meclîsê dengdayîn pêk hat. Tezkere bi dengên AKP, MHP, CHP’ê hate qebûlkirin.

KRÎZA DI NAV AKP’Ê DE

AKP’ê krîza di nav partiya xwe de çareser nekir û li ser gelek şaredarên xwe îstîfa ferz kir. Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Kadîr Topbaş, Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Melîh Gokçek û gelek şaredarên din îstîfa kirin.

KILIÇDAROGLÛ BELGEYÊN ‘GIRAVA MANÊ’ DERXIST HOLÊ

Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû belgeyên transferkirina pereyan ên kur, bira, bûrayê Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan derxist holê. Hikumet û Serokkomar ji bo belgeyên ‘Girava Manê’ berê got ‘sixte’ ye û piştre jî got ‘ev têkiliyên bazirganiyê ye.’

AKP’YA QIRÊJ, PEREYÊN QIRÊJ: ZARRAB

Reza Zarrab di 22’ê Adarê de li DYA’yê hate girtin. Zarrab bi wezîrên Tirk re têkiliya pereyên qirêj ava kiribû. Ji ber vê jî li DYA’yê doz lê hate vekirin.

Reza Zarrab li xwe mikur hat ku bertîl daye Wezîrê Ekonomiyê yê Berê Zafer Çaglayan û gotibû ku , “Min 45-50 milyon Eûro bertîl da. Ez pereyên din tew najmêrim jî!”

EKONOMÎ TÊK DIÇE

Polîtîkayên şaş ên AKP’ê ekonomî jî hilweşandin. Şîrketên balefirên navdewletî diyar kirin ku ew ê seyahatên xwe yên Tirkiyeyê bidin sekinandin. Erdogan jî li xwe mikur hat û diyar kiribû ku karsazên li Tirkiyeyê ji ber ku baweriya xwe bi ekonomiya Tirkiyeyê naynîn, sermiyanê xwe dibin derveyî welat.

TECRÎD ZÊDE BÛ

Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di sala 2017’an de zêdetir bû. Daxwaz malbat û parêzerên wî bi dehan caran hate redkirin.

Têkildarî ewlehî û tendirustiya Ocalan di meha Kewçêrê de hin tiştên bi guman di çapemeniya Tirkiyeyê de cih girt. Ji ber nerazîbûnan Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê Ûgûrhan Kûş di 13’ê Cotmehê de daxuyaniyek da. Lê daxuyaniyê di warê agahiyan de mirov tatmîn nedikir û dûrî cîddiyetê bû.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî di 16’ê Cotmehê de ev daxuyanî da:

“Bi hin nûçeyên ku çavkaniya wan baş nehatiye zanîn, tê xwestin ku têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêbertiya me îfadeyên bi guman û nakok were dayîn. Têkildarî jiyana Rêbertiya me hesasiyetên me tê zanîn. Ji ber vê jî divê ev rewş were zelalkirin. Ji ber vê jî divê malbat, parêzerên Rêbertiya me biçin hevdîtinê.”

Heyeta Îmraliyê jî di 19’ê Cotmehê de daxuyanî da û bal kişand ser tendirustî û ewlehiya Ocalan û xwest hevdîtin pêk were.

ROJNAMEGER HATIN GIRTIN

Hejmara rojnamegerên girtî îsal gihişt hejmareke gelekî zêde. Bi operasyonên dawîn re 145 rojnameger hatin girtin.

BIRYARA DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN A JI AKP’Ê

HDP’ê piştî girtina hevserok û parlementeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û diyar kir ku ev girtin derveyî destûra bingehîn e. Dadgeha Destûra Bingehîn serîlêdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş di 21’ê Nîsanê de red kir.

 

ANF