1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 3. Rojên Çand û Hunera Kurd a Stenbolê dest pê dike
3. Rojên Çand û Hunera Kurd a Stenbolê dest pê dike,3,rojên,çand,û,hunera,kurd,a,stenbolê,dest,pê,dike

3. Rojên Çand û Hunera Kurd a Stenbolê dest pê dike

A+ A-

  • S. ASÛMAN DEMÎR
  •  STENBOL

Rojên Çand û Hunera Kurd ên Stenbolê, ku îsal cara 3'an tê lidarxistin, wê di navbera 25-29'ê Cotmehê de li Navenda Çandê ya Şîşlî, Şanoya Kenter, Navenda Xwepêşandanê ya Sû, Navenda Çandê ya Golge, Cezayîr Restorant û Navenda Çandê ya Bostanci pêk were.

Ji konserê heta şano, ji pêşangeha wêneyan heta bi panelan wê festîval bi bernameyeke dewlemend pênc rojan bidome. Ji hunermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) muzîsyen Nûrcan Degîrmencî û şanoger Rûgeş Kirici li ser festîvalê axivîn.

Degîrmencî anî ziman, ku ji ber şert û mercên rewşa awarte, ew Rojên Çanda û Hunera Kurd ên Stenbolê li şûna meha Gulanê îsal di meha Cotmehê de li dar dixin û got, "Di rewşeke bi vî rengî de zehmet e ku mirov ji berê ve plan bikin. Dişibe wê yekê ku mîna mirov kevirekî biavêje nava bîreke bê binîn. Ligel bê moralî û wê giraniya li ser mirovan jî, em bi rê ketin. Belê, em li Tirkiyeyê dijîn. Em xwe hînî van şert û mercan nakin, lê divê em rûtîna xwe li gorî vê yekê diyar bikin."

EM NEÇAR IN NEFESÊ BIGIRIN

Degîrmencî da zanîn, ku rewşa NÇM ji salên 90'î û vir ve ne cuda ye û got, "Dibe ku êrîş ewqasî zêde nebû, lê ya rast ji aliyê me ve tiştekî hatiye guhertin nîne. Di salên 2000'î de dibe ku bi atmosfera pêvajoyê re em hinekî rehet bûbûn, lê dema mirov li dema berê vedigere dibînin ku ji vê rewşê girantir bi serê me ve hatiye. Têkildarî edalet, mafên mirovan û hiqûqê mirov nema dikare pêşiya xwe bibîne. Ligel van hemûyan em neçar in nefesê bigirin. Em hunera xwe pêk tînin."

VÊ CARÊ WÊ BI 5 ROJAN DEWAM BIKE

Nûrcan Degîrmencî anî ziman, ku wan di destpêkê de plan dikirin festîvalê bikin 9 rojan, lê belê piştre daxistine 5 rojan. Degîrmencî diyar kir, ku ew li ser 3 rojan jî axivî ne, lê ji ber hebûna çalakî û projeyên nû wan biryar dane ku 5 rojan bidome. Hunermend Degîrmencî da zanîn ku ev sê sal in bi aboriyeke hema bêjin nîne, festîvalê li dar dixin û îsal ji aliyê aborî ve rewşa wan girantir e.

ME ZEHMETÎ KIŞAND KU SALONÊ PEYDA BIKIN

Degîrmencî destnîşan kir, ku ji ber şert û mercên rewşa awarte wan zehmetî kişandin ku salonê peyda bikin û got, "Mirovan yekser nedigotin em nadin, lê belê hincetên cuda nîşan didan. Lê em jî zanin ji ber çi ye. Ji xwe heta mehek beriya niha ne diyar bû ku me ê li kîjan salonan festîvala xwe li dar bixin."

BERNAMEYA FESTÎVALÊ

Li ser bernameya festîvalê Nûrcan Degîrmencî ev agahî da: "Wê repertûara albûma çaran a Şahiya Stranan hebe. Em ê li gelek hunermendên weke Metîn-Kemal Kahraman guhdarî bikin. Dostên me yên hunermend wê ji Sine ya îranê jî bên. Mizgîn Tahir wê ji Amedê were. Albûmên sê hevalên me qediyan, ew ê jî berhemên xwe pêşkêş bikin; Ayfer Duzdaş, Çiya Şenses û Serhat Çarnewa yê ji Ewropayê. Û mîna Şehrîbana Kurdî wê dengê xurt ê jinan hebin. Wê yekemcar li Stenbolê konserê bide. Dengên nû yên weke Rûşen Alkar, Xalit Tarî, Agît Işik jî wê derkevin ser dikê... Em ê bi panelekê li ser pirtûka Selîm Temo biaxivin. Her wiha wê paneleke me ya li ser hunera di nava rewşa awarte de hebe. Pêşangeha wêneyan a Mûrat Satilmiş ê li girtîgehê ye, wê hebe. Em ê wêneyan ji Amedê bînin. Ev hemû çalakî wê di nava pênc rojan de bên kirin."

PIŞTGIRIYEKE XURT DIVÊ

Nûrcan Degîmencî bal kişand ser girîngiya tevlîbûna gel û got, "Ev çalakî dema li wan salonan hatin nîşandan û gihîştin gel, wê bi cih bên." Degîrmencî anî ziman ku ew di nava şert û mercên zehmet û kêm derfetiyan de karê xwe dikin û got, "Ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku divê demê de hê bi xurtî piştgiriyê bike."

JI BO ME HER SERDEM, SERDEMA TÊKOŞÎNÊ YE

Şanoger Rûgeş Kirici jî destnîşan kir, ku ev serdem ji bo Kurdan û hunermendên NÇM'ê ji yên beriya xwe cuda nîne û got, "Her serdem ji bo me dijwar bû. Tenê rengê wê tê guhertin, lê pêkanîn weke hev e. Navê xwe rewşa awarte be ya jî navekî din be zêde tiştekî guhertî nîne. Avabûna NÇM'ê ji aliyekî ve rabûna li ber vê rewşê bû. Ji sala 91'ê û vir ve sekna wê qet neguherî. Her timî derfetên xweîfadekirinê afirand. Ev serdem jî bi vî rengî ye. Bêguman wê wiha dewam neke. Saziyên me hatin girtin, lê berê jî ev bi serê me ve hatibû. Gelek caran mohr li avahiyên me xistin... Lê em zanin ku huner ne tişteke ku li hundirê avahiyekê bê hiştin. Avahî nebe jî em ji nû ve li hev dicivin û karê xwe dikin. Lewma her serdem ji bo me serdema têkoşînê ye."

ŞANOYA KURD A JIYANA NÛ MÎLADEK E

Kirici anî ziman, ku di festîvala îsal de wê bi 3-4 lîstikan derkevin pêşberî şanohezan û ev agahî da: "Di bernameyê de lîstikeke me heye. Em ê lîstikeke nû ya Teatra Jiyana Nû pêşkêş bikin, di festîvalê d epromiyera wê bikin. Mîsyoneke girîng a Jiyana nû heye. Di Şanoya Kurd de mîladeke. Bêguman ji bo erdnîgariya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibêjim. Jiyana Nû di heman demê de qadeke berxwedanê ye."

Rûgeş Kirici diyar kir, ku wan xwe kar kirine û bi bernameya xwe ji festîvalê re amade ne.

TEMAŞEVANÊN KURD TIMÎ XWEDÎ LÊ DERKET

Kirici jî mîna Degîrmencî bang li gel kir, ku xwedî li Rojên Çand û Hunera Kurd ên Stenbolê derkeve û got, "Her wextê, temaşevanên Kurd xwedî li çand û hunera xwe derketin. Ev yek jî rêwîtiyeke bi hev re bû. Çand û huner qadeke ku dikare gel biguherîne û veguherîne. Gel timî xwedî lê derket û şopand. Di vê demê de jî em bawerin ku wê xwedî lê derkeve. Em van salonan dagirin ku karibin bi hev re nefesê bigirin."