1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 3. konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Mexmûrê destpê kir
3. konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Mexmûrê destpê kir,3,konferansa,xweser,a,perwerde,û,hînkariyê,ya,mexmûrê,destpê,kir

3. konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Mexmûrê destpê kir

Li Wargeha Mexmûrê 3’emîn Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê di bin şîara ‘Bi Çanda Nalînan Perwerdekirina Civakê Mîsogeriya Civaka Azade’ bi beşdarbûna 121 delegeyan îro destpê kir

A+ A-

MEXMÛR / ROJNEWS 

 

3’emîn Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ku wê xebatên du salan werin nirxandin û plansaziya xebatên perwerdeya du salên pêş were danîn, bi amadebûna 121 delegeyên ji mamosteyên jin û nûnerên saziyên wargehê pêktên, îro di demjimêr 08:30’an de li Salona Konferansê destpê kir.

 

Konferansa 3’emîn Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Mexmûrê Konferansê ji bo şehîdên perwerdê yên jin û tevayî şehîdên tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

 

Piştî axaftina vekirinê ya konferansê dîwana ji pênc kesan pêkdihat hate hilbijartin û konferansê bi xwendina perspektîfên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rapora du salan ya xweser û rapora du salan ya dibistanên dayîkê dewam kir.

 

3’emîn Konferansa Xweser a Perwerde û Hînkariyê ya Wargeha Mexmûrê wê piştî nîvro di demjimêr 14:00’an de bi nîqaşên siyasî û rêxistinî wê bidome û tê payîn ku konferans sibê di roja duyemîn de bidawî bibe.

 

Hêjayî gotinê ye ku salona konferansê bi alên PKK, PAJK, KCK, KJK HPG, YJA-Star, YPG, YPJ, YPS, YPS JIN, posterên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Nalîn Mûş, Rûstem Cûdî û şehîdên perwerdê şehîdên wargehê yên di nava tekoşîna Tevgera Azadiya Kurd de şehîd bûne hatiye xemilandin.

 

(zz-wd)