1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 50 hezar kes ber bi Edliyeya Amedê ve meşiyan
50 hezar kes ber bi Edliyeya Amedê ve meşiyan,50,hezar,kes,ber,bi,edliyeya,amedê,ve,meşiyan

50 hezar kes ber bi Edliyeya Amedê ve meşiyan

A+ A-

Nêzî 50 hezar kesên beşdarî mîtînga "Xweseriya Demokratîk" a li Qada Îstasyonê pêk hat bûn, piştî mîtîngê heta Edliyeya Amedê meşiyan û ji bo siyasetmedarên kurd azadî xwestin.

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) li qada Îstasyonê bi boneya piştgiriyê bide siyasetmedarên kurd bi beşdariya nêzî 50 hezar kesên mîtîng lidarxist. Girseya piştî beşdarî mîtîngê bû bi girseyî heta Edliyeya Amedê meşiya. Girse ji qada Îstasyonê heta ber Edliya Amedê dirûşmeya "PKK gel e, gel li vir e", "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" berz kir. Girse, li Deriyê Çiyê rastî barîkata polîsan bû. Piştî hevserokên KCD'ê bi polîsan re hevdîtin çêkirin, girsê dîsa dest bi meşê kir. Girseya ku di ber sûrên dîrokî yên Amedê re meşiyan bê navber ji siyasetmedarên kurd re azadî xwest. Di meşê de gelek caran di navbera polîs û girsê de rageşî derket. Piştî girse gihişt ber Edliyeya Amedê qada ber edliyeyê tijî kir. Heta ku girse gihişt ber edliyeyê hêjmara girsê 50 hezar derbas kir. Hin caran di navbera polîs û edliyeyê de alozî derketin. Herî dawî polîsan mudaxaleyî girsê kir. Polîsan bi bombeyên gazê mudaxaleyî girsê kir, girsê jî bi fişekên hewayî bersîv da polîsan. Li pêş edliyeyê ji ber pevçûnê her der bû wekî qada şer û ji ber bombeyên gazê her der di nava dûqanê de ma. Alozî didome../

DÎHA (mae)