1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ambulans nedan, mizgeft nehatin vekirin!
Ambulans nedan, mizgeft nehatin vekirin!,ambulans,nedan,mizgeft,nehatin,vekirin

Ambulans nedan, mizgeft nehatin vekirin!

Welatiyê bi navê Mehmet Temel ê di êrîşa balafirên bê mivorv (Heron) de hat qetilkirin, ji bo cenazeyê wî ambulans nedan û mizgeft nehat vekirin. Temel ê li welatê xwe hat definkirin, destûr nedan ku bavê wî yê girtî bê serdana wî

A+ A-

Welatiyê bi navê Mehmet Temel ê ku di êrîşa balafirên bê mirov (Heron) de hat qetilkirin, ji bo cenazeyê wî ambulans nedan û mizgeft nehat vekirin. Temel ê ku li welatê xwe hate veşartin, destûr nedan ku bavê wî yê girtî bê serdana wî.

Li herêma Kahniyareş a çoltara Ezîzanê ya gundê Talê ya Colemêrgê êrîşa balafirên bê mirov pêk hatibû û Mehmet Temel ê 35 salî jiyana xwe ji dest dabû. Cenazeyê Temel spartin axê.

Bavê 3 zarokan Temel bi 3 hevalên xwe re di êrîşê de birîndar bûbû, piştî ew rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê, jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo kar û barên otopsiyê cenazeyê Temel biribûn Wanê.

AMBULANS JÎ NEDAN

Piştî li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dursun Odabaşi ya Wanê karên otopsiyê bi dawî bûn, malbatê xwest cenazeyê kurê xwe bîne Colemêrgê, lê şaredariya Wanê ya ku qeyûm anîbûn ser, ambulans neda malbatê.

BI KAMYONETÊ BIRIN

Cenazeyê Temel bi kamyoneta ku malbatê kirê kir, birin Colemêrgê. Konvoya ku wekîlên HDP'ê jî tevlê bûn, di  rê de polîsan astengî derxist û nehiştin welatî biçin Colemêrgê û cenazeyê xwe veşêrin.

MIZGEFT JÎ VENEKIRIN

Faşîzma ku dewleta Tirk li Kurdistanê dike, bi  vê sînordar nema. Cenazeyê ku anîn Colemêrgê nehiştin biçe mizgeftê. Her çendî malbatê serî li çend mizgeftan da jî melayên dewleta Tirk mizgeft jî bi malbatê venekirin ku malbat  hewcehiyên xwe yên dînî bînin cih.

HEMÛ BAJAR DORPÊÇ KIRIN

Birayê Mehmet Temel Tahîr Temel destnîşan kir ku hêzên dewletê tevahiya Colemêrgê û goristana bajêr dorpêç kirine û aşkera kir ku ev hemû astengî Waliyê Colemêrgê, qeyûmê şaredariyê Cuneyt Epçîm û Midurê Polîsan ê Bajêr derxistiye.

Cenazeyê Temel di bin dorpêça polîsan de li taxa Kiranê li gel xizmên wî hate veşartin. Di merasîma cenazeyê Temel de wekîlên HDP'ê Bedîa Ozgokçe Ertan, Lezgîn Botan, rêveberên HDP û DBP'ê jî hazir bûn.

DESTÛR NEDAN BAVÊ WÎ

Wekîla HDP'ê ya Wanê Ertan ji bo bavê Mehmet Temel Mustafa Temel ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê dimîne tev li merasîma cenaze bibe, serî li Wezareta Edaletê û Wezîrê Karê Hundur da, lê daxwaza bav Temel hat redkirin û destûr nedan tev li merasîma cenaze bibe.

ANF