1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Amerîkaya Latîn ji bo Efrînê li ser piyan e
Amerîkaya Latîn ji bo Efrînê li ser piyan e,amerîkaya,latîn,ji,bo,efrînê,li,ser,piyan,e

Amerîkaya Latîn ji bo Efrînê li ser piyan e

Êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê û Rojava li Ameraya Latînê bi helwesteke tund hate şermezarkirin

A+ A-

25’Ê Çile li Şîliyê, 26’ê Çile li Bolîvya, Ekvador û Arjantînê li ber konsolosxaneyên Tirkiyê çalakiyên şermezarkirinê hatin kirin.

Di çalakiyan de bi dirûşmeyan hate gotin ‘terorîst, dîktator’ Erdogan û gelên Amerîkaya Latîn bang li dewletên xwe kirin ku têkiliyên xwe yên bi Tirkiyê re bibirin.

Çalakvanan xwestin ku êrîşên Tirkiyê raweestin û ji bo ku çavê xwe ji êrîşa Tirk re girtine DYA, NATO, Rûsya û rejîma Sûriyê şermezar kirin.

ARJANTÎN

Bi banga Komîteya Jinan a Hevgirtina bi Kurdistane re 26’ê Çile partiyên siyasî, saziyên mafê mirovan û jinan ber bi Konsolosxaneya Tirkiyê ya li Buenos Aîresê ve meiyan. Di meşê de nêzî 100 kes hatin û bi Spanyolî gotin, ‘’Erdogan tu faşîst î, tu terorîst î’ û bi Kurdî jî gotin ‘’Bijî Berxwedana Efrînê’.

Di meşê de Dayikê Plaza de Mayo Mîrta Baravalle û Nora Cortînas û parlamenter Laur Marronî û gelek parêzvanê mafê mirovan hazir bûn.

Her wiha Dayikên Plaze de Mayo, Tevgera Sosyalîst Karkeran (MST) Partiya Şoreşger a Komunîst (PCR) Convergencîa Socîalîsta, Partîdo Obrera , Dîgnîdad, FOB, Frante Popular Darîo Santîllan, ASL û berdeviya Tevgerê Alma Patrîa Grande jî hazir bûn.

Di çalakiyê de li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. D iaxaftinan de hate gotin, Kurd wê ji Efrînê dernekevin bi ser bikevin, Erogan ji bo hemû gelan gefek e û bi hişmendiya DAÎŞ’ê ye.

Saziyên Arjantînî jî gotin ew baş pê dizanin bê ka qirkirin û dîktatorî çiye û dîktatoriya li Tirkiyê her ku diçe dijwartir dibe û ew destekê didine têkoşîna Kurdan a li dijî faşîzma Erdogan û ew naxwazin li welatê wan konsolosê diktatoriya Erdogan hebe.

Sazî û rêxistinên Arjanîtînî gotin ‘Hikûmeta Tirk qatil e. Heta kengî ev dewleta qatil hebe. Hikûmeta Tik êrî raweste. Komkujiyên xwe bisekinînin.’’

Parlamentera Eniya Çep Laûra Marronî jî got Erdogan ne tenê êrîşê bi ser Kurdan dibe her wiha bi ser hemû gelan de dibe û xwest ku Erdogan û hemû emperyalîst ji Kurdistanê derkevin.

EKVADOR

25’ê Çile 18.00’an li paytexta Ekvadorê Quîto li ber Konsolosê Tirkiyê Komîteya Hevgirtina Kurdistanê çalakiyek kir. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê hatin şermezarkirin û hate gotin Şoreşa Rojava ne tenê ji bo Rojhilata Navîn ji bo hemû gelan girîng e.

BOLÎVYA

Li Bolîvya jî bi banga femînîstên Abya Yala li paytexta Bolîvya li ber konsolosê Tirkiyê êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê de hate şermezarkirin.

Jinan xwestin ku êrîşên bi ser Efrînê de demildest werin sekinindin û xwestin ku konsolosê Tirk ji Bolîvya were qewirandin.

ŞÎLÎ

Li paytext Santîagoyê li ber konsolosxaneya Tirk komek êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên bi ser Efrînê de şermezar kirin, yek ji xebatkarê konsolosxayê koma çalakger tacîz kir.

Peywirdar yek bi yek wêneyê çalakgeran digirt û wiha hewl da ko komê provake bike. Piştî nerazîbûna girseyê polîsên Şîliyê çalakî asteng kir.