1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Armanca Akademiya Mezopotamya avakirina nifşekî xwedî zanîn e
Armanca Akademiya Mezopotamya avakirina nifşekî xwedî zanîn e,armanca,akademiya,mezopotamya,avakirina,nifşekî,xwedî,zanîn,e

Armanca Akademiya Mezopotamya avakirina nifşekî xwedî zanîn e

Akademiya Mezopotamya ya Zanistên Civakî yek ji destkeftiyên şoreşa Rojava ye û ji bo pêkanîna demokrasî, dada civakî, wekhevî û avakirina civakeke azad û demokratîk dixebite

A+ A-

EHMED SEMÎR - COMERD ŞÊXO / QAMIŞLO

Armanca Akademiya Mezopotamya ya Zanistên Civakî avakirina nifşekî zana ji aliyê siyasî, fikrî û civakî ve ye. Her wiha karibe di hemû astan de civakê bi pêş bixe. Akademî bi rêya kadroyeke xwedî tecrubeyên zanistî û pisporên karûbarên civakî hewl dide armancên xwe pêk bîne.

Ji destpêka avakirina akademiyê ve gelek guhertin di pergala akademiyê de hatin kirin. Berê dema her dewreyekê 9 meh bû. Lê niha li gorî guhertinên di rêziknameya akademiyê de pêk hatine, dema her dewreyekê heta 14 mehan hate dirêjkirin.

Pergala xwedî gelek qonaxan

Di qonaxa destpêkê de heta 15 rojan xwendekar waneyên girêdayî pergala akademiyê dibînin. Di nav de girîngiya perwerdeyê, rexne û xwerexnekirin, niştîmanperwerî, zanista civakî, Neteweya Demokratîk, şêwaza xîtabê û waneyên fêrkirina zimanê kurdî dibînin. Di qonaxa duyemîn de semînerên fikrî heta 3 mehan tên dayîn. Ev semîner girêdayî dîroka Kurdistanê, rêgezên Neteweya Demokratîk, civaknasî (sosyolojî), jineolojî, dîroka Rojhilata Navîn, şêwaza dirûva rastiyê û waneyên fêrbûna zimanê îngilîzî ne.

Piştî 3 meh û 15 rojan xwendekar derbasî qonaxa sêyemîn dibin. Ev qonax a branşê ye. Ji du beşan pêk tê; sosyolojî û zanista dîrokê û dema wê 4 meh e. Semînerên vê qonaxê girêdayî dîroka desthilatdariyê, dîroka fikir, sosyolojî ji aliyê siyasî ve, lêkolîn û awayên xwendin, lêkolîn û amadekirina projeyan in.

Piştî bidawîbûna dewreyê, xebatên xwendekaran li gorî beşdarbûna wan di dewreyê de tên nirxandin. Piştre di saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de di warên ragihandin, darayî û Desteya Perwerde û Fêrkirinê de dixebitin.

Heta niha ji akademiyê 6 dewre bi encam kirine. Dewreya 7'emîn di meha Cotmehê de bi tevlêbûna bi dehan xwendekaran dest pê kir û niha jî waneyên zimanê kurdî dibînin.

Gulna Xelîl yek ji hînkerên Akademiya Mezopotamya ye û ji bajarê Hesekê ye. Gulna diyar kir ku akademî cihê ku mirov tê de zanîn û fikra xwe bi pêş bixê ye û wiha got:"Bi rêya xwendina pirtûkên dîrokî û civakî em fikrên xwe bi pêş dixin. Piştî me xwendina pirtûkan xilas kir, em navaroka wan nîqaş dikin."

Dîlan Hesen a ku ji herêma Firatê tev li dewreyê bûye jî destnîşan kir ku ew bi armanca pêşxistina zanîn û fikra xwe tev li dewreyê bûye û wiha dewam kir:"Perwerdeya di nav akademiyê de gelekî girîng e. Ji ber ku zanîn û karînên mirov di aliyên fikrî, civakî û dîrokî de zêde dike."

Têkildarî mijarê endama rêveber a Akademiya Mazopotamya Mîran Hesen jî destnîşan kir ku roleke mezin a jinan di akademiyê heye û wiha got: "Armanca me xurtkirina kesayeta jinan di warên fikrî û dîrokî de ye. Ji ber ku jin berê hatibû çewisandin. Em hewl didin şoreşeke zîhnî di warê azadiya jinan de biafirînin."

Pergaleke cudatirî pergalên akademiyên din

Endamê rêveber ê akademiyê Doşêr Mihemed destnîşan kir ku hindek cudahî di navbera pergala akademiya wan û pergalên akademiyên dewletên neteweyî û kapîtalîzmê de heye û ferqa di navbera wan de jî wiha anî ziman: "Akademiyên dewletên kapîtalîst û netewe dewletan de pergala perwerdehiyê li ser esasê xwendin û jiberkirinê tê dîtin. Yanî ezber dikin û di demeke kurt de ji bîr dikin. Ji ber wê mirov nikare navê akademiyê lê bike."

Her wiha Doşêr destnîşan kir ku fêrkirina mirovan, pêşxistin û xurtkirina zanîn û zîrekiya wan bi rêya xwendinê û jiberkirinê ne pêkan e û wiha dewam kir: "Wê demê xwendekar nikare tê bigihîje ku tiştên dixwîne rast in an na. Xwendekar di nav qalibekê de dimîne. Lê xwendekarên akademiya me hetanî ku di hemû waran de serkeftî nebin û kesayeta xwe xurt nekin wê nikaribin der biçin."

Mihemed diyar kir ku sedema vê yekê ew e ku pergala ezmûnan li akademiyê tune ye, lê belê xebatên xwendekaran tên nirxandin û her wiha lêkolîn û projeyên xwendekaran wek projeya derçûnê tên nîqaşkirin.

Têkildarî awayên nirxandina xebatên xwendekaran, Mihemed ev tişt anî ziman:"Endamên rêveber û mamoste bi hev re xebatên xwendekar û çawaniya beşdarbûnê di nav perwerdeyan de, rêjeya pêşxistina zanîn û kesayeta xwendekar û her wiha lêkolîn û projeyên xwendekar ku piştî bidawîkirina perwerdeyên xwe pêşkêş kirine, dinirxînin."

Rêveberiya akademiyê di nav van şert û mercan de xwendekaran dipejirîne: divê temenên wan di navbera 18-35 saliyê de be. Her wiha heta 11 salan di dibistanan de xwendibin.

(şx)

ANHA