1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Artêşa Tirk li Zagrosan têk çû
Artêşa Tirk li Zagrosan têk çû,artêşa,tirk,li,zagrosan,têk,çû

Artêşa Tirk li Zagrosan têk çû

A+ A-

  • ANF / SÎPAN FERHAD / RÊGER AZAD / BEHDÎNAN

Amed Malazgîrt, çalakiyên gerîla yên li herêma Zagrosê û rewşa heyî ya şer nirxand.

DI ZIVISTANÊ DE GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

Malazgîrt diyar kir, zivistana îsal pêvajoyeke bi liv û tevger bû û got, "Di demsala ku dijmin ne li bendê bû me çalakî lidar xist û derbên giran lê xist. Di pêvajoya zivistanê de me gelek çalakî pêk anîn. 3 caran li hemberî girên dijmin lê bûn, çalakiyên êrîşê yên berfireh hatin kirin û gelek caran derb lê hate xistin. Li hemberî girên Koordîne (Girê Guven) û Havan (Girê Gergî) çalakiyên me pêk hatin. Di van çalakiyan de gelke leşkerên dijmin hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn. Piştre li xeta Ertûşê çalakî hatin kirin, ku ev jî weke bersiveke mezin bû. Hêzên me yên gerîla di vê pêvajoyê de bi fedakarî û lehengî tevgeriyan. Çalakiyên me yên dema zivistanê, çalakî û şerê biharê nîşan didan."

'LI ÇARÇELAYÊ LEŞKER QERISÎN Û MIRIN'

Li ser operasyona artêşa Tirk a mehên zivistanê li herêma Çarçeleya Amed Malazgîrt got, "Li herêma Çarçelayê dijmin li du cihên stratejîk operasyon pêk anî, leşkerên xwe danî. Ji xwe li van cihan hêzên me tine bûn. Di nava şert û mercên giran ên xwezayê de leşkerên xwe avêtin vê herêmê û çûn. Gelek leşker ji ber serma û seqemê qerisîn û mirin."

Malazgîrt anî ziman, hêzên gerîla piştre li vir çalakî pêk anîn, di encamê de 6 leşker hatin kuştin, derb li helîkopteran hate xistin û li leşkerên li nava helîkoptereke ku hewl dida deyne herêmê xistin. Amed Malazgîrt destnîşan kir, berevajî îdîayên tên kirin, di vê operasyonê de rewşeke serketî ya artêşa Tirk nîne û got, encam ji bo wan gelekî giran bû.

PÊNGAVA BIHARÊ GOTINÊN SULEYMAN SOYLÛ PÛÇ KIR

Fermandar Malazgîrt bibîr xist, ku hêzên artêşa Tirk di zivistanê de li gelek cihan derketin operasyonê û hêzên wan ên gerîla li pêşberî van operasyonan xwe parastin.

Malazgîrt destnîşan kir, gerîla bi pêşîgirtina li van operaysonên mezin re amadekarî ji çalakiyên bi bandor re kirin û wiha dewam kir:

"Çalakiya ji nişka ve ya li dijî navenda polîsan a li navçeya Rezan a Amedê, li Tendurekê, derbên gelekî giran ên hêzên me yên eyaleta Serhedê li hêzên operasyonê xistin, çalakiyên li metropolên Tirkiyeyê, di çarçoveya vê amadekariyê de bûn. Ev çalakiyên li Bakurê Kurdistanê û li xeta sînor gelekî xurt û bi bandor bûn ku teoriya 'em ê biqedînin, wê nikaribin biharê bibînin' a dijmin û Suleyman Soylû pûç kirin. Pêngava biharê ya gerîla bêguman ne tenê ev e, wê mezintir bibe."

ÇALAKIYÊN BERFIREH ÊN LI ZAGROSAN

Li ser ast û çalakiyên gerîla yên li herêma Zagrosê jî Malazgîrt ev agahî da:

"Gelek çalakî hatin lidarxistin, ku di zivistanê de dest pê kirin û bi biharê re xurtir bûn. Li xeta sînor a li Colemêrg, Çelê, Gever û Şemzînanê li dijî gelek nuqteyên dijmin çalakiyên me pêk hatin. Ev çalakî car carna li nava xeta sînor jî pêk hat. Yek ji van çalakiyên li nava xeta sînor pêk hat, çalakiya bi roketan a li ser rêya bejahî ya Çelê-Colemêrgê bû. Maşîna zirxî ya ku çalakî li dij hate kirin, tevî leşkerên tê de hate îmhakirin. Wekî din li leşkerên li girên Havan (Gergî), Oordîne (Guven) ên Çelê û girên Alîşêr (Çiyayê Hîsar) û Ronahî gelek çalakî hatin lidarxistin. Van çalakiyan di asta berfireh, navîn û biçûk de dewam kirin. Her şêweyê çalakiyan li van giran hatin kirin. Êrîşên weke sûîqest, sabotaj, bi çekên giran, hawan hatin kirin û encam jê hate girtin. Di van çalakiyan de gelek leşkerên dijmin mirin û birîndar bûn. Beşeke gelekî biçûk a vê hejmara kuştiyan di çapemeniyê de hate nîşandan. Lê rastî berevajî ye. Bi biharê re dijmin van çalakiyan de gelek kuştî didan û çalakiyên gerîla berfireh dibû. Û timî digotin, 'wê gerîla nikaribin biharê bibînin, wê nikaribin çalakiyan lidar bixin'. Lê belê rewşa ku derket holê, çalakiyên gerîla û kuştiyên dijmin radixistin pêş çavan ku ev gotin tenê derew e û ji bo xapandina civakê ye. Gotin, 'em ê biqedînin, me qdandin, me derb lê dan'. Halbûkî ev gotin, rewşa wan vedigot. Yên ku diqediyan, derb dixwarin, ew bûn. Ji xwe hêza artêşa TC a şerê gerîla bike, nemaye. Leşkerekî xwe nîne ku li hemberî gerîla karibe sîng bi sîng şer bike. Divê ev rastî jî were zanîn. Bi rêya teknîkê û balafirên keşfê û şer hewl dide encamê bigire, lê ev jî bê encam dimîne. Di çapemeniyê de mijarên li derveyî rojevê tên nepixandin û hewl tê dayin rûyê rast ê şer were veşartin. Ya rast, dewleta TC serketî nîne, di rewşeke mezin a binketinê de ye. Pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Cûdî û Şehîd Nalîn Mûş a li Zagrosan dest pê kir û dewam dike, nîşan daye ku wê şer geştir bibe."

LI ZAGROSAN SERDEMA PÊNGAVÊ

Amed Malazgîrt ragihand, di çarçoveya vê pêngavê de wan li ser rêya Colemêrgê li konvoyeke leşkerî ya ji Çelê dihat xistin, wesayîtên leşkerî û bi dehan leşkerên tê de hatin îmhakirin.

Malazgîrt got, "Piştre çalakiya xisitna helîkoptera bi tîpa Skorsky heye. Di vê çalakiyê de, hêzên me ku 3 rojan xwe danîbûn bendê, li leşkerên ji bo guhertina hêzên li girê Koordîne (Guven) xistin. Bi roketên B-7 ev helîkoptera skorsky hate xistin, helîkopter û leşkerên tê de îmha bûn. 14 leşker hatin kuştin."

Malazgîrt anî ziman, piştî çalakiyê yekîneyeke leşkerî ya ji 150 kesî hatin cihê çalakiyê, tevî balafirên keşfê, helîkopterên skorsky, kobra û balafirên şer enqazê helîkopterê rakirin.

Malazgîrt da zanîn, di heman dmeê de bi hawanan li girê Koordîne çalakî hate lidarxisitn û 10 leşker hatin kuştin. Û raighand ku li Şikera Spî jî di çalakiya gerîla de 10 leşker hatin kuştin û gelek çek û alavên leşkerî ji ser leşkeran hatin rakirin. Malazgîrt destnîşan kir, ku bi çalakiyên bi vî rengî yên pêngava şoreşgerî ya li Zagrosan re artêşa Tirk derbên gelekî giran xwariye.

Fermandar Amed Malazgîrt got, dewleta Tirk şer ji zûdeyî winda kiriye û leşkerên artêşa Tirk 24 saetan di psîkolojiya mirinê de dijîn. Malazgîrt ragihand, artêşa Tirk hêzeke qels e ku bêyî teknîkê nikare şer bike.

MEDYA HEWL DIDE ÇALAKIYÊN ME VEŞÊRE

Endamê Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel Amed Malazgîrt diyar kir, artêşa Tirk li Zagrosan di rewşeke gelekî zehmet de ye û wiha dewam kir: "Ji her alî ve têkçûyî ye. Erdogan di daxuyaniya xwe ya li ser bîlançoya salekê de dibêje, 'di nava salekê de 10500 gerîla hatine îmhakirin'. Ji bo gerîla dibêje 'komeke û me li hemûyan da'. Wê çaxê mirov dipirse; eger di vê astê de windahiyên gerîla hebe, hingî yên her roj van çalakiyan dikin kî ne? Ew li gorî xwe bîlançoyekê eşkere dikin. Mirovên ku vê bîlançoyê bal lêkolîn bikin, wê bibînin bê dewleta Tirk çawa xwe vala derdixîne. Hewl didin têkçûna xwe veşêrin. Bîlançoyeke ku mîna wan eşkere kirine, nîne. Hemû nûçeyên dane, derew in. Bi rêya derewan hewl didin raya giştî bixapînin. Hewl didin hin operasyonên xwe jî bi rengekî nepixandî û serketî nîşan didin. Di asteke bilind de êrîşên bi balafirên şer dikin. Ev êrîşên hewayî nikarin demeke dirêj dewam bikin. Weke hêzên gerîla me li hemberî van êrîşan tedbîrên xwe girtine. Êrîş bê encam in. Gerîlayên me li hemberî teknîkê, xwedî hunereke dewlemend a taktîk û rêbazan e. Windahiyên me yên ji ber êrîşên hewayî, ne weke hejmara ku di çapemeniya Tirk de tê weşandine. Li hemberî her şêwe êrîşan gerîla dizanin xwe biparêzin."

MUTEAHÎT Û CERDEVAN HATIN HIŞYARKIRIN

Amed Malazgîrt di dewama axaftina xwe de anî ziman, armanca artêşa Tirk a li Kurdistanê ne tenê operasyon in û ev nirxandin nkir: "Artêşa Tirk li Kurdistanê di rewşeke dagirker de ye. Ji gelek herêmên Tirkiyeyê leşker anîne û Kurdistan dagir kirine. Qîma xwe bi vê jî neanî, li gelek herêman pêşî li cerdevaniyê vekir û cerdevanan tevlî operasyonan dike. Mîna salên 90'î hewl dide Kurdan bi destê Kurdan bide kuştin. Pêwîste cerdevan tevlî operasyonan nebin. Ji xwe hin cerdevan û çeteyên ku xwîna gel û gerîla rijandine, di hedefa me de ne. Leşkerên ku tevlî operasyonê nabin, tenê li gundê xwe ne, nadin pêşiya leşker û operasyonan, ew di hedefa me de nînin. Dijmin di vî warî de polîtîkayeke taybet dimeşîne. Pêwîste Kurdê bi şeref, nekeve vê xefikê û karibe dest ji cerdevaniyê berde."

Amed Malazgîrt diyar kir, mijareke din a girîng jî, li herêma Colemêrgê û bejahiya wê, çêkirina rêyên li 'cihên stratejîk' e û got, "Çêkirina van rêyan parçeyek ji polîtîkaya şerê qirêj a dewleta Tirk e. Dixwazin çiyayên me, deşt û zozanên me kontrol bikin. Vê yekê jî dixwaze bi destê mueahît û şîrketên Kurdan bike. Pêwîste kesek tevlî van projeyan nebin. Yên di vê mijarê de bûne navbeynkar, di nav de cih digirin, lazim e ji vî karî derkevin. Yên îhaleya xwe heye, lazim e vekişîne. Di rewşeke berevajî de di hedefa me de ne. Dema li van hate xistin jî, berpirsyar em nînin."

JI NIHA Û PÊ VE WÊ PRATÎKEKE XURTIR WERE NÎŞANDAN

Ji bo dema pêşiya me jî Malazgîrt got, "Di dîroka me ya şer de, gerîlayên Zagrosê mohra xwe danîn binê geleke çalakiyên girîng. Gerîlayên Kurdistanê di her serdemê de bi fedakarî û serketineke mezin bi berpirsyariya xwe rabûn. Ev pêvajo jî pêvajoyeke bi vî rengî ye. Dem dema serketin û azadiyê ye. Dijmin bi her awayî ji aliyê siyasî, leşkerî û civakî êrîş bike jî, wê li pêşberî berxwedana bêhempa ya Rêber Apo, gelê me yê welatparêz û gerîla têk biçe. Hemû hêzên me yên gerîla yên li gelemperiya Kurdistanê bi rengekî çalak bersivê didin pêvajoyê, çalakiyan lidar dixin. Haya gerîlayên Zagrosê di vê pêvajoyê de bi erk û wezîfeyên xwe heye. Me mehên biharê bi çalakiyên xurt bihurand. Ji niha û pê ve wê pratîkeke xurtir bê nîşandan.

BANGA LI CIWANAN

Li dijî êrîşên dijmin ên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê yên li dijî gelê me û ciwanan, li hemberî polîtîkayên girtinê, divê ciwanên me serî rakin û berê xwe bidin çiyayên azad ên Kurdistanê."