1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ava kanalîzasyonê bi gelê Wanê didine vexwarin
Ava kanalîzasyonê bi gelê Wanê didine vexwarin,ava,kanalîzasyonê,bi,gelê,wanê,didine,vexwarin

Ava kanalîzasyonê bi gelê Wanê didine vexwarin

Qeyûmê dewleta Tirk ê li Wanê, gefeke mezin li tenduristiya mirovan dixwe. Li bajarê Wanê, ku nifûsa xwe 1 mîlyon û 500 hezar e, ev çend meh in ava ku ava kanalîzasyonê dikeve navê, tê vexwarin

A+ A-

Li Wanê, tevî ku bi hezaran zarok ji ber ava vexwarinê nexweş ketin, qeyûmê li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hate bicihkirin, ji gel re nabêje ku ava vexwarinê gemarî bûye. Midûriyeta Tenduristiyê ya Wanê û Qeyûmê Wanê xwe kerr û lal kirine. Bi hezaran zarok, ji ber ku nava wan diçe, verdişin û canê wan disincire, li beşa zarokan a nexweşxaneyan tên dermankirin.

Hevserokê Şaxê Wanê yê Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Civakî û Tenduristiyê (SES) Sezer Orenç anî ziman ku bi taybetî nava zarok û pitikan diçe û canê wan disincire. Orenç bi bîr xist, ku li cihê nexweşiya şewbê lê der dibe, beriya her tiştî bal diçe ser avê û got, "Ji ber neparastina depoyên belavkirina avê, her wiha ji ber kêmasiyên tesîsan, ava vexwarinê gemarî dibe. Dema mirov li raporên nirxandina ava şebekeyên li Wanê dinerin, tê dîtin ku li gel pirsgirêkên demî her wiha pirsgirêkên daîmî jî hene. Saziyên tenduristiyê û qeyûm di vî warî de gel agahdar nekin jî, ya jî mîna ku ti pirsgirêk nîne tevbigerin jî, her kes zane ku şewb heye."

PARZÛNGEHA AVÊ NAYÊ XEBITANDIN

Parzûngeha avê, ku beriya qeyûm bi mîlyonan lîreyî hate çêkirin, ji ber 'nebûna jeneratorê' naxebite. Orenç bi bîr xist, ku vexwarina ava paqij mafekî civakî ye û yekser bandorê li tenduristiya gel dike û destnîşan kir, ku peydakirina ava paqij li Wanê hema bêjin nepêkane. 

Orenç got, eger depoyên avê bên parastin, timî werin kontrolkirin û ji aliyê saziyên tenduristiyê ve karê klorkirinê bê kirin, dibe ku şewbên ji ber sedemên biyolojîk rû didin, bên astengkirin.

Orenç wiha dewam kir: "Di rewşeke berervajî de, dibe ku bi destê mirovan, ya jî heywanên li derdorê digerin bikevin depoyên avê, gemarî bikin û bakeriyan bixin nava avê." Orenç destnîşan kir, ku vexwarina ava paqij mafê hemû welatiyan e.

AVA KANALÎZASYONÊ BI GELÊ WANÊ DIDE VEXWARIN

Doktorek ji ANF'ê re axivî û anî ziman, ku ev çend meh in ava kanalîzasyonê bi gelê Wanê didin vexwarin. Doktor diyar kir, tevî ku nexweşî zêde bûne jî Midûriyeta Tenduristiyê ya Wanê û Qeyûm vê rewşê ji gel vedişêrin. Doktor got, "Haya gel ji vê nîne. Ji ber ava gemarî her roj bi sedan zarok û pitik ji ber ku nava wan diçe, verdişin û canê wan disincire tên navenda me ya tenduristiyê. Ji ber ava gemarî, zarok û pitik bi enfeksiyonê dikevin. Em vê pêşniyarê li malbatên ku tên navenda me dikin: Ava vexwarinê teqez bikelînin. Her wiha firaxên xwe jî di nava ava kelanî de bihêlin. Ji ber ku haya welatiyan jê tine bû, heta niha tedbîrên bi vî rengî nedigirtin. Heta ku ji destê me tê, em jî hewl didin mirovên xwe yên li vê derê agahdar bikin."