1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Awirek û Şiroveyek Li Ser Komkujiya Ermenan
Awirek û Şiroveyek Li Ser Komkujiya Ermenan,awirek,û,şiroveyek,li,ser,komkujiya,ermenan

Awirek û Şiroveyek Li Ser Komkujiya Ermenan

BI BONEYA SALVEGERA TEVKUJÎYA ERMENÎYAN MIN NÊRÎNA XWE NIVÎSÎBÛ…Û PŞTÎ DEMEKÊ ŞIROVEYEK HAT! (https://www.facebook.com/mahabad.felat )

A+ A-

 

Mahabad Felat: Yên wê rojê ew malxirabî li gelê ermen kirin û yên îroj li gelê xwe (!) dikin heman derdor û heman mêjî ne. Yên bi osmaniyan re li êzdiyan dikirin jî heman mêjî bûn. Li ser navê xwe dibêjim, ew ne bav û kalên min an pêşiyên min in; çewa ku dê cahş, xwefiroş, xayîn û alçaxên îroj dê nikaribin bibine pêşî û bav û kal ji kurê min re! Loma jî ez vê nêrîn û nêzîkayiyê zêde hestyar, ne objektîf û dûrî rastiyan dibînim. Û eger guneheka me ya mezin hebe ku îroj em bedêla wê didin, ew dest û devjêberdana rastiya xwe û bidûketina ola ereban e, ne tiştekî din! 

 

Ezîzê Cewo: Tu sedî sed r’ast î, û gotina te wek helwesta kesayetîyeke k’urdî r’ast e... Lêbelê ev yek ewqas ji me r’a – wek net’ew, dubare kirine û li ser serê me xwendine, ku em jî li xwe dik’evin şuphê – wek net’ew! Hema di r’astêya xwe da her tişt ne wisa bûye, di wê r’wşa wê demê da, dema dewleteke barbar, ya wek Osmanîyê, li gelên ne t’irk hatibû xezebê, ter’ û hişk di nava hev da dişewitîn... 

Erê, yên wek cehşên îro hebûne (û ew di nav her gelî da jî hebûne, hema di nav ermenîyan bi xwe da jî hebûne, yên ku paşê îslam jî p’ejirandine, û îro, wek ku dibêjin, ji mîllîonekî zêdetir ermenîyên misulman di T’irkîyayyê da hene!), lêbelê gelekan wê demê çawa dikaribûne, wisa jî serê xwe xilaz kiribûne... Wê dema t’evkujîya ermenîyan, ma di nav artêşa osmanîyan da leşkerên ermenî, serleşker û paşayên ermenî nînbûne? Ma maldar, parlamênter, dîplomat û yên din ên ermenî nînbûne? Ma ew ji mîlîonekî zêdetir (heya hinek çevkanî behsa du mîlîonan zêdetir jî dikin!) ji k’u derletin? ...  

Û, tiştekî dinê jî! Heya sala 1965an di Ermenîstanê da kesekî nedigot – k’urdan  ermenî kujtine, heya serpêhatî û bîranên wan ermenîyan diweşandin, ên ku bi alîk’arîya k’urdan r’izgar bibûn... Lê paşê, piştî 1965an, dema bi fermî 50 salîya t’evkujîya ermenîyan bi bîr anîn, bi berekê va berê t’ewanê dane k’urdan – wek net’ew... Ez dîsa dibêjim, erê, hinek k’erên me yên bêmejû, xayîn û xwefiroş di k’arê osmanîyan ê r’eş da di destê wan da bûne ç’ek, lê ew siyaseta dewleta osmanî  bûye! 

Min t’imê gotye û dîsa dibêjim, ez neletê li wan dikim, ên ku bi wî k’arê dijmirovî r’abûne, yên weke wan îro li hember gelê min jî bi heman şêwazî r’adibin, ez bi dilkovanî û r’êzdarî hemû cangorîyên wê t’evkujîyê bi bîr tînim, serê xwe li ber bîranîna wan diç’emçnim, lêbelê ez di heman demê da, wek ku wan mirovan nefret û nalet dikim, ên ku ew k’arê r’eş, sûcê dijî mirovahîyê pêkanîne, ewqasî jî wan nefret û nelet dikim, yên ku wî sûcî dikin stuyê gelê k’urd – wek net’ew!..

 Ew, ku berê t’awanê berbi gelê k’urd va guhartine, du sedemên wê hebûne: yek siyaseta T’irkîyayê bûye, ku wî sûcî dûrî xwe bixe, ya dinê jî siyaseta Ermenîstanê ya hindur’în bûye, û ev jî divê bi zanistî bê lêkolînikirin û zelalkirin... Û ev jî ji bo herdu gelên me yên cînar p’ir’ girîng  e, em çiqas r’astîyê bizanibin, ewqas ew dilsarîya bi destê dijminana kirina nava herdu gelan, dê ji holê rabe!