1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bajarokê Hemrat Nasra û gundek hatin rizgarkirin
Bajarokê Hemrat Nasra û gundek hatin rizgarkirin,bajarokê,hemrat,nasra,û,gundek,hatin,rizgarkirin

Bajarokê Hemrat Nasra û gundek hatin rizgarkirin

A+ A-

Qonaxa Çaremîn a Pêngava Xezeba Firatê bi rengekî serketî dewam dike.

Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê şevê din ji bo rizgarkirina bajarokê Hemrat Nasra ku bi 5 kîlometreyan li rojhilatê Reqayê ye ketin tevgerê. Piştî şerê 3 rojan şevê din şervanan hemû nuqteyên di destê çeteyan de bûn girtin û bajarok bi temamî kontrol kirin.

Piştî rizgarkirina bajarok şervanan pêşdeçûna xwe dewam kirin û berê xwe dan gundê Hemrat Belsim. Di şerekî dijwar de gundê Hemrat Belsim jî ber destê sibehê ji çeteyan hate paqijkirin.

Şervanan li bajarokê Hemrat Nasra û gundê Hemrat Belsim dest bi lêgerîn û paqijkirina bermahiyên çeteyan kirin.

Li aliyê din şevê din çeteyên DAIŞ derdora saet 03.00'an hewl dan êrîş bibin ser gundê Baran ku berî çend rojan hatibû rizgarkirin. Li gundê ku li bakurrojavayê Reqayê ye, çeteyan xwestin bi 7 êrîşkarên xwekujî encam bigirin. Şervanan bersiva tund dan û li gund şer derket. Çeteyekî xwe teqand û 6 êrîşkarên din ji aliyê şervanan ve hatin kuştin. Hewldana êrîşê hat têkbirin û termê çeteyên hatin kuştin li herêma di kontrola şervanan de man.

Pêngava Xezeba Firatê di Mijdara 2016'an de hate destpêkirin. Di êvara 21'ê Adarê de jî operasyona rizgarkirina bajarê Tebqa û Bendava Firatê hatibû destpêkirin û di encama operasyona 50 rojî de bajarê Tebqayê û Bendava Firatê hatibûn rizgarkirin. Şervanên QSD'ê ji gelek aliyan ve dor li bajarê Reqayê girtine. Heta niha zêdeyî 100 hezar sivîl ji vê herêmê reviyan e. Şervanên QSD'ê sivîl derbasî herêmên ewle kirin.