1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Balefirên Tirk Besta Bombebaran Kirin
Balefirên Tirk Besta Bombebaran Kirin,balefirên,tirk,besta,bombebaran,kirin

Balefirên Tirk Besta Bombebaran Kirin

Artêşa Çekdar a Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja 19 Avrêl 2017'an saet di 19:50'yî de li Herêma Besta ya bajarê Şirnexê operasyoneke nişkayî hatiye lidarxistin.

A+ A-

Sedemên rabûna balefirên şer ên ji balefirgeha Amedê belî bû.

Artêşa Çekdar a Tirk bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku roja 19 Avrêl 2017'an saet di 19:50'yî de li Herêma Besta ya bajarê Şirnexê operasyoneke hewayî hatiye lidarxistin. Artêşa Çekdar a Tirk daxuyand ku operasyon ji nişka ve hatiye lidarxistin, ji ber ku agahiyek wê katê hatiye standin.

Li gor çavdêran dibe ku gerîlayên HPG'ê ji aliyê balefirên bêmirov an jî peykên hewayî ve hatibe hatibin dîtin.

Artêşa Çekdar a Tirk wekî her demê piştî bombebaranê îdia dike ku 11 şervanên HPG'ê jiyana xwe ji dest dane, lê di operasyonên wiha de li gor pisporên leşkerî ne mimkûn e ku windahî bên zanîn û hejmarên ku Artêşa Tirk didin bi tevahî parçeyekî Şerê Psîkolojîk e.

Amîda Kurd