1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bandora dagirkeriyê ya li ser aboriya Başûrê Kurdistanê
Bandora dagirkeriyê ya li ser aboriya Başûrê Kurdistanê,bandora,dagirkeriyê,ya,li,ser,aboriya,başûrê,kurdistanê

Bandora dagirkeriyê ya li ser aboriya Başûrê Kurdistanê

A+ A-

  •  RÊBAZ HESEN/KERKÛK

Artêşa Iraqê û hêzên Heşdî Şabî, referandûma 25'ê Îlonê ya li Başûrê Kurdistanê ji xwe re kirin hincet û 16'ê Cotmehê ji Kerkûkê dest pê kirin û gelek herêmên di destûra bingehîn a Iraqê de weke 'herêmên cihê nîqaşêê ne' kontrol kirin. Li van herêmên navborî ya ku herî zêde bandorê li Başûrê Kurdistanê bike, çavkaniyên petrolê ne. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê kir, ji ber herêmên petrolê yên ji 16'ê Cotmehê û vir ve ji dest berda, ji aliyê hatineya petrolê ve wê bikeve rewşeke kêmî salên 1991 û 2003'an.

Gelê Başûrê Kurdistanê, sala 1991'ê bi raperîna li Qeladizê û Ranyayê dest pê kir re, beşeke mezin a axa Başûrê Kurdistanê ji rejîma Saddam rizgar kir. PDK û YNK ku wê wextê ne li welêt bûn, vegeriyan Başûrê Kurdistanê û bûn desthilatdar.

Di nava herêmên hatin rizgarkirin de li herêma Şîveşok, gelek û gund û navçeyên nêzî Taqtaqê bîrên petrolê hebûn. Ji van bîrên ku PDK û YNK'ê kontrol kirin, petrola xav hate derxistin. Bi qasî 300 hezar warîl petrol bi tankeran bi rengekî qaçax hate firotin.

Vê rewşê heta sala 2014'an dewam kir, ku DAIŞ'ê Şengal û gelek herêmên heta nêzî Kerkûkê dagir kir.

PDK'Ê BÎR KONTROL DIKIR

Piştî ku DAIŞ di sala 2014'an de ket Şengal, Kerkûkê, Zûmar û Rebîayê, hikumeta Iraqê xwe ji van herêman vekişand û ji herêmên petrolê Zûmar, Bayhesen, Havane, Babagûrgûr, Cembûr û Xebaz ketin destê rêveberiya herêmî.

Ji herêmên petrolê yên hatin kontrolkirin a herî zêde petrola xav jê hate derxistin, herêmên Bayhesen û Havane bûn. Ji bîrên petrolê yên li van her du herêman, rojane 560 hezar warîl petrol dihate derxistin. Piştî ku ev her du herêm kontrol kir, PDK bû xwedî du herêmên ji aliyê petrolê ve gelekî dewlemend e. Bi vê yekê re, petrola ku heta sala 2014'an rojane 300 hezar warîl dihate firotin, gihîşt 800 hezar warîlî.

HATINEYA PETROLÊ ROJANE 28 MÎLYON DOLAR BÛ

Warîla petrolê niha li bazara cîhanê 55 dolar e. Li gorî pisporên petrolê, mesrefa derxistina ji bîrê, birin û hwd. a petrolê bi qasî 20 dolar e. Dema ku mesref jê tê derxistin, serê her warîlek petrolê 35 dolar dimîne. Ji bo 800 hezar warîl petrola rojane dihat derxistin, dema mesref jê diçû 28 mîlyon dolar dima. Ev yek jî nîşan dide ku ji petrola li Başûrê Kurdistanê heta 16'ê Cotmehê rojane 28 mîlyon dolar dihate bidestxistin.

Serokwezîr Nêçirvan Barzanî û Aşîtî Hewramî di rêjeya petrola ji Başûrê Kurdistanê dihate derxistin û hatineya jê tê bidestxistin, zanîbûn.

'60 JI SEDÎ YÊ BÎRÊN PETROLÊ JI DEST ÇÛN'

Serokê Komîteya Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî ya Silêmanî Xalîb Mihemmed li ser kêmbûna petrolê û bandora wê ya li ser aboriyê ev agahiyên balkêş da: "Rêveberiya Herêma Başûrê Kurdistanê di 16'ê Cotmehê de 60 ji sedî yê bîrên petrolê yên di destê xwe de ji dest berda. Li herêmên ji dest çûn, ne tenê bîrên hatine vekirin hene. Her wiha gelek rezervên ku hê bîr li ser wan nehatine vekirin, hene.

Li herêmên ji dest çûn 535 bîrên petrolê hebûn.

Petrola dihate firotin ji 800 hezar warîlî daket 200 hezar warîlî. Ev hejmar kêmî petrola qaçax a sala 1991'ê dihate firotin e. Ji ber vê yekê krîzeke cidî ya aboriyê li ber Rêveberiya Herêmî ye."

ANF