1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Bazara lê hatibû firotin azad kir
Bazara lê hatibû firotin azad kir,bazara,lê,hatibû,firotin,azad,kir

Bazara lê hatibû firotin azad kir

Hêzda Şengal yek ji bi hezaran jin û zarok bû ku di 3ê gelawêja 2014an de ji aliyê çeteyên DAÎŞê ve dîl hatibûne girtin. Piştî azad bû, weke şervaneka YJŞê vegeriya Reqa´yê. Hêzda baniya sor a dibistaneke li taxa Sînaa´yê nîşan dide û dibêje: ”Ev dibistan û derdora wê weke bazara firotana jinan dihatine bikaranîn. Cihê em lê kole bûn, me niha azad kir”

A+ A-

 

Operasyona bi navê ”Şerê Mezin” a bi armanca rizgarkirina Reqa´yê ji destê DAÎŞê, ket roja 46an û hîn didome. Hêzên Sûrî ya Demokratîk (QSD) bi operasyonên ji rojhilat, rojava û başûr ve, bêhn li çeteyan çikandine. DAÎŞ di navenda bajêr de asê maye. Operasyona rizgarkirina Reqa´yê her wiha bi tevlîbûna Yekîneyên Jin ên Şengalê (YJŞ) ku bi sonda tolhildana jinên êzîdî ên di Fermana Şengalê de dîl hatine girtin û li bazaran hatine fioratan û kuştin, gihîşt wateyeka nû.

 

Hêzda Şengal yek ji bi hezaran jin û zarok bû ku di 3ê gelawêja 2014an de ji aliyê çeteyên DAÎŞê ve dîl hatibûne girtin. Hîn 17 salî bû di fermana 73an de bi 25 kesên ji malbata xwe ve dîl ket destê hoveberan. Hêzda wê demê li Xanesorê ji aliyê erebên piştgiriya DAÎŞê dikin ve tê rawestandin û girtin.

 

10 mehan dîl ma

 

Piştî wê radestî DAÎŞê dikin, bi hezaran jinên din ve li navenda Şengalê, li zîndanekê têne girtin. Li vir Hêzda jî weke jinên ciwan ên din, ji mêr û jinên dintê veqetandin û ew cuda digirin. Piştre bi malbata wê ve, wê dibine Musul´ê û dibe şahidê kuştina mêrên dîl hatine girtin. Li vir ji malbata xwe tê veqetandin û bi hezaran jinên din ve wê jî dibine Reqa´yê.

 

Hêzda li Reqa´yê 10 mehan dîl tê girtin û di vê demê de 3 caran tê firotin. Di hers ê caran de jî hewl dide xwe bikuje. Li gel êrîşên zayendî, bi gelek êrîşên cuda re rûbirû dimîne. Piştre bi alîkariya malbateka kurd ji Reqa´yê direve û xwe digihêjîne hêzên QSD´ê. Piştre jî diçe Şengalê û tevlî hêzên YJŞ´ê dibe. Bi YJŞ´ê re, bi drûşma ”Em ê tola jinên êzdî hilînin” tevlî operasyonê dibe, li rojhilatê Reqa´yê, li ber deriyê sûrên dîrokî bi cî dibe û parastina ciyekî stratejîk dike.

 

Dengê qêrînên wan hîn di guhî min de ye

 

Hêzda, ji bo azadkirina jinên êzdî ên hîn di destê DAÎŞê de ne, vegeriya ser axa ku lê bi mehan dîl bû û kêliyên hestyar dijî. Piştî bêhneka kûr a ji kezebê, demek kin bêdeng ma, serê xwe bilind kir û li jor nihêrî û piştre dest bi axaftinê kir: ”Rojên ji agirê dojehê bûn li Şengalê û ew qîrîn û gaziyên erd û esîman dihejandin hîn di guhê min de ye. Piştî mêran kuştin, jinên extiyar, ên ciwan, zarok bi dorê şandin Til Afer, Musul û Reqa´yê.”

 

Ji malbata wê 25 kesî dîl girtin

 

 

Hêzda dide zanîn ku ji malbata wê 25 kes dîl ketine û wiha didomîne: ”Du jinbirên min, du jinapên min, 6 keçên apê min, birayekî min du xuşkên min û zarokên wan hebûn, em bi giştî 25 kes bûn. Keçên apê min û apê min li usul´ê ji me qetandin. Yên mayî jî hemî li Reqa´yê ji hev qetandin. Her yekê firotine kesên cuda.”

 

Malbata wê bi mehan wê wek mirî zanibûn

 

Di hewldana duyem a xwekuştinê de jineka din a êzdî Hêzda´yê dibîne û beriya wê rizgar dibe û dema diçe Şengalê, ji dê û bavê wê re dibêje Hêzda´yê xwekuştiye: ”Ew beriya min rizgar bûbû û çûbû. Tiştê dîtiye ji dê û bavê min re vegotiye û wan jî êdî wisa zaniye ku ez mirime. Piştî ez ji Reqa´yê rizgar bûm min agahî neda wan va ez rizgar bûme, lewra min biryara tevlîbûna YJŞ´ê dabû. Bi qasî sal û nîvî ez di perwerdeyan de mam. Piştî perwerdeya min temam bû, ez tevlî xebatên siyasî bûm. Ji bo xebatan em mal bi mal li Şengalê digeriyan.

Di dema van xebatan de ez bi malbata xwe re jî axivîm. Dema ez dîtim him şa bûn û him pir acis bûn. Me hev hemêz kir û em bi saetan giriyan.” dibêje Hêzda.

 

Aha ew der bû!

 

Li ser pirsa ”Ciyê ku te lê dîl digirtin tê bîra te?” ji ciyê xwe rabû, li der û dora xwe nihêrî û bersiv da: ”Ev der Taxa Sînaa ye.” Piştre li milê rastê yê ciyê lê ye dibistanek baniya wê sor e nîşan da û berdewam kir: ”Aha ew der bû! Pêşî me birin jêrzemîna wê dibistanê. Ji bo kesek nereve, me li wir vedişartin. Tenê çete ciyê me zanibûn. Piştî bû sibe me ji wê derê deranîn, li derdorê gerandin. Emîr û çeteyên din hatin vê derê û jinên diecibandin bi xwe re dibirin. Pêşî em hemiyan weke diyarî dane wan. Piştre em firotine kesên din. Ev dibistan û derdora wê weke bazara firotana jinan dihatine bikaranîn. Cihê em lê kole bûn, me niha azad kir. Ev cihê em lê bi cî bûne, li ba sûrên dîrokî ye. Parastina deriyê sûrê di destê me de ye. Devera wekî bazar bikar dianîn, lê milê rastê yê ciyê me yê niha ye. Me operasyon jî li dar xistin li dijî wê derê û kontrola wan deran êdî di destê me de ye.

 

 

NAZIM DAŞTAN/DİHABER/REQA

 

Werger ji tirkî: amidakurd.net

 

YENİ ÖZGÜR POLİTİKA