1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Berdevka YPJ'ê: Dewleta Tirk dersa xwe ya nû ji Efrînê distîne!
Berdevka YPJ'ê: Dewleta Tirk dersa xwe ya nû ji Efrînê distîne!,berdevka,ypj'ê,dewleta,tirk,dersa,xwe,ya,nû,ji,efrînê,distîne

Berdevka YPJ'ê: Dewleta Tirk dersa xwe ya nû ji Efrînê distîne!

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah got, "Ên bêdeng êrîşên dewleta Tirk dipejirînin. Lê yên ku ji Kobanê ders negirtine niha li Efrînê derseke baştir digirin."

A+ A-

SERKAN DEMÎREL / CENEVRE / ANF

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah ya ku li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ye ji ajansa me re axivî

 

'ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ KOMLOYEKE NAVDEWLETÎ YE'

Berdevka YPJ’ê Nesrîn Ebdullah got êrîşa li ser Efrînê hem êrîşeke leşkerî û hem siyasî ye û got yên ku dixwazin xaka Sûriyê par ve bikin niha şerê xwe li ser Efrînê dikin. Ebdullah got mirov dikar êrîşa li ser Efrînê weke komployeke navdewletî bibîne, ji ber ku her kes di nav vê êrîşê de ye, ne tenê bi biryara Tirkan e.

Ebdulah bal kişande Berxwedana Serdemê û got, êdî rewşê ew ê  weke 'Beriya Efrînê û piştî Efrînê' binirxînin.

'CENEVRE, ASTANA SOÇÎ ŞANO BÛN, TIRKIYE JÎ FÎGÛRAN BÛ'

Ebdullah got êrîşa li ser Efrînê nîşane wê ye ku Tirkiye li Sûriyê têk çûye, bal kişande ser civînên Cenevre, Astana û Soçiyê û ev civîn 'şano' ne û 'Tirkiye jî fîgûran bûye'. Ebdullah diyar kir ku bi van civînan gelên Sûriyê hatine awiqandin û li ser êrîşên li ser Efrînê jî got, ev êrîş ne tenê êrîşa li ser Kurdan e, her wiha nîşana wê ye ku li ser çareseriya Sûriyê hê biryar nehatiye dayin û Tirk jî dixwazin li Sûriyê kaosê giran bikin.

'TIRKIYE, RÛSYA, HÊZÊN KOALÎSYONÊ TÊK ÇÛN'

Ebdullah bal kişande ser nêzîkatiya hêzên navdewletî û got, "Sûriye kirin çirav. Hêzên ku li Sûrî tevdigerin êdî ketine çiravê. Li Sûriyê ne tenê Tirk, Rûsya, hêzên koalîsyonê jî têk çûn. Ji ber ku van hêzan digot, ‘’em ê bi hev re vê arîşeya Sûriyê çareser bikin’ lê bi ser neketin. Tekane tişta ku van hêzan kirî ew e ku kuştina gelên Sûriyê û talankirina Sûriyê bû."

'ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ NE TENÊ ÊRÎŞA DEWLETA TIRK E, YA NATO'YÊ YE JÎ'

Li ser helwesta DYA'yê û hêzên koalîsyonê got, "Rast e ji bo têkoşîna dijî terorê bi DYA û hêzên koalîsyonê re hevkariya me heye lê naye qebûlkirin ku ev li bara êrîşên dewleta Tirk bêdeng bimînin. Heke tê gotin bi taybetî li Sûriyê ez ê li dijî DAÎŞ’ê şer bikim û her wiha li Sûriyê ji bo avabûna Sûriyeyeke demokratîk bixebitim divê gavên hewce werin avêtin."

Ebdullah got lê heke îro li bara êrîşên Tirkan radiwestînin sibehî wê li bara êrîşên DAÎŞ'ê jî mudahele nekin, ji ber ku êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê her wiha êrîşa El- Qaîde, DAÎŞ, El Nûsra, Ehrar û Şam e. Nesrîn Ebdullah got, "Beriya niha Koalîsyon dibe ku soz nade be ku ew ê Efrînê biparêzin lê îro êrîşa dewleteke endamê NATO’ê li ser Efrînê heye. Ji bo vê jî em dibêjin a ku êrîşê bi ser Efrînê de tîne ne tenê dewleta Tirk e, her wiha NATO ye."

'HELWESTA KOALÎSYONÊ DURÛ YE'

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Ebdullah bi berdewamî li ser bêdengmayina van hêzan got, "Bêdengiya wan bi teqezî tê wateya erêkirinê. Koalîsyon radibeb û dibêje Tirkiyê, 'qadên sivîl nekin hedef an jî hesas bin'. Ev bi rengekî vekirî tê vê wateyê: li sivîlan nexin lê hûn dikarin li YPG, YPJ û QSD'ê bixin. Dewleta Tirk ji me re terorîst dibêje, ev hêz jî bi bêdengiyê vê gotina li dijî me qebûl dikin. Em jî dibêjin, 'heke em terorîst in, çima hûn bi me re kar dikin? Çima ev 3 sal in hûn bi me re mil bi mil li Bakurê Sûriyê li dijî terorê têdikoşin?' Polîtîkayeke durû heye. Neçar in ku di demeke kurt de vê helwesta xwe dirû zelal bikin. 

Bila her kes baş bizane me YPG, YPJ, QSD’ê ji bo ku em parastina gelê xwe bikin, me xwe organîze kiriye. Heke îro li ser Efrînê taloke hebe em ê hemû hêza xwe seferber bikin û parastina Efrînê bikin. Di vê rewşê de wê bandorê li ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê bike. Bi taybetî jî li dora Dêra Zorê."

'EM ŞERVANEKE/Î BI TENÊ JÎ BIMÎNIN EM Ê TESLÎMIYETÊ QEBÛL NEKIN'

Li ser bêdengiya hêzên navneteweyî û koalîsyonê Ebdullah ev nirxandin kir: "Ev helwest du tiştan derdixîne pêşiya me. Dixwazin ji me re bêjin; du rê li ber we ne; ya hûn ê teslîmî rejîmê bibin ya jî teslîmî dewleta Tirk. Eger em teslîmî rejîmê bibin (ji xwe tiştekî bi vî rengî nabe) ev ê were wê wateyê ku em qebûl dikin ku rejîm rast e. Ev ê were wê wateyê ku em bibin hevparê sûcê rejîmê yê li dijî gelê me û gelên herêmê kiriye. Were wê wateyê ku em dîktatoriyê qebûl dikin. Eger em teslîmî dewleta Tirk bibin (tiştekî bi vî rengî qet nabe) wê wextê ev ê bê wateya ku em axa xwe teslîm dikin û dagirkeriyê qebûl dikin. Heta ku em şervakeke/î bi tenê jî bimînin em ê van her du tiştên li ser me tên ferzkirin qebûl nekin.

Her du jî xizmetê ji gelên Sûriyeyê re nake. Ya herî girîng, xizmetê ji projeya me re nake. Tenê xizmetê ji hêzên ku dixwazin Sûriyeyê parçe bikin, ji nexşeyê bibin, dike."

'YA KU HESABA WÊ NEKIRINE, BERXWEDANA ME YE'

Ebdullah anî ziman ku ev yek xizmetê ji projeya Rûsyayê re dike û got, "Bi dîtina min, xizmetê ji her kesên ku dixwazin parekî ji Sûriyeyê bigire dike. Li ser Sûriyeyê komployek tê amadekirin. Armanca ku bi êrîşa li dijî Efrînê hatiye destnîşankirin xizmetê hem ji koalîsyonê hem jî ji Rûsyayê re dike. Her wiha xizmetê ji rejîmê û Tirkiyeyê re dike. Eger armanca ji êrîşa li dijî Efrînê xizmet ji DYA re nekiribûya wê helwesteke zelal nîşan bida. Divê baş were zanîn bê li dora maseyê li ser Efrînê planeke çawa kirine. Lê belê rastiyek heye ku hesaba wê nekirine; ew jî berxwedana me ye û paşeroja gelên Sûriyeyê ye."

'DERSA KU LI KOBANÊ HATE DAYIN, LI EFRÎNÊ DEWAM DIKE'

Nesrîn Ebdullah got, "Ez bi rengekî vekirî bêjim; Erdogan ji Kobanê ders dernexist. Ji bo ketina Kobanê ketibû nava xewn û xeyalan. Ev xewnên wî ji nişka ve tine bûn. Berxwedana Kobanê hemû xewn, xeyal û hêviyên Erdogan ji holê rakir. Xuya ye hê dersa xwe negirtiye ku îro êrîşî Efrînê dike. Em niha vê dersê li Efrînê didin. Rewşa Efrînê ji ya Kobanê cudatir e. Êrîşa li dijî Kobanê ji bo me hinekî ji surprîz bû. Wê wextê asta me ya amadekariyê ne zêde baş bû. Lê belê Efrîn cuda ye. Hem ji aliyê erdnîgarî, hem jî ji aliyê amadekariyê ve ji ya Kobanê gelekî cudatir e."

Ebdullah destnîşan kir ku hem gel hem jî ew li Efrînê ji her tiştî re amade ne û got, "Dewleta Tirk hesabê vê nekir, lewma ji hebû ku wê şeva destpêkê encamekê bi dest bixe. Zêdeyî 70 balafir di nava saetekê de rakir û bombe li Efrînê barand. Lê ya ku dixwestin bi cin nehat, encam bi dest nexistin. Ev 17 roj in berxwedaneke bi heybet heye. Vê berxwedanê ew hemû şoq kir. Erdogan bi hemû hêza artêşa xwe êrîş kir, lê vê têrê nekir. Bi çeteyên xwe êrîş dike, lê nikare bi pêş ve biçe.

'HESABÊN ERDOGAN LI HEV DERNEKETIN; JI NIHA VE EM BI SER KETINE'

Êrîşa bi çeteyan tenê ji aliyekî ve bi kêrî dewleta Tirk hat; alî hev dikin ku cenazeyên hev rakin. Lê belê li gelek cihan nikarin cenazeyên xwe jî rakin û direvin. Bi kurtasî, hesabên Erdogan li hev derneket. Gelê me îro li her cihî bi me re ye. Gelê Rojava rabûye ser piyan û berê xwe daye Efrînê. Bi dîtina min, ji niha ve em bi ser ketin."
Nesrîn Ebdullah bal kişand ser çalakiyên ji bo xwedîderketina li Efrînê û ev peyam da: "Ez ji dil ve bi milyonan mirovên me yên ji bo Efrînê daketine qadan silav dikim. Ev helwesta hate nîşandan moraleke mezin dide me. Desteka gelê me hêza me zêde dike, berxwedana me xurt dike. Divê em çalakiyên xwe hê girseyî bikin. Yên ku me bi tenê dibînin, bila bibînin ku em li her derê ne û bi milyonan e.

BANGA LI GELÊ KURD; ROJ ROJA PÊKANÎNA YEKÎTÎ Û RUHÊ NETEWEYÎ YE

Bang li hemû welatên ku xwe demokrat nîşan didin dikim; ku destekê bidin têkoşîna me û nerazîbûnê nîşanî dewleta Tirk bikin. Tirkbûn û komkujî li ser gelên Sûriyeyê tê ferzkirin. Divê em li ber vê rabin.
Ya herî girîng jî em bang li gelê xwe yê li 4 parçeyên Kurdistanê û Ewropayê dikin; roj roja yekîtiya neteweyî, roja pêkanîna ruhê neteweyî ye. Êrîşa li dijî Efrînê êrîşa li dijî hemû Kurdan e. Partiyên weke PDK û ENKS li dijî gelê me xiyanetê dikin, êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê me rewa dibînin. Divê gelê me vê xeleka xiyanetê baş bibîne û piştgiriya bi Efrînê re xurt bike."