1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Berpirsyarî û xemsariya CPT´yê ya li ser Îmraliyê
Berpirsyarî û xemsariya CPT´yê ya li ser Îmraliyê,berpirsyarî,û,xemsariya,cpt,yê,ya,li,ser,îmraliyê

Berpirsyarî û xemsariya CPT´yê ya li ser Îmraliyê

CPT li dijî tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nekarî bi erk û berpirsyariya xwe rabe. CPT hin caran çû serdana Îmraliyê û bêhiqûqî tespît kir, lê jê re nebû bersiv

A+ A-

  • DENÎZ JIYAN/ANF

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) li ser tecrîd-êşkenceya li Îmraliyê nekarî bi erk û berpirsyariya xwe rabe. CPT organeke Konseya Ewropayê ye ku Tirkiye jî endamê wê ye û mafê wê ye ku biçe girtîgehên li welatên endam û li ser binpêkirina mafên mirovan ên tespît kiriye raporê amade bike. CPT 28-29'ê Nîsana 2016'an serdana Girtîgeha Îmraliyê kir û berevajî 6 serdanên xwe yên berê, rapora xwe ya li ser tespît û pêşniyarên di dema serdanê de amade kir, bi hinceta ku Tirkiyeyê destûr nedaye, neweşand. CPT di serdanên xwe yên berê de li ser binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgeha Îmraliyê gelek tespît kir û ji bo çareserkirina wan pêşniyar kir. CPT li pêşberî rewşa heyî ku bi ti awayî agahî ji Ocalan nayê girtin bêdeng e. Ev bêdengiya wê jî rê li ber nerazîbûnan vedike.

Piştî hewldana darbeyê li ser ewlekariya jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tirs û fikar peyda bûn û li ser rewşa wî agahî nehate girtin. CPT di navbera 29'ê Tebaxê-6'ê Îlona 2016'an û 10-23'ê Gulana 2017'an de serdana gelek girtîgehên li Tirkiyeyê kir, lê neçû Îmraliyê. Vê yekê jî rê li ber fikarên ku CPT bi hikumeta Tirk re di nava têkiliyeke gemarî de ye vekir.

ROLA WÊ YA NEYÎNÎ!

CPT 28-29'ê Nîsana 2016'an serdana Girava Îmraliyê kir û rapora xwe ya li ser vê serdanê 20'ê Adara 2018'an eşkere kir. Rapor piştî 2 salan li ser daxwaza Enqereyê hate eşkerekirin. Di raporê de hate ragihandin ku Ocalan 5 sal in nikare parêzerên xwe, 18 meh in jî nikare malbata xwe bibîne. Hate destnîşankirin ku têkliiya Ocalan û girtiyên din ên li heman girtîgehê bi cîhana derve re hatiye birîn. Di raporê de hate gotin, axaftina bi telefonê jî di nav de bi ti awayî destûr nehatiye dayin ku Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin.

Kurdan zanîbûn ku dîktatoriya Erdogan wê yekser êrîşî Ocalan bike û ji ber vê yekê ji CPT xwestin ku rapora xwe tavilê eşkere bike, lê ev bersiv ji vê daxwaza wan re nehate dayin. Lê li ser daxwaza hikumeta Tirk, rapor sala 2018'an hate eşkerekirin. CPT berpirsyariya xwe ji bîr kir û tevlî lîstika hikumeta Erdogan bû.

Rapora CPT a hate eşkerekirin ne hêja bû, ji ber ku şert û mercên ku lêkolîn li ser kir û eşkere kir, ên beriya du salan bûn. Ne tenê CPT, performansa neyînî ya Konseya Ewropayê di vir de roleke diyarker lîst.

'EM BI HIKUMETA TIRK RE LI SER OCALAN JÎ AXIVÎN'

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) ji bo li ser saziyên civakî û klînîkên psîkiyatrî yên Tirkiyeyê agahiyê bigirin, Nîsana 2018'an serdana Tirkiyeyê kir. Û eşkere kir ku li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye axaftin.

Di daxuyaniya CPT de hate ragihandin ku heyetek ji serokê saziyê Mykola Gnatovskyy û rayedarê saziyê Dagmar Breznoščákova, Julia Kozma û Vytautas Raškauskas pêk tê, 4-13'ê Nîsana 2018'an serdana Tirkiyeyê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, heyetê li Wezaretên Edalet, Tenduristî, Polîtîkayên Malbat û Civakê bi wezîran, alîkarên wezîran û musteşaran re hevdîtin kiriye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di hevdîtinan de li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî hatiye axaftin.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi 'saziyên pêwendîdar' re pirsên li ser Ocalan jî hatine nirxandin û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê tên girtin hatne rojevê. Di daxuyaniyê de hate îdîakirin ku bi taybetî li ser pirsgirêka 'pêwendiya bi cîhana derve re' ya girtiyên li Îmraliyê hatiye axaftin.

Rayedarên CPT diyar kirin ku wan çavdêriyên xwe yên di dema serdana Tirkiyeyê de kirine ji wezaretan re ragihandine, lê li ser pirsên derbarê Ocalan de hatine kirin û bersivên jê re hatine dayin, agahî nedan.

PARÊZER: DIVÊ BIÇIN ÎMRALIYÊ

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî da û ji Heyeta CPT xwest biçe Îmraliyê:

"Li ser serdana CPT a li Tirkiyeyê hin agahî li çapemeniyê hatin weşandin. Ji bilî van agahiyan agahiyeke din li ber destê me nîne. Eger serdanek wê were kirin, ya jî dema bê pêk were, weke ku salên dawî em bi rêk û pê dixwazin, divê serdana Girtîgeha Îmraliyê jî bê kirin û li ser şert û mercên wê derê rapor bê amadekirin."

SERDANÊN CPT

Serdanên CPT ên li Îmraliyê:

27'ê Sibatê-2'ê Adara 1999'an
14'ê Îlona 2001'ê
16-17'ê Sibata 2003'an
19-22'ê Gulana 2007'an
26-27'ê Çileya 2010'an
16-17'ê Çileya 2013'an
28-29'ê Nîsana 2016'an

Raporên ku CPT piştî serdanên xwe amade kir, ji bo dîtin û fêhmkirina aliyekî sîstema Îmraliyê girîng in.

1999

CPT di rapora xwe ya serdana 1999'an de diyar kir, şert û mercên ku Ocalan tê de ye, bandoreke neyînî lê dikin. Di raporê de bal hate kişandin ser pêdiviyên sereke yên Ocalan ên weke; radyo, televîzyon, pirtûkan û dihate xwestin ku bêyî derengxistinê divê destûr ji hevdîtina bi xizmên xwe re bê dayin.

Di raporê de dihate gotin, "Mijara herî girîng a ku CPT wê bişopîne hevdîtina Ocalan a bi parêzeran re." Lê belê bi salane destûr nayê dayin ku Ocalan parêzerên xwe bibîne û tevî vê yekê jî CPT bêdeng e, li ser soza xwe nasekine.

2001

Heyeta CPT di serdana Îlona 2001'ê de işaret bi tecrîda hestewarî û civakî kir û ev rapor li biryara doza Ocalan û Tirkiyeyê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hate bicihkirin. Dadgehê raporên CPT esas girt û ev yek destnîşan kir: "Dema ku tecrîda hestewarî û civakê bi hev re bê meşandin, ev yek wê kesayetê hilweşîne. Ev yek şêweyekî kiryara li dijî însaniyetê ye ku bi ewlekariyê ya jî bi sedemeke din nikare bê ravekirin." Dadgehê astengkirina hevdîtinên Ocalan ên bi xizm û parêzeran rexne kir.

2003

Heyeta CPT di navbera 16-17'ê Sibata 2003'an de du carên din serdana Tirkiyeyê kir. Piştî van serdanan raporek hate amadekirin û di paragrafa 10. a bi sernavê "Tespîtên di dema serdanê de hatin kirin û pêşniyarên tên kirin" wiha hate gotin: "Eger mafê serdanê zêdeyî sê mehan bê birîn, ev yek ji bo her hikumxwarî mijareke cidî ye. Abdullah Ocalan demeke dirêj e tecrîdkirî ye û ev yek ne ya qebûlkirinê ye."

Di raporê de hate ragihandin ku hincetên "rewşa nebaş a hewayê" û "xerabûna keştiyê" ku ji bo astengkirina hevdîtinan weke bahane tên nîşandan, ne bahaneyên rasteqîn e û hate gotin, "CPT li gorî agahiyên li ber destê xwe îqna bûye ku rayedarên Tirk bêyî bikevin bin barekî giran dikarin rê li ber serdanên li Girtîgeha Girtî ya Îmraliyê vekin." Di vê raporê de hate destnîşankirin ku bandoreke nebaş li tenduristiya Ocalan bûye.

2007

CPT di serdana 2007'an de li ser mafê wergirtina pirtûkan, rojname û radyoyê, serbestiya gera li hucre û odeya li kêlekê, beşdariya li aktîvîteyên li derve, têkiliya bi cîhana derve re û derfetên tenduristiyê hin pêşniyar kir.

CPT got, "Ji bo CPT gelekî girîng e ku ji bo qedandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan a çar sal in didome, rê û rêbaz bên peydakirin."

Lê belê dewleta Tirk guh neda vê bangê û bangên bi vî rengî yên CPT.

CPT sala 2001'ê pêşniyar kir ku Ocalan karibe mafê xwe yê telefonê bi kar bîne. Li gorî her du qanûn û rêvebernameya pêwendîdar, mafê girtiyên cezayê heta bi hetayê li wan hatiye birîn heye ku ji vî derfetî sûdê werbigirin. Komîsyona Îdarî daxwazên ji bo mafê telefonê yê Ocalan hatin kirin, bi rêk û pêk red kir. Bi vî rengî, li ser vê pêşniyarê gavek jî nehate avêtin.

CPT sala 2007'an ji rayedarên Tirk xwest ku di mijara tenduristiyê û têkiliya bi cîhana derve re şert û mercên Ocalan sererast bikin.

2010

CPT di serdana xwe ya 26-27'ê Çileya 2010'an de tespît kir ku tav nade hucreya Ocalan û ji Girtîgeha Îmraliyê xwest ku hemû hucreyan bi rengê ku tav bidê sererast bike. Lê ev pêşniyar jî bi temamî bi cih nehate anîn.

CPT di rapora xwe de careke din diyar kir ku divê televîzyonek ji Ocalan re bê dayin. Di raporê de hate destnîşankirin ku destûr nayê dayin Ocalan bi malbata xwe re hevdîtina vekirî bike.

CPT da xuyakirin ku doktorên li Îmraliyê ji bo tedawiya lezgîn têrker nînin û di vî warî de daxwaz û pêşniyar kir.

2013

CPT di serdana xwe ya 16-17'ê Çileya 2013'an de diyar kir ku hîn jî tav baş nade hucreya Ocalan û mafê derketina hewşê ji bo çar saetan ê ji girtiyên din re tê naskirin, ji Ocalan re nayê naskirin.

Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an ve destûr nedihat dayin ku parêzer Ocalan bibînin û vê yekê rê li ber tirs û fikarên mezin vedikir. Di vê mijarê de CPT û rayedarên Tirk di mehên Sibat û Hezîrana 2012'an de di asta bilind de li hev civiyan. CPT işaret bi paragrafa 2. a xala 10. û xala 3. a Peymanê dikir û ji rayedarên Tirk dixwest ku ji bo parêzer karibin serdana Girtîgeha Îmraliyê bikin gavê biavêjin.

CPT diyar kir ku di mijara hevdîtina malbat û xizman de jî rewşa giştî erênî nîne.

CPT pêşniyar li rayedarên Tirk kir ku careke din cezayê hucreyê yê ewqasî demdirêj li ti girtiyên li Îmraliyê neyê birîn û ji bo vê tedbîran bigirin.