1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Besê Erzîncan: A ku wê me mezin bike rêxistinbûyin e
Besê Erzîncan: A ku wê me mezin bike rêxistinbûyin e,besê,erzîncan,a,ku,wê,me,mezin,bike,rêxistinbûyin,e

Besê Erzîncan: A ku wê me mezin bike rêxistinbûyin e

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan: ‘’A ku wê mezin bike rêxistinî ye. Bi xebabata hevpar û rêxistinbûnê li dijî mêtingeriyê bi rengekî xurtir em dikarin têbikoşin. Divê rê û rêbaz biguherin, ji ber ku rewş guherî. Heke hewce bike divê em bi îllegal

A+ A-

Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan şertên tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gel polîtîkayên faşîst ên AKP’ê yên li Kurdistanê, sektora fihûş û tiryakê ya bi konsepta şerê taybet li dijî jin û ciwanan tê kirin nirxand û got hemû jinên li çar parçeyên Kurdistanê di nav çarçweya yekîtiya netewî de divê xwe birêxistin bikin û li dijî hişmendiya AKP û DAIŞ’ê  ya tecawîzkar têbikoşin.

Erzîncan tevlî Bernameya Jinê ya Stêrk TV bû û got, rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ev 18 sal in li ser tecrîdeke giran heye rojeva sereke ya tevgeran wan e û got, ‘’Ev 18 sal in ji bo ku em Rêbertiya xwe ji wê giravê derxin, ji bo azadî, tendiristî û ewlehiya Rêbertî têkoşîn berdewam dike. Di navenda xebatên tevgera jinê de jî ev heye; ango azadiya Rêbertî, rewşa Rêbertî. Di her civîna me de, di hemû xebatên me de rojeva me ya sereke ev e.’’

Erzîncan diyar kir ku li Tirkiye qanûn û hiqûq nîn e û wiha bi nav de çû, ‘’Di rojeva tevgera jinê de jî, bi giştî di rojeva tevgerê de jî rewşa Rêber Apo heye; em ê hem ji bo azadiya Rêberî, hem ji bo tendiristî û ewlehiya Rêbertî têbikoşin.’’

Erzîncan diyar kir ku ji bo ramanên xurt ên Ocalan derbasî jiyanê bibin û projeyên wî pêk werin xebat û têkoşîna xwe wê bidomînin û got: ‘’ Dilsoziya bi Rêbertî re bi fêhmkirina Rêberî dibe. Dilsozî bi dirûşmeyan nabe. Gelê Kurd û jina Kurd dişopînin bê ka Rêber Apo di şexsê xwe de têkoşîn çawa geş kiriye, çawa têkoşînê dide û pêşengiyê dike, bi kîjan rê û rêbazan pêşengiyê dike. Ji bo vê jî, ji bo ku azadiya Rêber Apo û ji bo ramanên wî bibin jiyanî em ê têbikoşin û xebatên xwe bidomînin.’’

Erzîncan diyar kir ku  bi kîjan mebestê Ocalan dîl hatiye girtin ji hêla gelê Kurd û jinên Kurd û her kesî ve tê zanîn û wiha got: ‘’ Yek ji sedema sereke ew bû ku Rêber Apo ji bo Kurdê azad, jina azad xebat dikir û li ser vê zemînê rêxistinî dikir û têdikoşî. A dî jî ji bo  sîstema Rêber Apo, ji hêla jiyanê ve alternatîf bû. Ji bo vê sedemê kirine hedef û ev 18 sal in di zindana Imraliyê de ye. Divê gelê Kurd û jinên Kurd bi taybetî van salên dawî binirxînin.’’

Erzîncan got, ‘’Li Tirkiyê bi pêşengiya Erdogan, bi desthilatdariya AKP’ê faşîzmeke giran tê avakirin. Em dibînin êrîşên pirhêlî li ser gel dikin. Nasnameya Kurd bi ti rengî nayê naskirin. Dixwazin derfetên ku ketine destê Kurdan, ketine destê jina Kurd dîsa bistînin. Ji bo vê jî êrîşeke tund tînin’’ û diyar kir her demê êrîş pêşî li dijî Rêbertî têne kirin û piştre jî êrîş li dijî gel û tevgerê têne kirin.

‘’HELWESTA RÊBER APO, SEKNA WÎ BERXWEDANEKE MEZIN E’

Endama Koordînasyona KJK’Ê Besê Erzîncan zextên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destnîşan kir û got ev 18 sal in Ocalan di nav berxwedaneke mezin de ye û helwesta wî ji bo azadî, demokrasiyê helwesteke mezin e û wiha dom kir ‘’Her çendî li ser Rêbertî polîtîkayeke taybet dikin jî, zextê her çendî zêde dikin jî em pê dizanin ku helwesta Rêber Apo berxwedaneke mezin e. Rêber Apo ji ber ku helwesta berxwedanê nîşan daye nahêlin biaxive û naxwazin hevdîtin çêbibin. Naxwazin fikr û nerînên Rêbertî biçin derve û bandora xwe nîşan bide. Naxwazin gel, dinya bi fikrê wî zanibin. Çima? Ji ber ku ramanên wî alternatîf in, ji bo ku ramanên wî ji bo dinyayeke azad in û ji bo dinyayê, Rojhilata Navîn, Kurdistanê û jina Kurd diparêze li wir nêzîkatiyeke wiha li ser Rêbertî nîşan didin.’’

Erzîncan got têkoşîna azadiya Kurdistanê bi pêşengiya jina Kurd pêk tê û got dema ku mirov li dîroka rêxistinê jî binere, mirov wê bibîne ku paralelî vê tim rêxistinî û geşedaneke jinê çêbûye. Erzîncan got li tevahiya Kurdistanê konsepta şerekî qirêj sazkar e, tim jin di hedefê de ye û got: ‘’Her ku jina Kurd bi pêş ve diçe tevger geş dibe. Kurd ji hêla dîrokî, çandî, azadiyê ve, di mijara jina Kurd de gaveke mezin avêtine. Di serî de li Bakur dest pê kiriye lê li hemû Kurdistanê bandoreke mezin çêkiriye, hem li Bakur, hem li Başûr, Rojava û Rojhilat. Li Kurdistanê bi pêşengiya jinê jiyaneke nû tê afirandin.’

Erzîncan got bi jinan, bi xebatên ku dikin di cviaka Kurd de li her hêlê geşedanên mezin çêdibin û got: ‘’ Em dizanin ku esasê modernîteya kapîtalîst kole kirine. Sîstem li ser ve hatiye danîn. Netew-dewlet li ser vê dane rûniştandin. Têkoşîna li Kurdistanê ev pûç kir. Sedema êrîşa mezin a ku ji 2016’an ve li dijî Kurdan û jina Kurd tê kirin ev e. Alternatîfeke mezin hêdî hêdî çêdibû.  Li Bakur çêdibû, li Rojava çêdibû û hema hema li tevahiya Kurdistanê bandora xwe dikir, ji bilî Kurdistanê jî li Rojhilata Navîn, li dinyayê têkoşîna gelê Kurd, jina Kurd dibe mînak.

‘BI SÛRÊ YA KU DIXWAZIN TINE BIKIN DÎROK E, ÇAND E’

Besê Erzîncan got ji ber ku Kurd û jina Kurd bi rengê alternatîf derketin holê ev êrîş li ser wan têne kirin û got bi giştî li tevahiya dinyayê, gel û jin li azadiyê, wekheviyê digerin û wiha domand:’’Tevgera me di vir de pêşeng e. Niha ji bo vê jî êrîş dibine ser Sûrê. Ji ber ku Sûr cihekî girîng e. Sûr Amed e. Amed paytexta Kurdistanê ye. PKK li wir ava bûye û xebatên me herî pir li wir bûne. Navendeke polîtîk û siyasî ye. Gelê Kurd girîngî dide helwesta gelê Amedê û dişopîne. Ji bo vê jî heke li dijî Sûrê êrîş hebe, li dijî jinê êrîş hebe divê mirov ji vî alî ve nêz bibe.’’ Erzîncan diyar kir êrîşên li ser Sûrê êrîşên dîrokî û çandî ne û got di heman demê de dixwazin gelê xwecih ji hev tertûbelav bikin. Erzîncan diyar kir ku li Sûrê yên ku herî pir li ber xwe didin jin in û wiha got: ‘ Dixwazin belav bikin. Dixwazin xeta azadiyê li Amedê qels bikin. Dixwazin li hemû Kurdistanê vê xetê qels bikin. Dixwazin netew-dewletê geş bikin û xwe bidomînin. Her cure rêbazê ji bo vê bi kar tînin. Serî li rêbazên herî qirêj û dijî mirov didin.’’

Erzîncan bi domdarî got: ‘’Di serî de li Elihê, li Amedê, li tevahiya Kurdistanê êrîşên berhemên dîrokî dikin. Mînak weke Heskîfê, Sûrê. Ji ber ku bîra dîrokî ya gelê Kurd e êrîş dikin. Ev bîra dîrokî ya Kurd in, dîroka berxwedanê ne, li wir zindî dibin û bi wê dijîn. Ji bo vê jî divê em bala xwe bidinê hêzên mêtinger DAIŞ jî dema ku cihekî dagir dike pêşî êrîşê dibe ser berhemên dîrokê. Di rêbaza AKP’ê de jî, di rêbaza faşîzmê de jî heman tişt tê kirin, li dijî sirûştê, çandê, jin û zarokan.’’

‘ÊRÎŞ DI ŞEXSÊ JINÊ DE LI DIJÎ HEMÛ CIVAKÊ YE’

Erzîncan got ji bo sîstema zilam-serweriyê deynin her tiştî dikarin bikin û wiha domand:’’Li tevahiya Kurdistanê ji hêla tecawiz û tacîzê ve pir polîtîka têne kirin. Saziyên jinan hene, hemû jinan dikine wir. Dixwazin pergala me ya hevseroktiyê bigirin. Êrîş li ser jinan heye. Divê em hemûyan yekere bibînin. Sîstema modernîteya kapîtalîst êrîşeke giştî dike. Di şexsê jinê de êrîşî hemû civakê dike. Êrîşê hemû sirûştê. Ji bo vê jî rêbazên pir gemarî bi kar tînin. Ji ber ku herî pir di karekterê jinê de berxwedan, xebat û têkoşîn çêdibe û tê birêvebirin. Her ku azadî tê geşkirin, gel jî li ber xwe dide. Ji bo vê jî bi rêya fihûşê, tiryaekê, sîxurkirinê dixwazin bixin. Heke tu civakê ji hêla çandî ve bixî ji her hêlê ve dikarî bixî. Ji ber ku kesê ku hatiye xistin, gemarî bûye nikare li ber xwe bide, sîstem wiha difikire.’’

Erzîncan li ser zindanê jî got: ‘’Li hêla dî bi hezaran mirov, siyasetmedar, heval, dayik, jin û zarokên me li zindananê ne. Armanca wan ew e ku tevgerê vemirînin, qels bikin. Di şexsê wan kesan de ku li ber xwe didin dixwazin azadiyê biçewisînin. Dixwazin karekter û çanda azadiyê asteng bikin. Naxwazin di nav civaka Kurd de di nav jin û mêr de wekhevî çêbibe, naxwazin jin azad bibe, naxwazin civka azad bibe û naxwazin Kurdê azad bibe xwedî nasnameyekê.

Erzîncan diyar kir ku têkoşîna bi salan didome,Kurd têkoşîneke navendî didin û wiha domand:’’Çandake berxwedanê heye. Divê em azadiyê bi dest ve bernedin. Em Kurd xwedî psîkolojiyeke wiha ne ku hin pêşengiyê bikin,kadro hebin em dimeşin, siyasetmedar hebin em li gor wan dimeşin. Em di pêvajoyeke wiha de çi kesê hişmend, hay ji rewşê hene, divê bi pêşengî, bi çalakî tevlê bibe.’ Erzîncan got a herî girîng rêxistinî ye û got, ‘’Em ê bi rêxistiniyê mezin bibin. Em her çend hewl bidin malbata xwe xilas bikin, derdorê xilas bikin jî ji hêla aborî ve rewş zorê dike. Her çendî ev rast bin jî divê bi malbatî em xwe azad bikin, divê em yek bin, bi hev re bixebitin û divê em xwe birêxistin bikin. Heke em rêxistinî bin li dijî mêtingeran em dikarin xurt têbikoşin. Wê demê em dikarin ji jiyan û aboriyê re jî bibin bersiv. Wekî dî ku em parçeyî bin, takekesî nêz bibin, belav bibin dijmin jî wê êrîşên xwe giran bike.

‘DIVÊ YEKITIYA JINÊN KURDISTANÊ AVA BIBE’

Erzîncan got divê jinên Kurd yekîtî û rêxistiniyeke xurt ava bikin û domand:’’Li Rojhilata Navîn arîşeya me ya netewebûnê, jinê heye. Li hemû beşên Kurdistanê têkoşîna jinê heye. Em dikarin werin gel hev û problemên xwe gotûbêj bikin. Em dikarin ji bo jinan çareseriyê diyar bikin,têbikoşin û tempoya xwe zêde bikin. Xebatên wiha hene, gelek caran me bang li tevgerên jinê kir. Ji bo yekîtiya jinan, yekîtiya jinên Kurd em dikarin nîqaş bikin û çareseriyê bînin. Arîşe hevpar in, di raman û rêbazan de cudahî hebin jî em dikarin werin cem hev.’’ Erzîncan wiha berdewam kir: ‘’ Divê em jiyana berdest rexne bikin. Modernîteya kapîtalîst modeleke jinê diyar kiriye. Divê ev neyê qebûlkirin. Qebûlnekirin gavek e, lê kesayatiya wê çawa diafirînî. Wekî ku sîstem dixwaze jinê kole bike, dibêje ji mal dernekeve, li gor zilaman biçe, zêde nefekire, potansiyela xwe diyar neke, tenê zarokan bîne, tam bibe kole. Li dijî vê zihnîyetê divê mirov tiştekî bike, divê mirov karekterê xwe ava bike.’’

‘BERXWEDAN HEWCE YE’

Erzîncan diyar kir ku divê Kurd û jina Kurd ji hêla giyan û ramanê ve xwedî helwesteke xurt bin û domand:’’Heke sîstem were qebûlkirin, êrîş ji her hêlê ve, li dijî zarokên te,mêran hebe û bêdeng bimînî êrîş wê zêdetir bibin. Berxwedaneke kûr hewce ye. Berxwedana kûr avakirina jiyaneke nû ye. Heeke ez azadiyê di xwe de biçênim, di giyanê xwe de neqş bikim dewlet nikare êrîşê bi ser her kesî de bîne. Bi milyonan Kurd hene, heke helwest yek be dewlet dikare çi bike.’’ Erzîncan got têkoşîneke hiqûqî jî hewce ye û got divê mirov ne li benda dewletê be û domand: ‘’ Divê zêdetir em di nav xwe de rêxistinî bin, bişopînin, perwerde bikin, ji her hêlê ve. Rê û rêbazên têkoşînê zehf in. Berê faşîzm ne bi vê astê bû, têkoşîn zêde bû. Baş e ev pêvajo qediya, derbas bû? Naxwe bi heman rêbazî têkoşîn nabe. Divê em jî li gorî êrîşên sîstemê xw biparêzin, xwe rêxistinî bikin. Divê em xweparaziyê bikin, xwerêxistiniyê bikin. Hewce be îlegal divê em bixebitin. Em ne mecbûr in her tiştî legal bikin. Di vê mijarê de Kurd û jina Kurd xwedî tecrûbe ne. Têkoşîneke 40 salan heye. Tecrûbeyeke zêde heye. Divê rê û rêbaz biguhere, ji ber ku rewş guherî. Li gorî vê jî divê rêbaza têkoşînê biguhere,xurt bibe û dewlemend bibe.

Erzîncan got heke her takekes, yek bi yek azadî, neteweya azad, di mijara jina azad de  xwe biguherînin, bi komunî bijîn, destekê bidin, yekîtiyê biafirînin, hevrêyên jin bi pêş bixin mirov dikare encamekê bistîne û giringiya xwedîderketina manewî, pirskirinê destnîşan kir û herî dawî got: ‘’Her yek heke ji hêlekê ve hewl bide mirov nikare biçe serî. Her kes beriya her tiştî divê di şexsêxwe de bibe xwedî helwesteke rêxistinî. Divê jiyaneke hevpar û kolektîf hebe. Divê asta hurmet, hezkirin û nirxdayinê di asta bilind de were danîn. Pêşengiya jinê divê were geşkirin, rol û misyona jinê pir girîng e.  Azadî, yekîtî, dema ku civaka were xurtkirin dibe wêrekî. Bi rastî jî projeyên me yên mezin hene. Ti tevger bi qasî me ne xwedî avaniyeke îdeolojîk a xurt e. Em dikarin jiyana nû ava bikin, em dikarin bi ser bikevin. Dijmin çi qasî êrîş bike jî me rastî dîtiye. Hemû rastî di jiyana Rêber Apo de ye. Me li wir dît, û em gel û jin li wir em jiyan. Rêbertî di parastinên xwe de her tişt vekirî diyar kiriye. Ew hêza me heye. Baweriya me jî heye. Em dikarin bikin. Di şoreşê de dijwarî dibin, derbas dibin. Em dikarin nasnameyeke wekhev, azad ava bikin.’’