1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Bîbliyografya Kirmanckî derket
Bîbliyografya Kirmanckî derket,bîbliyografya,kirmanckî,derket

Bîbliyografya Kirmanckî derket

Yekemîn Bîbliyografya Kirmanckî ya Kurdolog Mûtlû Can ku ji lêkolînên li ser zaravayê Kirmanckî yê Kurdî pêk tê, ji Weşanên Vate derket

A+ A-

Bîbliyografya ji metnên di navbera salên 1963-2017'an de hatine nivîsandin û weşandin pêk tê. Di bîbliyografyayê de 6330 nasname hene. Bîbliyografya ku weke karekî masterê hate amadekirin, bi şêwirmendiya Kurdolog Mehemed Malmîsanij di nava 3 salan de hate amadekirin.


Tevî ku sala 1963'an (Rojnameya Roja Newe) weke mîlada nivîsa serdema nûjen a zaravayê Kirmanckî tê dîtin jî, hîmên wêjeya Kirmanckî bi Kovara Tîrêj hatin danîn ku sala 1979'an dest bi weşanê kir. Koma Kar a Vate ku karê standardîzasyon û arşîvkirinê dike, piştî ku sala 1996'an li Swêdê ava bû, lîteratura nivîskî ya zaravayê Kirmanckî jî bi pêş ket. Hejmara xwendevan û nivîskarên Kirmanckî jî li gorî berê zêde bû.


Li gel zor û zehmetiyên giran jî mirov dikarin bêjin ku Kirmanckî êdî xwedî danheviyeke nivîskî ye. Ev kar jî ji sê beşan pêk tê.


Beşa destpêkê bîbliyografya ye. Giraniyê dide ser cûreyên bîbliyografya û bîbliyografyayên li ser Kurdan hatine amadekirin.


Beşa duyemîn jî 332 sernav û navdankên pirtûkan e ku li gorî cûreyên xwe hatine tesnîfkirin.


Beşa sêyemîn jî sernav û navdankên 5998 metnên hatine weşandin e ku li gorî cûreyên xwe hatine tesnîfkirin. Hejmara navdankên bîbliyografîk ên di vê berhemê de cih digirin 6330 ye.