1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Civaka Êzidî: Pêwîste li her derê cîhanê fermana 73'an were şermezarkirin
Civaka Êzidî: Pêwîste li her derê cîhanê fermana 73'an were şermezarkirin,civaka,êzidî,pêwîste,li,her,derê,cîhanê,fermana,73'an,were,şermezarkirin

Civaka Êzidî: Pêwîste li her derê cîhanê fermana 73'an were şermezarkirin

Koordînasyona Civaka Êzidiyan bi bûneya sêyemîn salvegera 3'ê Tebaxê bang li hemû Êzidiyan kir vegerin li ser axa xwe û di avakirina Şengalê de rola xwe bilîzin û diyar kir ku divê li her devera cîhanê fermana 73'an were şermezar kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN / ROJNEWS

 

Koordînasyona Civaka Êzîdiyan bi bûneya sêyemîn salvegera 3'ê Tebaxê 2014'an ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengalê kir û komkujî pêk anî daxuyiyek nivîskî weşand.

 

Di destpêka daxuyaniya Koordînasyona Civaka Êzidiyan de wiha hat gotin: "Di van rojên ku em dikevin sêyemîn salvegera fermanê de, em di serî de cangoriyên fermanê û qehremanên bê mirin ên ku pêşî li fermaneke pir mezin girtin, çirûska berxwedanê pêxistîn û her roja ku derbaz bûyî li Şengalê berxwedan bilindkirî û dîsan hêvî dayîn avakirin, rêya ronahî vekirîn bibîr tînin. Careke din soza pêkanîna xeyal û têkoşîna wan nû dikin."

 

'Şengal îro Azade'

 

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber komkujî di ser wan de tên, li hemberê vê jî berxwedaneke bê hempa tê nîşandan û ev hat gotin: "Ji ber ku komkujî di ser me de tên, li hemberê vê jî berxwedaneke bê hempa tê nîşandan bi saya wan lehengiyan em gihiştina van rojan, Şehîdên me bi xwîna xwe roja me ya îro rohnî kirin, bi saya berxwedana şehîdan Şengal îro azade û wê roj bi roj xwerêxistinkirin, xweparastin û xwerêvebirina xwe pêş de bibe. "

 

'Emê birînên xwe bi destê xwe bipêçin'

 

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di fermana 73’an de hem di dema fermanê de gelê me hat şehîdkirin, hem jî dema ku berxwedan destpêkir; gerîla û şervanên me şehîd bûn. Di serî de em hemû şehîdên fermanê û yên berxwedanê bi rêzdarî bibîr tînin. Ji hemû birîndarên ku di vê berxwedanê de hatine dayîn re jî şîfaya xêrê dixwazin. Ji dîlên ku di destê neyaran de ne re, jî sebir û hêzeke berxwedanê dixwazin. Em soz didin ku emê hemû êsîrên xwe ji destê dijminê hov azad bikin. Emê birînên xwe bi destê xwe bipêçin. Em hemû malbatên şehîdan vedixwînin nava têkoşînê û dibêjin ji her demî zêdetir xwedî li şehîdên xwe û rêxistinên wan derkevin."

 

'DAIŞ li Şengal û Kobanê şkest û li Mûsil û Reqayê jî koka wan tê qelandin'

 

Koordînasyona Civaka Êzîdiyan diyar kir ku îro Şengal û dewrûberê wê bi saya berxwedana HPG-YJA STAR, YPG-YPJ û ya YBŞ-YJŞ’ê azad e û wiha dewam kir: "Em spasiya xwe ji van hêzan re didin diyarkirin. Bi saya van hêzên me careke din Şengal ji aliyê ti hêzan ve nabe mesken. Di vê oxirê de me ji 250’yê zêdetir şehîd dan. Bi hêz û berxwedana şehîd û birîndaran me çeteyên hov ji axa pîroz a bav û kalên xwe qewitand. Piştî têkşkandina çeteyan li Şengal û Kobanê DAIŞ şkest û îro li Mûsil û Reqa’yê jî koka wan tê qelandin. Gelê Şengalê bi îradeya xwe, xwe diparêze. Li Şengalê pergaleke xweser a ku gel bi xwe, xwe rêvedibe, diparêze û rêxistin dike hatiye avakirin. Hêzên YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzîdxanê hêzên herî rewa yên Şengalê ne. Şengalî meclîsên xwe yên giştî, xweser û ciwanan xwe rêvedibin. Dîsan xebatên lez tê dayîna xebatên parastin, perwerde, çandî û hwd... Lê belê xebatên ku têne kirin, têrê nakin, pêwîste hîn bêhtir bêne xurtkirin"

 

'Divê Êzidî vegerin Şengalê û tevlî xebatên avakirina Şengalê bibin'

 

Koordînasyona Civaka Êzîdiyan di dawiya daxuyaniya xwe de daxwaz û hêviyên wiha rêz kirin;

 

“-Şengal Dîroka Êzîdiyan e. Di bawerî û rê û resmê Êzîdiyan de semboleke. Êzîdiyatî oleke dîrokî ye li ser vê xakê derketiye. Ji ber vê çendê Şengal navenda hemû Êzîdiyên dinyayê ye. Pêwîste her Êzîdî li kû dibe bila bibe xwedî li Şengalê derbikeve. Ji ber ku Şengal Êzîdiyatiye, Êzîdiyatî jî Şengale. Pêwîste her kêliyê xwe bi Şengal û Êzîdîtiyê re bijî û bide jiyankirin.

 

-Li ser vî esasî em bang li hemû gelê xwe dikin; da ku di zûtirîn dem de vegerin ser axa xwe û di avakirina Şengalê de rol bilîzin.

 

-Em di wê baweriyê de ne ku ger Êzîdî ne xwedî pergala xwe ya xweser bin, ji ferman û komkujiyan rizgar nabin. Lewma em daxwaz ji dewleta Iraq û qada navnetewî dikin da ku Rêveberiya Xweser a Şengalê nas bikin û piştgiriya xwe jêre bidin nîşandan.

 

-Kongra Êzîdiyên Cîhanê ji bo Êzîdiyan gaveke dîrokî ye. Em piştgiriya vê dikin. Eger ew kongre pêk were û rola xwe bilîze; dê Êzîdiyên cîhanê di dora Şengalê de bibin yek û wê dîrok, ol, rêûresma xwe jibîr nekin.

 

-Em ji qada navnetewî daxwaz dikin ku, Êzîdiyan ber bi dîasporayê ve nekişînin. Em vê weke kuştineke spî dibînin. Kişandina Êzîdiyan ber bi dîasporayê ve cûreke fermanê yê cuda ye. DAIŞ’ê fermaneke sor pêk anî, hêzên navnetewî di bin navê alîkariyê de fermana spî li ser Êzîdiyan didin pêkanîn. Êzîdî kişandina derveyî welat ne çareseriye. Çareserî li ser axa bav û kalane, çareserî naskirina pergala xweser a Êzîdîyane. Êzîdiyên ku ji destê çeteyan rizgar bûne, herî baş dikarin li ser ax û koka xwe bijîn.

 

-Di dîroka 03.08.2017 de li welat û dervayê welat, pêwîste hemû Cîhan fermana 73’an bi awayeke girseyî şermezar bike. Ferman ji bo fermî weke Jenocîd were pejirandin xebat bê meşandin. Ji bo darizandina bersûcan hewldanên navnetewî bêne meşandin. Şengala xweser û azad wê bibe hêvî ji bo hemû Êzîdiyan.”

 

(rn)