1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. CÎHANA ZAROKEKÎ A WENDA: Eylas
CÎHANA ZAROKEKÎ A WENDA: Eylas,cîhana,zarokekî,a,wenda,eylas

CÎHANA ZAROKEKÎ A WENDA: Eylas

A+ A-

Azad Barış 

 

Ji roja ewil min ew dîtin û pê de, dijûna herî zêde ku min dibihîst, a ku ji bo me digotin: "Hûn Xwedênenas in."

 

 Lê di çîroka me de, bi teqandina mircanê re (inci) di her zerreya nepenî a gotinên me de, em her tiştî qudret ji "Nûra Îlahî" dibînin, lema em jê re kemberbest dibin, sicûdê dikin.

 

 

Em rojê dû caran, li hember agirê Xwedê ê pîroz î mezin, destê xwe vedigerin, ji bona heftê û du miletan (Qewman gişan) dua dikin, xêr û xweşiyê dixwazin, ji bo bereket û rindiyê di dilên xwe de govenda semayê digrînin.

 

 

Lê belê,  wana çima ji bo me wer dibêjin û vê yekê ji ku dizanin? Min hîna ev fêm nekiriye. Bi rastî jî   ez fam nakim, sedem çiye ku ew xwe nêzîkî Xwedê dibînin û min jî jê dûr dibînin?

 

 

Ji min re dibêjin, ew hezkirina di dilê te de, rêzgirtina te a ji bo hemû bûnewerên Xwedê afirandî ye, evîna te, ronî û nûra çavên te, peyv û surra te, ne ji ba Xwedê ye. Yanî ji min re dibêjin, tu bê dil î.  Baş e, eger ez bê dil bim, çawa dikarim bijîm?

 

 

Gava ku ez li jiyanê dinihêrim, eger ne ji wê şewqa wî a di dilê min de wekî find  û fenerê kombûyî be, dê çawa ewqas tîrêj û derya rengan li ber çavên min biçirûsin û şênber bibin?

 

 

Eger ew vana tevan nabînin û deriyê girêdan û hezkirina min a ji bo Xwedê qedexe dikin (digrin), qey ne gunehe li hemberî Xwedê? Ew derî ye ku berbî Erfana Kaynatê vedibe, ew derî ye ku  ber bî agirê mezin î pîroz ê ku em li ber wî kemberbest dibin û destê xwe ji aşîtiyê re vedigirin, vedibe, ew derî ye ku berbî ava jînê a pîr û pak vedibe, ew derî ye ku berbî bereketa axa maka hebûnê vedibe û di wî derî re bayê evînê digobile konê giyana me. Ew deriyê ku melodiya hevgihîna navbera erd û esmêm dilorîne. Ew derî, derîyê nûr û ronkayê ye. Eger ew derîya were girtin, dê Kaynat tarî bibe û tarî wê tenê rûyê xwe ê reş bibîne. Bi hezarên salaye ji bo ku ew derî ya neyê girtin, em bi erfan û îmana hundurê xwe kemberbest dibin. Ji bona ku tewazina Kainata berhema Xwedê xerab nebe, em ji nûrê re rêz digrin. Ji bo ku jîndar û zinde giş bi hev re di nava aramî û ahengê de bijîn û ji bo hemû bizir di demsalên xwe de zîl bidin û şîn bibin, em berê rûyê xwe didin deriyê çirûska afirîn û hebûnê.

 

 

 

Ji bona ku tebîet gemarî nebe, dilşikandin çê nebin, deriyê qewman neyê girtinê û li dijî ronkayê tarî bi ser nekeve, em dua dikin. Ji bona ku însan xerab nebe, em bi hemû dilsoziya xwe ve kemberbest dibin, bi nizûra çavên xwe li wê çirûska bê dawî a nûranî bi tika dinihêrin. Û her cara ku em lê dinihêrin, xetên heya rûçikên me ku nîşana girêdanka Kaynatêne, sor dibin. Hingê em pê dihesin û hest pê dikin ku em dijîn û xerab nebûne. Lê belê li vê derê, ên ku li ser navê Xwedê li nava çavên min dinihêrin û bi qîrîn diaxivin, qewmê min tevdekî Xwedênenas, bê dîn, bê îman û ji erfanê bêpar dibînin, ez dibînim wan daye ser reyeke ku ji te bi dûr dikevine.

 

 

Tu weki ê ku şiûr daye me, tu baştir dizane, ji heq însanê xerab bûyî, xwezayeke wêran bûyî û dilên bûne kevir, derketin çi qasî zahmete.

Bi hizra min, êşeke ji vê mezintir, agirekî dojehî  û rizandineke giyanî nabe.

 

 

Min bi çavê xwe dît, ku ew xwe wekî şopajoyên nijada te û leşkerên te dibînin û xwe dixin dewsa te. Tiştên ku min bi çavên xwe dîtin û kumreşiya hundirê wan hev temam dikir, bi rixma min dizanîbû bê çiqasî ji çapa mirovbûnê dûr in jî, ji ber hurmeta min a ji bo qewman her dem min xwe kerr (Bêdeng) kir.

 

 

Ez dibînim li hemberî tiştên ku dihatin jîyan kirin, di dilê min de her roj zinarên hizn û xeman bilind dibûn, lêvên min bi nepeniyên qurnan ên pîrozkiri dihatin girtin, zimanê min lal dibû, lê çavên min hê li deriyê ronkayiya gerdûna mala zayinê dinihêrin.

 

 

Her roj gewriya min hinekî din di bêhêvîtiyê de difetise, ji ber ku yek çirûskeke bihêviyê jî wernagirim. Û her ku tu xwe li kerlaliyê datîni ew li ser navê te diaxifin û xwîna mirovan diherike zikê dayxakê.

 

Bi axê re pakiya avê jî gemarî dibe. Gava ku teyrên kelaxa nebin, erd û esîman radestî bîna bedenên mirovan dibe. Ez dibim şade ku çawa dilê mirovan ê gemarî tewazina xwezayê berbî bobelatê didahfîne. Çavên min î ku li çavên wan dinihêrin, tenê tariya dojehê a reşqetran î dibînin. Her çavek ji ên wan, mîna çehlên mirinê ên ku di tariyê de fetisîbin. Her dijûneke ku ji nava devên wan derdikeve, dibe qasidê hûnera amrazên di destên qesaban de. Destên wan mîna gopalê gunehan li ser kaynatê diheje. Lêvên wan jî wekî bobelata herî mezin a gerdûnê, tenê ji tofanê re vedibin. Gava ku ez dijûnên ji devên wan derdikevin dibihîzim û gewî bûna wan a şerxwaz dibînim, ez dibînim lêvên min tevî surrên pîrozkirî yekser lal dimînin.

 

 

 

Ez pirr caran bûm şade, gava di nava civakên mezin de, li pêş çavên tevayiya cîhanê serên zarokên qewmê min bi ayin û şahiyên Xwedayî jê dikin, navê te zikir dikin.

 

 

 

Gava ez dibînim li hemberî vana tevan tu bê deng dimînî,  ez bi vî dilê xwe ê biçûk tu wateyê nadim vê yekê û êdî di hundirê xwe de diqîrim. Eger li ba te qudreta ku tu ji vê re bibêje bese hebe, ji bo çi tu nabêjî bes e?

 

 

Eger tu ne xwediyê xwe û vê qudretê bî, ev tê wê maneya ku êdî tu sedemên ez baweriya xwe bi te bînim, ji te re itiat bikim nemaye. Meteor (kevirê esîmanî), ji zinarên êşê diqetin tên yeko yeko li dilê min dikevin, ciyê ku ez aidê wê me, bi min dide wendakirin û ciyê ku ez lê me, dibe mîna geliyê cûzamiyan.

 

 

 Nuha ji wê derê bang li te dikim:

 

Û li geliyê cûzamiyan, di nava hêrs û nalînê de, Xwedê dengê zarokekî bihîst û bi hêrs û mirês sê caran li pey hev got: "Hiş be"  Zarok berê xwe da aliyê ku dengê xeybane jê dihat, bersif da, got: "Birîna hundirê min berî te bû, ji ber ku surra hebûna te di avgirava dilê min de veşartîye." Û Xwedê bi yekcarî hiş bû, lê kete timtêla rengê semaya şermê. Û zarok li hember Xwedayê hiş bûyî, heta ku awaza wî hebû qîriya û qîra wî ji geliyê cûzamiyan berbî mala Xwedê olan veda. Darên di baxçeyê malê de yek bi yek ricifîn, pel weşiyan valeyiya asoyê û fêkî bi guliyên daran ve hişk bûn, lê dîsa jî Xwedê nebihîst. Qîra zarok gûhên kerran jî qul kir û derbas bû, lê Xwedê hê jî bêdeng bû.

 

 

Zarok got: "Bêdengiya te gorên qewman zêde dike."  Û birîna hundirê min, ji baweriya min a bi te ye, ku ew jî çarenivîsa bextê min bi xwe ye. Û Xwedê li hemberî  vê masûmiyta arî bêdengiya xwe xerab nekir. Û "Xwedayê di hundirê zarok de mir."


Bêjeyên Miftehî