1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Cîhana zanistê şaş ma: Derbarê pîramîdan de vedîtineke balkêş!
Cîhana zanistê şaş ma: Derbarê pîramîdan de vedîtineke balkêş!,cîhana,zanistê,şaş,ma,derbarê,pîramîdan,de,vedîtineke,balkêş

Cîhana zanistê şaş ma: Derbarê pîramîdan de vedîtineke balkêş!

Derbarê pîramîdên Gîza´yê yên li Misirê de gelek îdîa hene

A+ A-

Her çendî raza di van avahiyên dêwîn ku nayê zanîn ji bo çi hatine avakirin de hîn nehatiye bişkaftin jî, zanyar daxuyaniyeke ku herkesekî şaşwaz hişt dan.  

 

Di encama xebatên hevbeş ên zanîngehên navdar ên cîhanê de hate dîtin ku di jûrên van avahiyên dêwîn de û di jêrzemînên wan de pergaleke ku enerjî hildiberîne heye. 

  

Zanyarên ewropî derbarê pîramîdên li Misirê de vedîtineke balkêş pêk anîn. Di encama hevkariya Zanîngeha ITMO ya li Rûsyayê û ya Laser Zentrum Hannoverê de hate vedîtin ku di nav pîramîda 145 metre bilind de pergaleka bêhempa heye. 

 

Di encama lêkolînên hatine kirin de diyar bû ku di jûr û zemîna pîramîdê de pergaleke taybet heye û bi rêya vê pergalê jî enerjî tê berhevkirin. Hate diyarkirin ku di Pîramîda Keopsê de enerjiya elektromanyetîk hatiye hilberandin.  

 

Vedîtina zanyaran a derbarê pîramîdan de di kovara zanistê Journal of Applied Physicsê de hatiye weşandin û tê diyarkirin ku ev pergal dikare di pêşxistina nanopartikulê de bê bikaranîn.  

 

Rêveberê vê lêkolînê Dr. Andrey Evlyukhin dibêje; "Pîramîd her tim bala mirovan dikşînin. Lê wekî zanyar em divê wan hîn ji nêzîktir ve û kûrtir lê bikolin. Di pîramîdan de rewşeke ku pêlên radyoyê belav dikin heye." Pispor dane zanîn ku ew hîn di destpêka vê lêkolîn û vedîtinê de ne û dê li ser îhtîmala ji ber xwe ve avabûna vê qada elektromanyetîkê jî rawestin.  

 

Werger: amidakurd.net