1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Dagirkeriya DAIŞ’ê li Reqayê bi destê rêjîma Sûriyeyê bû’
‘Dagirkeriya DAIŞ’ê li Reqayê bi destê rêjîma Sûriyeyê bû’,dagirkeriya,daiş,ê,li,reqayê,bi,destê,rêjîma,sûriyeyê,bû

‘Dagirkeriya DAIŞ’ê li Reqayê bi destê rêjîma Sûriyeyê bû’

A+ A-

EKREM BEREKAT

REQA – Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê, rêjîma Baasê ji bo karibe serweriya aloziyê bike, çeteyên di zîndanên wê de bûn, serbest berdan û di encamê de evan çete beşdarî rêxistinên terorîst bûn û hovîtiya xwe li welatiyan kirin û bajarê Reqa û gelek herêmên din dagir kirin.

Çavkaniyekî taybet ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) yê re ragihand ku hemû emîrên DAIŞ’ê û Waliyê Sûriye û Reqayê û navçeya Silok a girêdayî Girê Spî bi sûcdariya şandina cîhadîstan ji Îraqê re di zîndanên rêjîma Sûriyeyê de bûn û dema şoreşa Sûriyeyê dest pê kir rêjîma Sûriyeyê evan çete serbest berdan da ku beşdarî rêxistinên cîhadîst bibin û di encamê de cihên xwe weke emîr û damezrênerên DAIŞ’ê li bajarê Reqa û li giştî Sûriyeyê girtin.

Heman çavkanî destnîşan kir ku rêjîma Baasê evan sûcdar di zîndana Sêdnaya ya nêzî Dîmeşqê bi cih kiribûn û dema şoreşa Sûriyeyê dest pê kir, şandin zîndanên Reqayê û piştî demeke kurt beriya ku darizandina wan bi dawî bibe serbest berdan. Çavkanî da zanîn ku yek ji damezrênerên DAIŞ’ê yê bi navê Ebû Luqman Elî Mûsa (Waliyê Sûriyeyê) di sala 2009’an de bi sûcdariya şandina cîhadîstan ji Îraqê re ji aliyê rêjîma Sûriyeyê ve hate girtin. Her wiha Fewaz El-Kurdî ku bi navê Ebû Elî El-Şerhî tê nasîn, Îbrahîm El-Şewax mamê Ebû Luqman ku weke Pîrê DAIŞ’ê dihat nasîn, serçeteyê bi navê Feysel El-Bilo (Waliyê Girê Spî û navçeya Silok).

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyeyê re rêjîma Baasê evan çete serbest berdan. Ebû Luqman, Ebû Elî, Îbrahîm El-Şewax û Feysel El-Bilo di destpêkê de di bin navê Artêşa Azad de tabûreke çekdar di bajarê Reqayê de ava kirin û piştî demekê xiyanet li Artêşa Azad kirin û beşdarî Cebhet El-Nusra bûn. Di wê demê de hejmara endamên tabûra wan 70 kes bûn. Di destpêkê de ji bo ku welatiyan bixapînin danûstandineke baş bi welatiyan re dikirin.

Piştî demekê hejmara wan zêde bû û derket nêzî 1000 kesî û çeteyê bi navê Ebû Seed El-Hedremî li wan zêde bû û piştî demekê bû emîrê Reqayê yê Cebhet El-Nusra û li rex wî Ebû Docan berpirsyarê darayî yê çeteyên Cebhet El-Nusra bû. Piştî ku DAIŞ’ê xwe li Sûriye û Îraqê ragihand, Ebû Luqman, Ebû Elî, Fewaz El-Kurdî û Îbrahîm El-Şewax dilsoziya xwe bi DAIŞ’ê re regihandin, lê Ebû Seed El-Hedremî û Ebû Docan dilsoziya DAIŞ’ê nekirin.

DAIŞ’ê jî ji aliyê xwe ve Ebû Luqman Waliyê Sûriyeyê bi nav kir û şer û pevçûn di navbera çeteyên DAIŞ’ê û çeteyên Cebhet El-Nusra de dest pê kirin û di encama şer û pevçûnan  de Ebû Docan hat kuştin û Ebû Seed El-Hedremî hate girtin û piştî demekê hate serjêkirin.

Ebû Luqman hemû endamên Artêşa Azad û Ehrar El-Şam di bajarê Reqayê û herêmên girêdayî wê de tune kirin.

Piştî ku DAIŞ’ê giştî bajarê Reqayê dagir kir, hemû rûspî û şêxên qebîle û eşîrên herêmê ji bo dilsoziya xwe bi çeteyan re ragihînin neçar man. Piştre qanûn û pîvanên xwe li ser welatiyan ferz kirin û her kesekî li gorî pîvanên wan tevnedigeriya dihat kuştin.

Li gorî agahiyên ji heman çavkanî hatine wergirtin çeteyên DAIŞ’ê bêtirî 10 hezar kes li bajarê Reqayê kuştine.

Her wiha piştî dagirkeriya DAIŞ’ê li ser giştî herêma Reqayê gelek fermandarên tabûrên Artêşa Azad jî dilsoziya xwe bi DAIŞ’ê re ragihandin ku ew jî ji zîndanên rêjîma Baasê hatibûn berdan ên weke Ebû Hemza El-Riyadat li devera Sirrîn û bi vê yekê dagirkeriya DAIŞ’ê li piraniya ciyografiya Sûriyeyê hêdî hêdî berfirehtir bû.

Tê gotin ku Îbrahîm El-Şewax apê serçeteyê DAIŞ’î Ebû Luqman e û weke Pîrê DAIŞ’ê li herêmê dihat nasîn, niha jî yek ji endamên Komîteya Lihevhatina Niştimanî ya bi rêjîmê re ye û li bajarê Dîmeşqê rûdine.

Li gorî agahiyên hatine wergirtin evan emîrên DAIŞ’ê yên li jor behsa wan hatine kirin hemû di zîndanên rêjîmê de bûn û beriya ku dema darizandina wan bi dawî bibe serbest hatine berdan û piştî bajarê Reqayê ji aliyê Hêzên Sûriya Demokratîk ve hate rizgarkirin berê xwe dane bajarê Dêrazorê.

Pirsa derdikeve hole ew e ku piştî evan secrete berê xwe dane bajarê Dêrazorê gel rêjîma Baasê dê wan vegerîne hembêza xwe yan kaxeza wan li ba rêjîmê şewitiya ye?

(jh)

ANHA