1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Dayikên Şemiyê: Heta edalet bi cih neyê roja ku em pîroz bikin tuneye
Dayikên Şemiyê: Heta edalet bi cih neyê roja ku em pîroz bikin tuneye,dayikên,şemiyê,heta,edalet,bi,cih,neyê,roja,ku,em,pîroz,bikin,tuneye

Dayikên Şemiyê: Heta edalet bi cih neyê roja ku em pîroz bikin tuneye

A+ A-

STENBOL - Dayikên Şemiyê yên ku cara 633'yemîn aqûbeta xizmên xwe yên winda pirsîn wiha gotin: "Heta ku dewlet der barê zarokên me yên ku di bin çavan de hatin windakirin me û civakê agahdar neke, daxwaza me ya edaletê ya ji bo zarokên me bi cih neyê roja ku em pîroz bikin dê nebe." 

Dayikên Şemiyê ji bo ku aqûbeta xizmên xwe yên winda bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran li Qada Galatasarayê cara 633'yemîn hatin cem hev. Di çalakiyê de pankarta "Kiryar diyar in winda li kû ne" hate vekirin û wêneyên windayan hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Halîl Alpsoy ê di 10'ê gulana 1994'an de, Kasim Alpsoy ê du di 18'ê gulana 1994'an de hatin windakirin pirsîn.

'VÎ QADA BÛYE DOJEH BIBÎNIN'

Îkbal Eren a ku di 1980'an de birayê wê Hayrettîn Eren hate windakirin di çalakiyê de axivî û wiha got: "Sibehê roja dayikan e. Rayedar ê derkevin û dê bibêjin dayikên ku destên wan tên maçkirin, bihuşt di bin lingên dayikan de ye. Li Qada Galatasarayê dojehek heye. 633 hefte ye vî dojeha dayikan nabînin. Hûn dibêjin bihuşt di bin lingên dayikan de ye, ewil vê derê bibînin." Eren anî ziman ku ew ê têkoşîna xwe ya maf û edaletê bidomînin û wiha got: "Hûn dikarin li sêderan darve bikin, dikarin bi panzerê bikujin û bin çav bikin. Lê em ê dev ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedin."

'ROJA KU KURÊ MIN JI MIN GIRTIN DAYIKBÛNA MIN MIR'

Hanîfe Yildaz a dayika Murat Yildiz ê di 23'yê sibata 1995'an de di bin çavan de hate windakirin jî wiha axivî: "DEma ku ev êş hatin jiyankirin me ji bo kesên din bila ev êş neyê jiyankirin. Lê vî êşê bi me didin jiyankirin. Roja ku kurê min ji min girtin dayikbûna min mir." Yildiz helbesta ji bo kurê xwe nivîsandiye xwend û pirsa "kurê min tu li kû yî" kir. 

Li ser navê dayikên ku li Colemêrgê çalakiya rûniştinê li dar dixistin û ev demeke çalakiya wan tê astengkirin jî Tayîp Canan ê bavê wî Abdullah Canan di 17'ê çileya 1996'an de hate windakirin axivî: "Yên ku zarokên me winda kirin sûc kirin. Bila arşîvên dewletê bê vekirin, ên ku sûç kirin bila bên darizandin."

Piştre nameya Emîne Ocak a kurê wê Hasan Ocak di 21'ê Adara 1995'an de hate binçavkirin û piştî 58 rojan cenazeyê wî hate dîtin hate xwendin. Ocak a ji ber nexweş e nekarî beşdarî çalakiyê bibe di nameya xwe de wiha got: "Dema ku em birînên zarokên xwe û birînên xwe digihînin hev dibe ku wê demê em ê roja dayikan pîroz bikin. Heta dawiya emrê xwe em ê bibêjin bila kesek nemire."

NEVIYAN AQÛBETA KALÊN XWE PIRSÎN

Hêlîn Alpsoy a neviya Halîl Alpsoyê hate windakirin e jî diyar kir ku 23 sal in kalê wê winda ye û wiha got: "Heta ku kujerên kalê min bên dîtin em ê li vir bin." Neviya Alpsoy a din Mizgîn Alpsoy jî wiha got:" Ez gelek hez ji te dikim. Bila winda bên dîtin." Neviya Kasim Alpsoy, Bahar Alpsoy jî wiha axivî: "Rondikên çavan û êşên me heman e. Em windahiyekî nû naxwazin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin."

Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên şemiyê Rezan Karaman xwend. Karaman bal kişand li ser greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça yên li Enqereyê û Kemal Gul ê li Dersimê di grevê de ne. Karaman bal kişand li ser Roja Dayikan a sibehê û wiha got: "Heta ku dewlet der barê zarokên me yên ku di bin çavan de hatin windakirin me û civakê agahdar neke, daxwaza me ya edaletê ya ji bo zarokên me bi cih neyê roja ku em pîroz bikin dê nebe." 


Karaman piştre jî çîroka windakirina Halîl Alpsoy ê di 10'ê gulana 1994'an de, Kasim Alpsoy ê du di 18'ê gulana 1994'an de hatin windakirin parve kir. Karaman diyar kir ku hemû serlêdanên malbatan bêencam name û wiha got: "HEta ku dewlet berpirsyariya xwe di windakirina Kasim Alpsoy û Halîl Alpsoy de qebûl bike û yên ku winda kirin bi awayekî adilane bên darizandin, hesab bidin ev dosya ji bo me tu caran dê neyên girtin."