1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Derhêner Mîranda xwe ji bo fîlmê Rojava amade dike
Derhêner Mîranda xwe ji bo fîlmê Rojava amade dike,derhêner,mîranda,xwe,ji,bo,fîlmê,rojava,amade,dike

Derhêner Mîranda xwe ji bo fîlmê Rojava amade dike

A+ A-

  • ALÎ GULER/STRASBOÛRG

Derhênerê dokûmanterê Lûîs Mîranda yê ji Kosta Rîkayê ku dokûmantera bi navê "Ocalan û meseleya Kurd" amade kir, destnîşan kir ku nabe lîderekî çil milyon mirovî di nava van şert û mercan de bê girtin.

Derhêner Lûîs Mîranda serdana Kurdistaniyên li ber avahiyên CPT û Konseya Ewropayê çalakiya rûniştinê dikin, kir. Derhêner Mîranda got, "Ez heyranekî mezin ê Abdullah Ocalan im" û bang kir ji bo tecrîd were rakirin.

RAMANGÊRÊ HERÎ MEZIN Ê SERDEMA HEYÎ

Derhêner Lûîs Mîranda anî ziman ku di dema kişandina dokûmantera "Ocalan û meseleya Kurd" a ji bo televîzyona ARTE ya Fransa û Elman de wî derfet dîtiye ku Abdullah Ocalan baştir nas bike û got, "Di dema amadekirina dokûmantera ji bo ARTE de min jiyana wî, jiyana polîtîk ya wî bi berfirehî nas kir. Ez bûm heyranê wî. Ya ku min eleqedar dikir, nasnameya wî ya siyasetmedar bû û di fînalê de min xwest wê nîşan bidim. Bi dîtina min, Ew ramangêrê herî mezin ê serdema heyî ye. Divê nêrînên wî li tevahiya cîhanê belav bibe. Tevî ku demeke dirêj e li girtîgehê ye, nêrînên wî digihêje bi milyonan mirovî û ji aliyê bi milyonan mirovî ve tê qebûlkirin. Ya ku li Rojava diqewime ji bo Rojhilata Navîn û cîhanê çavkaniya hêviyê ye."

TECRÎD NE YA QEBÛLKIRINÊ YE

Mîranda destnîşan kir ku şert û mercên Abdullah Ocalan di nav de ye cihê metirsiyê ne û wiha dewam kir: "Rewşa ku niha tê de ye cihê tirs û fikaran e. Nabe ku ev pêkanîn ji girtiyekî siyasî, bi taybetî lîderê gelekî ji 40 milyonî rewa bê dîtin. Tecrîd ne ya qebûlkirinê ye."

HELWESTA EWROPAYÊ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE

Mîranda bêdengî û xemsariya siyasetmedarên Ewropî ji ber berjewendiyên aboriyê weke rewşeke xemgîniyê bi nav kir û got, "Divê Ewropa bikeve nava liv û tevgerê û xwedî li pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî derkeve. Hêvîdar im wê lîderên Ewropî fêhm bikin ku wekhevî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn bi azadiya Ocalan dibe. Eger aramî li Rojhilata Navîn serdest bibe, wê paşeroja Ewropayê jî ewle bibe. Yên ku karibin vê bi ser bixînin jî Kurd in. Tevgerên siyasî yên li Ewropayê, ji bo azadiya gelê Kurd bi têrkerî hewl nadin. Divê her kes destekê bide têkoşîna azadiye ya Kurdan."

FÎLMÊ ŞOREŞA ROJAVA

Derhêner Lûîs Mîranda diyar kir ku projeyeke wî ya çêkirina fîlmekî li ser têkoşîna Kurdan û Şoreşa Rojava heye û got, "Zehmet e ku mirov fîlmçêkerên qenalên mezin ên televîzyonan ji bo çêkirina tiştekî li ser Kurdan îqna bikin. Yekane qenala ku bala xwe dide vê pirsgirêkê qenala hevpar a Fransa-Elmanya ARTE ye. Weke şexs, di projeyên xwe yên li ser Kurdan de ez ê bi giranî li ser Ocalan bisekinim. Dokûmantera ku min li ser Ocalan û Kurdan amade kir, yekane fîlm e ku di vê mijarê de li Ewropayê hatiye nîşandan. Dixwazim vê yekê bidomînim, lê bi rastî jî ev zehmet dixuye. Projeyeke min a fîlmê sînema heye. Dixwazim xwe bigihînim hê bêhtir mirovan. Dixwazim şoreşa li Rojava bi taybetî bi Ewropiyên ku Ocalan û Kurdan nas nakin bidim naskirin. Bi saya vî fîlmî wê hem nêrînên Ocalan nas bikin, hem jî tevgera Kurdan. Di asta nivîsandina senaryoyê de me."