1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Dev ji şêxîtiyê berda û dest bi "kurdçîtî"yê kir!
Dev ji şêxîtiyê berda û dest bi "kurdçîtî"yê kir!,dev,ji,şêxîtiyê,berda,û,dest,bi,"kurdçîtî"yê,kir

Dev ji şêxîtiyê berda û dest bi "kurdçîtî"yê kir!

Hevpeyvinek bi Şêx Mîsbahê Silîvî re

A+ A-

Hevpeyvîn: Mahabad F. ARDA

 

Şêx Mîsbahê Silîvî ji navçeya Amedê Farqînê ye û di sala 1937an de hatiye dinyê. Yek ji hozanên navdar ên kurd e. Di navbera salên 1960 û 1980 yî de 6-7 caran ji ber ‘kurdçîtî’yê hatiye girtin. Bi sedan helbestên şairên mezin ên kurd ên navdar kirine qesîde û bi dehan kaset dagirtine ku li seranserê Kurdistanê belav bûne. Li ser wêje û çanda kurdî gelek lêkolînên wî hene. Niha li Amedê dijî.

 

- We çend sal di medreseyê de xwend û li medreseyên ku derê?

 

Piştî dibistana sereta ku min li Farqînê xwend, di sala 1949an de min dest bi medresê kir û heya 1954an min perwerdeya medresê dît.

 

- Li ku derê we perwerde dît?

 

Li gundên Silîva. Lê meha pêşîn a payiza sala 1950î, ez û Mele Evdilkerîm Ceyhan em çûn Qamişlo ba Seydayê Cegerxwîn me li wê derê xwend. Ez 45 rojan mam li Qamişlo, lê Mele Evdilkerîm li wê derê ma. Armanca min jî ew bû ku ez dirêjtir bimînim, lê derfetên wê demê dest nedan. Sedema ku Evdilkerîm jî li wê derê ma di rastiyê de, qasidê navbera Cemiyeta Xweybûnê û rêxistina Farqînê bû, lê têkiliya wî bi yên Amedê re jî hebû. Serokê rêxistina Farqînê jî Selîm Ezîzoglu bû. Wî Mele Evdilkerîm dişand Sûrî. Ez zarok bûm hîn, min baş fam nedikir, lê Evdilkerîm mezin bû û min piştre fam kir ku Mele Evdilkerîm ne ji bo xwendina medresê lê ji bo qasidiya Xweybûnê ya navbera Farqîn, Amed û Qamişlo diçû û dihat. Wê demê mala Mîr Celadet Alî Bedirxan ku Serokê Cemiyeta Xoybûnê bû, li Şamê bû, lê pir caran dihat Qamişlo ba Cegerxwîn û rojnameyek bi navê ’Hawar’ derdixist. Osman Sebrî jî li wê derê bû. Dr. Nûredîn Zaz bû, Baytar Nûredîn Dêrsimî bû, Mele Hesenê Serdî bû, Hemze Beg ê Muksî bû ku li Hisîçayê mamostetî dikir. Hemze Beg ji Muksê bû ku niha jê re dibêjin Bexçeseray. Ew li Stenbolê li gel Bedîul Zeman Seîdê Nûrsî, di Kurd Tealî Cemiyetî de bûne. Seyîd Ebdulqadir kurê Ubeydullahê Nehrî, nebiyê Seyîd Taha yê Nehrî jî Serokê Kurd Tealî Cemiyetî bû. Piştre osmanî fermana Kurd Tealî Cemiyetî derdixin û hema bi dû re jî Komara Tirkiyeyê ava dibe. Piştî Serîhildana Şêx Seîd Efendî, Seyîd Ebdulqadir tevî kurê wî tînin li Amedê dixeniqînin. Hemze Begê Muksî direve diçe Sûrî û xwe wisa xelas dike. Bedîulzeman Seîdê Norsî jî kirin girtîgehê. Ew demek di girtîgehê de ma û piştre wî derxistin. Ev mijara Sûrî qediya. Di pey wir re min li gundên Farqînê xwend. Pêşî li gundê Qereeliya li ba Seydayê Mele Evdilwahid. Di pey wî de min li Farqînê, li Camiya Minarê li ba Seydayê Mele Yaqûb xwend. Demek min li ba Seydayê Mele Huseynê Kuçuk xwend. Piştre ez çûm gundê Elebociya ba Mele Xelîl ku zavê me bû, xuşka min li balê bû, min li ba wî xwend. Demek min li ba Seydayê Mele Evdila yê Qoxî, li gundê Sergewra xwend. Min ilmê erebî bi vî awayî demek xwend, piştre bavê min wefat kir di sala 1954an de û ez hatim li şûna bavê xwe rûniştim û min şêxîtî kir. Di sala 1957an de ez çûm leşkeriyê, min dan bajarê Îspartayê. Ez li wê derê bûm Melayê Bolukê (beşa leşkerî). Piştî bûm îmam, em herr oj diçûne ba Seîdê Kurdî Bedîulzeman. Ez diçûm serdana wî û min jê re beytên Seydayê Cegerxwîn dixwendin. 

Piştî leşkeriyê ez hatim malê êdî min dev ji xwendin û şêxîtî û mêxîtiyê berda û bi temamî dest bi kurdîtiyê kir. Dema min dest bi kurdîtiyê kir, xelkê dijberiya min, şêxîtiya min û her tiştê min kir. Ji ber di nêrîna xelkê de kî bigota ez kurd im, pir gunehkar dibû ku ev jî lîstikeke dewletê bû. Dewletê di bin perdeya dîn de xelkê dixapand. Dîndarên dilsoz û paqij dixapandin û dikirin sîngê welatparêzan. Ez jî yek ji wan welatparêzan bûm ku em pir li dijî vê yekê têkoşiyan. Dibe ku ew jî mafdar bûn, ji ber ji me şaş fam dikirin. Kî ku doza kurdîtiyê bikirana, di nêrîna wan de ew nej i wan bû, dibû kafir.

 

- Dersên çewa we didîtin di medreseyan de?

Di dema medreseyê de me pêşî kitêba Ahmedê Xanî ’Nûbara Piçûkan’ dixwend ku dibêje ’Ne ji bo sahib rewacan, belkî ji bo piçûkêt kurmancan min ev kitêb nivîsiye ku kurd hînê zimanê xwe bibin.’ Wekî din ilmek heye navê wê ’Nehw’ e. Bi vê ilmê meriv hînê ziman, rêziman, ilm, wêje û çanda erebî dibe. Ilmek wisa ye ku mêjiyê meriv ve dike. 


- We bi erebî dixwend?


Kitêb bi erebî bû, seydayê me jî bi erebî dixwend, werdigerand kurmancî û ji me re mane dikir. Me jî bi kurmancî fam dikir, ji ber me bi erebî nizanibû di destpêkê de. Ji ber vî awayî, feqî hebûn, ên ku hinek bi pêş diketin dibûn talib, piştre ku ilmê wan bi jor ve heya şer-ul şemsî diçû îcar îcaze distendin û munteî dibûn, dibûn melayên gundan û êdî wan jî ders didan. 

Di ber dersên Nahwê de me carnan dersa şerîetê didît. Min demek li ba Seydayê Mele Yaqub li ser pirtûkek bi farisî bi navê ’Gulistan’ ders dît û em hînê zimanê farisî dibûn. Wekî din jî ilmê felekiyatê hebû ku niha jê re dibêjin astronomî, me hinek ji wê ilmê jî xwend lê hin feqiyên ku wê ilmê dixwendin, dikaribûn xwe şaş bikin, dibûn munkur, înkariya Xuda dikirin. Ji ber wê tirsê wê ilmê zêde nedidan xwendin. Ilmek giran bû, li Xweda digere, meriv ji nav dernakeve. Dema meriv nikare ji nav derkeve û mêjiyê meriv têrî vî ilmî neke, wê demê meriv dikare ji rêçikê derkeve. Ji ber wê tirsê pir kêm kes wî ilmî xwendine.

 

- We şair û ozanên kurd di van hucreyan de nas kirin, kî bûn yên ku ji wê demê ve hûn nas dikin?

 

Ji ilmê nahwê me ew naskirin. Wekî din me ji hev û du sah dikir, yên mîna Feqiyê Teyran, Şêx Evdirehmanê Axtepe, Melayê Cizîrî, Ahmedê Xanî û berhemên wan me ji ber dikirin, ji hev re dixwendin.

 

- Ilmê Nehwê ne ilmê erebî û çand û wêje û zimanê erebî bû?

 

Belê, lê di nav wêjeya erebî de pir şair û wêjevanên kurd jî hebûn ku berhemên wan wergerandibûne erebî an jî hinek ji wan bi xwe erebî nivîsîbûn lê kurd bûn. Seydayên me ji me re werdigerandin kurdî û em wisa hîn dibûn û bi wêje û wêjevanên xwe dihesiyan. Mînak Muhyedînê Erebî. Ew ne ku ereb e. Navê bavê wî Erebî bûye. Niha jî navên erebî li zarokên kurdî nakin? Ew jî wisa bûye. Serokê Terîqa Neqşebendî Mewlana Şêx Xalidê Zulceneeynî, evana tev edebiyata wan em hîn dibûn û me didît ku edebiyata kurdî çiqasî mezin e û xelkê ji xwe re kirine mal, em bi vî awayî van hîn dibûn. 

Ji xeynî van, Seydayê Mele Evdilqudûsê Cemîlê Seyda ji Sûrî dihat û helbestên Cegerxwîn ji me re dihanî, li temamî hucreyên (medrese) welat digeriya û li feqiyan belav dikir wan helbestan, jib o feqî şiyar bibin. Ji ber ev feqî xwendayên gel bûn û diketin nava gel û dibûn mela û li pêşiya civatê bûn. Ew bêtir dikaribûn gel hişyar bikin ku wisa jî bû. Helbesta ku Seydayê Mele Evdilqudûsê Cemîlê Seyda pêşî ji me re anî û xwend, tê bîra min me digot ev bahsa tûtik û mirîşka dike. Digot; Li welatê me Xerza/Hebû dîkek şareza/ Rojekê çû nav dîka/ 

Ji wan re got hêdîka/ Rabin bêjin mirîşkan/ Bes xwe bidin enîşkan/ Dîk û mirîşk bûne kom,

Berê xwe dane cem bûm... Paşê me fam kir ku mesele ne dîk û mirîşk in. 

 

- We bahsa dema leşkeriya xwe û Seîdê Kurdî kir. Hûn dikarin hinek bi berfirehî vebêjin wê demê?

 

 Dema min şandin eskeriyê, ez çûm Îspartayê, 4 meh li Îspartayê mam. Min melatiya bolukê dikir û min nedişandine perwerdeya leşkerî. Bedîulzeman jî li Îspartayê sirgûn bû, me jî dizanî û ez diçûm bale. Carnan mijûl bû, nedikarî min qebûl bike, lê pirê caran qebûl dikir, ez diçûm bale, min jê re helbestên Cegerxwîn digot û ew jî digiriya. Sofî Tahir hebû li bale, xizmeta seyda dikir. Bi tirkî diaxivî, bi kurdî nizanibû û rojek ji min re got; “feqe bisekine Hezretî Ustad ji dilê xwe nexweş e û tu van tiştan dibêjî, ez nizanim çi dibêjî, lê Ustad diheje û digirî, tiştek pê bibe berpirsê wê tu yî.” Li ser vê gotinê ez rawestiyam. Ustad bi kurmancî got; “kurê min tu çima sekinî?”, min jî got “ustadê min Sofî Tahir nahêle ez bêjim”. Ustad jê re bi tirkî got: “Kurê min ku tu dixwazî ez pir bijîm, bihêle bira bêje, ji ber ez bi van helbestan rehet dibim, lê ku tu naxwazî ez rehet bibim bila nebêje.” Êdî Sofî Tahir got; “Ustadê min tu dizanî”. 

 

- Ji ber kurdîtiya xwe hatibû sirgûnkirin ne wisa?

 

Belê, ji ber endamê Kurd Tealî Cemiyetî bû. Hinek hatin îdamkirin, hinek reviyan, seyda jî sirgûn kirin. Piştre di girtîgehê de gotin dîn bûye ku tiştek wisa tunebû, Seyda pir li hişê xwe bû, lê wisa hat gotin û wisa ji îdamê jî xelas bû û wî berdan, lê sirgûnê Îspartayê kirin. 

 

-Seîdê Kurdî ji ku derê ye bi eslê xwe?

 

Ji navçeyeke Bedlîsê Hîzanê ye. Gundek piçûk û di quntara çiyê de ye ku nave wê Nors e.Navê wî jî Mele Seîdê Norsî ye.

 

- Çima jê re gotine Mele Seîdê Kurdî?

 

Kurd Tealî Cemiyetî hebû, Seîdê Norsî jî di nav wê cemiyetê de bû. Ew bernavkê ‘Kurdî’ ji wir tê.

 

- Cenazê wî kes nizane li ku derê ye?

 

Di 21ê adara sala 1960î de bi rê dikeve ku here Wanê li wê derê medreseyek bi nave Medresettul Zehra veke, wê şevê li otêleka Rehayê dimîne û heman şevê jî li wê otêlê rahmet dike. Wî li kêleka şikefta Hz. Îbrahîm veşartin. Şevekî wî derxistin û kesek nizane cenazê wî avêtine ku derê. Lê tê gotin ku cenaze birine aliyê Mersîn Silîfkeyê, li Taşucuyê avêtine deryayê ku bawer im wisa ye jî. 

 

- Xwediyê mewlûda kurmancî Melayê Bateyî kî bû, ji ku bû, çewa wefat kir?

 

Eşîrek heye li aliyê Colemêrgê, Eşîra Batuwa ye. Navê gundê wî jî Bauwa ye. Mele Hesenê Batî ji wî gundî ye. Bi munasebeta xwendinê tê li Muksê li Medresa Mîr Hesen dixwîne. Xwediyê Mewlûda Kurmancî Mele Hesenê Bateyî ye. 

 

- Bi awayekî ecêb dimire, hûn dikarin hinek vebêjin?

 

Rojekê, berf e, bahoz e; Mele Hesenê Bateyî radibe xurcika xwe tijî dike bastêq û meşlûr û hinek jî hingiv, dide ser mile xwe û dibêje ez ê herim mala seydayê xwe. Gundî xwe davêjin pêsîra wî û dibêjin; “Mele Hesen neçe jib o Xwedê firtûne ye tê bifetisî, wê rawilek te bixwe.” Mele Hesen dibêje; “Hatiye ser dilê min, dive ez biçim” û hey gundî li ber didin, lê ew bi ya xwe dike, dikeve rê û ber bi gundê seydayê xwe ve dice. Li nîvê rê bahoz û firtûne zêde dike, dibîne ku wê bifetise, xwe davêje şikeftek nêz. Piştî demekê dibîne ku bahoz ranaweste, gundekî li nêz heye, qîrîn dike ku dengê xwe bigihêjîne wî gundî, jib o gundî bên û wî xelas bikin. Lê bi qêrîna wî re şepe (aşît) dikeve û devê şikeftê digire. Demek berfê dikole ku devê şikeftê veke, lê berf zêde ketiye û dike nake nabe. Demek di şikeftê de xwe bi bastêq û hingivê ku aniye xwedî dike û berfê dixwe, lê feyde nake û di şikeftê de rehmet dike. Lê beriya ku rehmet bike kaxizekî dinivîse û dibêje; “Ez Mele Hesenê Bateyî me, gunehê kesekî negirin, hal û mesela min ev e; firtûne rabûye, ez ketime vê şikeftê, şepe ketiye û ez tê de mame”. Piştre biharê dema ku şivanên gund pezên xwe tînin li wan doran diçêrînin di nav şikeftê de rast li cenazeyekê tên. Tînin cenaze dişon, destê wî vedikin û kaxizê ku nivîsiye di nav destî wî de dibînin. Wê demê fam dikin ku ew kes Mele Hesenê Bateyî ye ku lê digerin. Lewra heya wê demê jî tu ciyek nemaye ku lê negeriya ne û fikirîne ku rawilek ew xwaribe jî, diviya parçên cilên wî kêmasî hebûna li van doran, lê tu îşaretek jê nabînin. Piştî ku dibînin û fam dikin kî ye, êdî wî vedişêrin û niha mezelê wî li Batûwa ye.

 

- Grîngiya Siyahpoş di jiyana we de çiye?


Sîyapoş li ba min di edebiyata dîwanê ya kurdî de, piştî Melayê Cizîrî şair mina wî nehatine dinyayê. 

 

- We çawa Sîyapoş nas kir.


Ji bavê xwe. Beriya ku ez dîwana wî bibînim û bixwînim, min helbestên wî ji bavê xwe bihîstibûn. 

 

- Orjînala Dîwana Sîyapoş a bi nav û deng ‘Seyfulmilûk’ ku li ba we bû û niha li ba kurê we li Stockholmê ye, bû nûçe û di gelek ciyan de hat weşandin, pir jî deng da, hûn çewa dizanin ku bi destê Sîyapoş bi xwe hatiye nivîsîn?

Ez ji bavê xwe dizanim, bavê min ji bavê xwe dizane, ew jî ji bavê xwe dizane. Weha ye. Dîroka me jî ev e ji xwe. Çîrok, klam û vegotinên ku ji bav û kalan hatine, dîroka me ne. 

 

- We çewa zanîbû ku mezelê Siyahpoş li ku derê ye û hûn bi kî re di kîjan sale de çûn û we mezel çê kir?

 

Min dîsa ji bavê xwe zanibû ku li Kurbeytê ye. Di sala 1962an de ez û Mele Evdilkerîm Ceyhan em çûne gundê Kurbeytê. Li wê derê Seydayê Mele Zubeyr hebû, destbirakê bavê min bû û êdî pir extiyar bû. Me jê pirs kir û wî jî got belê dizanim mezel li ku derê ye, ji ber wî jî ji bavê xwe zanibû ku mezel li ku derê ye. Me piştre amadekariyên xwe kirin, derdora mezel me bi qûçên keviran girt û dîwarekî jê re çê kir. Me jê re kêlikek çê kir û li ser bi tîpên latînî nivîsî ”Şairê Kurd Sîyapoş”. 

 

- Haya we jê heye gelo ew kêlik hîn heye an na?

 

Belê, em dipirsin, dibêjin heye. Ji ber gundî bi xwe êdî diparêzin û dema kêlik xera dibe, bi xwe çê dikin. 

 

- Apekî we jî hebû şairek navdar bi bernavkê Namî, Seydayê Mele Evdilayê Teraşî, hûn dikarin hinek bahsa wî jî bikin? 

 

Seydayê Mele Evdilayê Teraşî ku bernavkê namî bikar dianî di helbestên xwe de, pismamê me yê nêz bû, apê min bû. Niha keçeka wî heye, nave wê Emetullah e û li Stenbolê rûdinê, 90 salî ye. Ji wê jî keçek û du kur hene. Ev dema di sala 1925an de apê min Mele Evdilayê Teraşî li Xarpêtê îdam dikin, yuzbaşiyê ku apê min îdam dike, keça wî Emetullah bi xwe re dibe bajarê xwe Mêrdînê û dike qewraşa xwe. Emetullah wê demê 7 salî ye. Piştî ku jina yuzbaşî dimire, Emetullah li xwe mar dike. Ev zarok ji wî yuzbaşî ne ku paşê ji bînbaşîtiyê teqawid dibe.

 

- Çi bû ji cenaze, nedan we?

 

Na cenaze nedidan lê şaşika wî, cubbe û asayê wî dane me. Ew jî hîn li mala kekê min Şêx Mihemed Şîrîn in û tên parastin. Dewletê dema yekî bixeniqandana, cil û eşyayên wî dianîn didan xwediyên wî, li hember van heqê girtîgehê, heqê nanê wî, heqê wî mirtibê ku kursî ji bin piyê wî kaş kiriye (celad) û heqê kindirê qirika wî, ji xizm û malbata wî kesî distendin, paşê cil û eşyayên wî teslîm dikirin. Yên Seydayê Mele Evdilahê Teraşî jî bi vî awayî dane bavê min.

 

- Em derbasê mijarek din bibin: Ferqa navbera edebiyata kurdî ya niha û ya berê çi ye, ber bi başbûnê ve diçe an xirab dibe, hûn çawa dibînin?

 

Ji aliyê ziman ve ber bi başbûnê ve dice. Ji ber, berê di nav edebiyata kurdî de zêde erebî û farisî hebû, niha hema bêje safî bi kurdî ye. 

 

- Lê ji aliyê naverok û felsefeya xwe ve?

 

Niha jî xerab nine. Niha jî şairên wisa hene ku ji yên berê kêmtir nînin, bi naverok û felsefeya berhemên xwe. 

 

- Hûn dikarin yek du mînak bidin?

 

Belê: Mele Umadîn bi bernavkê Gurdilî ku welat dike mina keçek ciwan û dibêje: ‘Min çi hacet bi hiv u roje ger cemala te xuyabi hiv u roj çine ew rohniya eksa cemal…Wekî din Mele Silêman bi bernavkê Dilbirîn heye ku dibêje ‘Şev û roj geriyam yar ne xuya bû/ Çûm ser rûbarî av çikiyabû/ Çûme civakî êl reviya bû/ ketim ser rêçê rê heziya bû/ Ji evîna te ez dilbirînim/ ez ê bigerim ta te bibînim.’ 

 

- Melayê Cizîrî?

 

Melayê Cizîrî di 1570yî de ji dayîk bûye û nêzî heftê sal jiya ye. Di dema Mîr Umadîn de bûye, lê nave Mîr Umadîn di nav mîrekên Cizîrê de nayê gotin. Lê Mela di helbesteke xwe de dibêje: ‘Ji mîr û begler û jîran xulamê Mîr Umadîn im’. Mela 6-7 sal li Amedê di girtîgehê de dimîne. Mîr wî dike zîndanê.

 

- Ji ber çi?

 

Hinek fesadî dikin, ji mîr re dibêjin dil berdaye Selwa ku Selwa bûka mîr e, li ser vê yekê mîr Melayê Cizîrî dike zîndanê. Demek di zîndanê de mela beytek dinivîse û bi yekî ku ji girtîgehê tê berdan re, dişîne ji mîr re. Di beytê de weha dibêje: “Xema eşqê perîtim ez/ Hebîba xemrevîn kanê/ Seranser têk bi pêt im ez/ ji derdê fîrq û hîcranê/ Fîraqa dîlberê min dî/ Bipêhtin her wekî findî/ Musulmanek li rê min dî/ Xeber bit balî sultanî/ Xeber bit ba şekerxwayê/ Şepala xob û zeybayê/ Ku mîrê belkî bîr nayê/ Esîrek wî di zîndanê.

Piştre mîr bi xelkê dide famkirin ku Melayê Cizîrî şairekî mezin e, haya wî ji Selwa tune, lê her şairek dive tiştek ji xwe re bike armanc û li ser helbestên xwe binivîse. Mesela Mela jî ev e, ne tiştek din e û efûya Mela derdixe, wî serbest dide berdan.

 

- Zimanê kurdî bi ku ve diçe, rewşa ziman çewa ye?

 

Ziman îroj xweşiktir, paqijtir û bêtir li gor rêzimana kurdî tê bikaranîn, lê ev di nav rewşenbîran û beşek civakê ku bi xwendin û nivîsandina kurdî ve mijûl e de, derbas dibe. Erebî, tirkî û farisî ji nav kurdî bi giranî derketiye, lê belê li Amedê, mixabin li Farqînê kesek bi kurdî xeber nade. Lê wextê li Farqînê dema yekî bi tirkî çayek jî bixwesta, xelkê çay nedidayê. Îroj tu diçî Farqînê, dê û bav bi tirkî nizanin, zarokên wan jî bi kurdî nizanin. Ev bi temamî ne wisa be jî, hêdî hêdî belav dibe. Lê ji bo ku zimanek û pê re jî çandek û bi van re jî miletek bijî, divê zarok bi zimanê xwe biaxivin, nifş ziman derbasê hev û du bikin. 

 

- Derbarê Feqiyê Teyran de hûn çi dizanin?

 

Pir helbestên Feqiyê Teyran dihatin hucreyan, me ji hev hîn dikir. Niha jî hin berhemên wî ji ber dizanim. Navê wî rastî Mîr Mihemedê Hekarî ye, ew jî ji Colemêrgê herêma Botan e. Feqiyê Teyran navê wî Mihemed e û ji mîrekên Hekarê ye. Mîr Mihemedê Hekarî, ew jî tê li Muksê dixwîne û niha mezelê wî jî li navçeya Wanê Muksê ye ku tirkan navê wê derê kiriye Bexçeseray.

 

- Destana navdar Zembîlfiroş jî li herêma we Silîvan derbas dibe û gelek versiyonên wî yên cuda têne gotin. Hûn dikarin derbarê vê destanê de bi kurtî ji me re çi bibêjin? 

 

Wê rojê di Roj TV bernameya Şemdîn de çend kes derketin û hemiyan jî şaş gotin. Zembîlfiroş, navê wî Muhyedîn e, kurê Mîr Ebas e ku ew jî xelkê Colemêrgê ne. Sah dike ku qîzeka mîrê Farqînê pir xweşik heye. Demek dianîn li bajaran zembîl, selik, melke, selikşîr, edil ku pê kayê dikişandin û tiştên wisa difirotin ku ev tev gez û biyên ber çeman çê dibûn. 

 

- Gez û bî taybetiya wan çi bû ku?

 

Hinek gezên sor hene li ber çeman çê dibin, hema destê xwe pê dikî, ditewin. Ji ber ku dema hîn ter bûn, pir elastîkî bûn û xweşik ditewiyan, piştre ku hişk dibû, dibû mîna kevir. Bî jî li ber çeman, di devê avan de şîn dibûn û ji ber tu fêkî nade kurdan jê re gotiya bî. Îcar em bên ser Zembîlfiroş: Muhyedînê kurê Mîr Ebas jî ji bo qîza Mîrê Farqînê, xwe dike timtêla wan zembîlfiroşan û diçe Farqînê, mîna ku ew jî zembîlan çê dike û difiroşe. Zembîlan dide ser milê xwe û kolan bi kolanên Farqînê digerîne, zembîl difiroşe. Armanca wî ew e ku qîza mîr bibîne û biecibîne, piştre ew jî bavê xwe yê mîr bişîne ji bo xwestina qîza mîrê Farqînê. Lê di vê navê de, dîya qîzikê, yanî jina mîrê Farqînê Xatûn, Muhyedîn (Zembîlfiroş) dibîne û çav ber dide Zembîlfiroş, lewra Zembîlfiroş jî xortek pir bedew û lihevhatî ye. Xatûna jina mîrê Farqînê gazî Zembîlfiroş dike, bi armanca ku pê re bimîne wî dibe qesrê, lê Zembîlfiroş mirovek mutaasib e, ango dîndar e û bi armanca qîza wê hatiye û ji  xwe şerm dike, daxwaza xatûnê pêk nayîne, Xatûn dest bi gef û guran dike, axir Zembîlfiroş xwe bi werîsan ji birca kelê berdide xwar û wisa rizgar dibe, diçe herêma xwe, dev ji keça mîrê Farqînê jî berdide.

 

- We xelatek ji Hukûmeta Herêmî ya Başûr girtibû, ew çi xelat bû û ji ber çi bû?

 

Festîvalek amade kiribûn, ji her çar parçeyan jî şair û edebiyatvanên navdar hatibûn, ez jî hatibûme vexwendin. Min helbest xwendin. Ji ber xwendin û xîtabeya helbestê diyariyek dane min, madalyonek mezin ji zêr ku serê Mustafa Barzanî li ser e, anîn li ser sahnê bi sînga min vekirin. Piştre min helbestek Mele Umadîn li ser Mustafa Barzanî xwend. Mele Umadîn jî li wir bû û paşê bi ken û henek got ’Li vê ecêbê, şiêra min dixwîne, madalya didine wî’. 

 

-Ciwanên nûhatî jî êdî pir helbestên kurdî dinivîsin, hûn wan çewa dibînin?

 

Pir li xweşiya min naçe, di bin navê nûjeniyê de, çewa ku muzîka rak li nav muzîka kurdî dixin û xerab dikin, ew jî tiştek wisa dikin. Edebiyat, felsefe û kûrahî tune di helbestên wan de. Lê yên pir baş jî hene.

 

- Hûn helbestên Şêx Evdirehmanê Axtepe jî dizanin, ji bo wî hûn ê bikaribin çi bêjin?

 

Şêx Evdirehmanê Axtepe xwediyê kitêba ’Rezzetulneîm’ê  ku her wiha dîwana wî jî heye. Niha nebiyê wî heye Şêx Şafî, ev çend car in ez li gel heyetek ku di nav de nivîskar û mamosteyên zanîngehan jî hene, li ser vexwendina wî em diçine serdana wî. Rojek ji Amedê diçine Axtepê. Li seriya Gazîkoşkê ku navê wir Hosel e, niha jî dibêjinê Hewsel (Ji dahl û deviyên ku pir di hev de ne re bi şev dibêjin ’Hoşev’ bi rojê jî dibêjin Hosel). Tên seriya Hoselê, sofiyek dibêje; ’Şêxê min ez xulamê te me, îroj Newroz e, qîz û bûkê Amedî xwe xemilandine û hatine Newrozê, te ji bo wan şiêrek bigota’. Şêx Evdirehmanê Axtepe hey dibêje ez ne rehet im îroj, lê li ser îsrarên sofiyan, şêx dibêje, bahsa fîstanê wan û rengîniya wan dike, dibêje: ’Kesk û sor şîn û zer, narincî û mawî û reş, sef bi sef têne kunan wek leşkerên rom û hebeş, dil yek e dîlber hezar in, mam teheyyur el eman, bidime kê meyla evî qelbê birîndarê nexweş’. 

 

- Edebiyat û felsefeya kûr, hûn bawer dikin ku dikare bijî û pêş bikeve di kurdî de êdî?

 

Pir li ser sekinîne. Li vir jî Komeleya Nivîskarên Kurd heye, van tiştan tev didine hev, kom dikin, xizmetên xweşik dikin. Di vî warî de rewş ji berê pir çêtir e, lewre xwedîlêderketineke baş heye. 

 

- Rola Farqînê di kurdî û kurdayetiyê de çi ye?

 

Kurdiya Farqînê pir şîrîn e. Hemû herêm ji kurdiya Farqînê pir baş fam dikin, ji ber pir zelal xeber didin. Lê ne tenê Farqîn e, divê meriv bêje herêma Silîva, zimanê Silîvî. Di kurdayetiyê de jî ku 105 sal navenda Dewleta Merwaniyan bûye, giyana kurdayetiyê û zimanê kurdî timî di nav xwe parastiye. Dewleta Merwaniyan jî ji navçeya Mûsilê Zozik heya Sêwasê, Rehayê, Wanê desthilatdar bûye. Mala Badê jî Bad’ê kurê Dostik çêkiriye ku di dîrokê de navê wî mîna Baz jî derbas dibe û navê xwe jî li pirê kiriye. Merwaniyan heya niha domandine. Nifûsa Farqînê wê demê 350 hezar bûye. Mîr esnaf û eşrafên bajêr dida hev, bi wan dişêwirî, pirs dikir ka çi şaşiyên rêveberiya dewletê hene, ji dewletê razî ne an na û li gor bersiva esnaf û eşrafên Farqînê tevdigeriya. Sê meh berê li ser Merwaniyan û pêşiyên kurdan ên li Silîvan, panelek çê bû li Farqînê, li salona Şaredariyê. Gazî min jî kiribûn. Di nav panelîstan de du profesorên ji Misirê jî hebûn û wan profesoran di panelê de gotin ku sedema dewleta Merwanê Kurd pelişî ji ruyê semîmiyet û qenciya wan e. Niyeta wan pir paqij bû, bawer nedikirin ku wê dinya bi ruhê cenawarî bi wan re be, li gorî ruhê xwe hesab dikirin. Grîngî nedan sîlah û leşkeran, ji ber wê neyarên wan jî bi rûvîtî û pîlan, wê dewletê pelişandin. Merwanî bûn qurbana semîmiyet û însaniyeta xwe. m kirineê niha li ser Artuqoxlî moxlî nivîsîne, dîrokê serûbin kirine. Ji ber vê taybetiya dîrokî, Farqîn ji berê de bûye kela welatparêzî, zanyarî, ziman û pêşketinê. Lê mixabin ku van salên dawîn êdî hêdî hêdî ji vê taybetiya xwe bi dûr dikeve, lewra tirkî di nav civaka Farqînê de jî bêtir belav dibe ku berî çend salan jî şermeke mezin bû mirov bi kurdî biaxive. Ez hêvîdar im ev pêvajoyek be û derbas bibe, weha nedome û ez bawer im jî wê wisa bibe, wê ciwanên kurd bi ser xwe ve werin, li rastiya xwe, ziman, çand û dîroka xwe vegerin ku ev hemî ji xwe di ziman de veşarî ne. Ziman tunebe ne dîrok, ne çand, ne folklor, ne wêje dibe, hemû bi ziman re dimirin û civak jî bi mirina van re dimire, namîne. Talûkeya herî mezin ev e ku loma jî dijminên kurdan timî di vir de pir lîstine. 

 

- Baş e, em spas dikin ji bo vê hevpeyvîna xweş û balkêş.

 

Ez spas dikim ji bo keda we ya ji bo kurdî. Her hebin û her serkeftî bin.