1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Di baweriya Êzîdiyan de rojîgirtin
Di baweriya Êzîdiyan de rojîgirtin,di,baweriya,êzîdiyan,de,rojîgirtin

Di baweriya Êzîdiyan de rojîgirtin

Di baweriya Êzîdiyan de di wan rojiyan de xwîn nayê rijandin, ji ber wê yekê jî beriya rojîgirtinê bi demek nêzîk her malbat pez ango serbireke xwe serjê dike, ji bo pê rabin rojiyê. Roja serbirê jî rojek taybet e, ew roj jî dikeve roja Duşem, Sêşem, Çarşem û Pênçşemê û roja Înê cejna rojiyan e û jêre tê gotin Cejna Rojên Êzî

A+ A-

ARGEŞ ŞENGALÎ/ ŞENGAL

 

 

Di baweriya Êzîdiyan de rojîgirtin çi ye? Êzîdî 3 rojiyan wek li ser wan ferz e digirin. Ew rojî jî dikevine dawiya salê. Di baweriya Êzîdiyan  de di wan rojiyan de xwîn nayê rijandin, ji ber wê yekê jî beriya rojîgirtinê bi demek nêzîk her malbat pez ango serbireke xwe serjê dike, ji bo pê rabin rojiyê. Roja serbirê jî rojek taybet e, ew roj jî dikeve roja Duşem, Sêşem, Çarşem û Pênçşemê û roja Înê cejna rojiyan e û jêre tê gotin Cejna Rojên Êzî.

 

Di van  her 3 rojan  de kar û xebat di nava gelê Êzîdî de naye kirin û her kes tenê ji bo Xwedê duayan dike. Mirovê Êzîdî di van rojiyan de xwe ji her tiştî diparêze. Wek: xwarin, vexwarin û hwd, her wiha di van rojiyan de kesê ku zewac kiribe di gel hevjîna xwe narazê.

 

Her wiha di baweriya Êzîdiyan de kesê ku rabe bi rojî û rojî bigire divê ji her tiştî bêhtir li ser zimanê xwe hakim be û axaftina nerast neyê ser zimanê wî. Yan jî tişta ku nehatibe kirin neyê gotin û weke di qewlên Êzîdiyan jî de diyar dike û dibêje; “Heçê hukim kir li zimanê wê boriye li ber rehmanê wika çêl çile û micada hilanî.” Yanî tê wateya ku her kesî ku li ser zimanê xwe hakim be, ew kes li ba rebê xwe yan jî li ba Xwedayê xwe yê/ya boriye û weke çil roje girtibe ne tenê yek.

 

Kesê ku nexweş be yan jî nexweşiyek wan taybet hebe yan jî karek wî acil derkeve û ji mala xwe dûr bikeve di baweriya Êzîdiyan de ew kes dikara rojiyan negire û li ser wî ne ferz in jî.

 

Beriya ku Rojiyên Êzî dest pê bikin gelek kes hene rojiyan li xwe nedir dikin û li xwe qewil dikin ku rojiyan bigirin. Ji ber wê yekê jî pêwîst e beriya rojiyan  ew kes dest bi wan rojiyên xwe bikin û bigirin.

 

Rabûna rojiyan di fecira sibê de ye û beriya ku dinya zelal bibe yan jî ronî bibe  dev ji xwarin xwarinê û av vexwarinê berdidin û heya ku tarî nekeve ser rûyê erdê bi wî rengî dimînin. Fitar jî bi wî rengî ye heta ku roj li derve be yan jî neçe ava nafetirin û beriya ku bifitirin jî dest û çavên xwe bi avê pak dikin û li Berata ziyaretî dibin Berata jî ji Laleşa nûranî hatine û tişta herî pîroze di baweriya Êzîdiyan de û her kesî di malê de li ser sifra xwarinê rûdine û bê ku kesek bimîne û mal mezinê malê an ku dayik û bav dest bi duayan dikin û dibêjin ya Xwedê û Êzî tu xêra me û zarokên me û her kesê xêr xwaz qebûl bikî û nû dest bi fitara xwe dikin.

 

Di nava civaka Êzîdiyan de ne tenê 3 rojî hene, lê hinek kes hene û weke oldarên Êzîdiyan tên naskirin û ji wan re dibêjin Çilengir. Ew kes di nava salê de 80’an rojî bi rojî dibin û digirin. Kesê ku bixwaze bibe çilegir jî divê 40 rojan bi rojî bibe û ev 40 roj jî di nava 20 salan de wê biqede. Ji ber wê yekê jî kesê ku çilegir be 40 rojan ji çilê havînê û 40 rojan ji çilê zivistanê bi rojî dibe. Ev kes jî cihek wan taybet heye û nabe li tu cihek din rû bibin ji bilî wê cihê xwe û ji wî cihî re tê gotin Çilexane. Ew kesê ku li ser cihê çilexanê jî bi rûne gerek beriya wê li ser ola xwe hakimiyetek wî/ê ya cuda hebe. Ev kes jî rojana beriya roj derbikeve radibin dest bi duaya dikin û yek ji duaya wan a taybet jê re dibêjin Beyita Cindî. Ev beyit jî seatekê li ser piya bi rojhilatê re tê gotin.

 ROJNEWS

(rn)