1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. Di nava 6 mehan de herî kêm 120 jin, 7 zarok hatine kuştin
Di nava 6 mehan de herî kêm 120 jin, 7 zarok hatine kuştin,di,nava,6,mehan,de,herî,kêm,120,jin,7,zarok,hatine,kuştin

Di nava 6 mehan de herî kêm 120 jin, 7 zarok hatine kuştin

Komîsyona Mafê Mirovan a Jinan a Şaxê ÎHD’ê yê Edenê, bi raporekê ragihand ku di nava 6 mehan de herî kêm 120 jin û 7 zarok hatine kuşin, desdirêjî 32 jin û 189 zarokên keç hatiye kirin

A+ A-

Komîsyona Mafê Jinan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Edenê, derbarê binpêkirinên mafan, destdirêjî, destavêin û tundiyên li ser jin û zarokan li avahiya şaxê civîna çapemeniyê lidar xist. Gelek jin, Parlamenterên HDP’ê yên Edenê Tulay Hatîmogullarî û Kemal Pekoz beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Parlamentera HDP’ê ya Edenê Tulay Hatîmogullarî, axivî û wiha got: “Di serdema AKP’ê de tundî û newekheviya jinê zêde bûn. Li dijî van zêdebûna polîtîkayên ne cezakirinê pêk anîn. Destdirêjî û destavêin ne nexweşîne. Ev bandora pergala desthilatdar a zilame. Di heman demê de li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Tarsusê, ji ber ku daxwaza birina qawişê ya Zeynep Turan ne hat qebûl kirin 28 rojin di greva birçîbûnê deye. Li girtîgehê mûxatap nayê dîtin û em ê şopdarê vê bûyerê jî bin.”

Berdevka Komîsyona Mafê Jinan a ÎHD’ê Baran Oner jî, diyar kir ku di encama polîtîkayên kêm xistin û nirx nedayîna jinê de, destdirêjî, destavêtin, êrîşên zayendî û komkujiyên li dijî jinan pir zêde bûne. Oner, da zanîn ku di 6 mehên ewil ên 2018’an de, zilaman herî kêm 120 jin û 7 zarok kuştin, desthatiye avêtina 32 jinan, destdirêjî 102 jinan hatiye kirin, 325 jin bi zorê neçarî fihûşê kirin, 189 zarokên keç îstîsmara zayendî kirin û 212 jin birîndar kirin. Oner, da zanîn ku yên dixwazin vê tabloya şermê veşêrin, îstîsmara zarokan rewa dikin wiha got: “Ji bo em hesap bipirsin em ê têkoşîn û piştevaniyê mezin bikin. Em ê deng bidin û bibin dengê jin û zarokan.”

Oner encama polîtîkayên AKP’ê yên li dijî jin û zarokan wiha rêz kir:

"* Li gorî rêjeya fermî, dinava 10 salan de 482 hezar û 908 zarok hatin zewicandin.

* Di 10 salên dawî de bûyerên îstîsmara zarokan ji sedî 700 zêde bûn. Di destavêtina li dijî zarokan de tenê 5 derktin holê û ji sedî 95 jî hatin veşartin.

* Li gorî daneyên Wezareta Dadê, salê 17 hezar dozên îstîsmarên zarokan tên vekirin û ev doz ji sedî 45 bi necezakirinê bi encam dibin!

* Wezareta Perwerdê ya Mîllî di Tîrmeha 2009’an de, destgirtîbûna xwendakarên lîsê û dibistana navên serbest kir."