1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Di navbera mêjiyê jin û mêran de cudahiyên grîng hatin vedîtin
Di navbera mêjiyê jin û mêran de cudahiyên grîng hatin vedîtin,di,navbera,mêjiyê,jin,û,mêran,de,cudahiyên,grîng,hatin,vedîtin

Di navbera mêjiyê jin û mêran de cudahiyên grîng hatin vedîtin

Li Zanîngeha Edînburgh´ê, di bin rêberiya psîkolog Stuart Ritchie de lêkolînek tê kirin. Di vê lêkolînê de hatiye vedîtin ku di navbera mêjiyê jin û mêran de cudahî hene

A+ A-

Cudahiyên navbera mêr û jinan ên anatomîk ên mîna organên zayendî, mûyên laş gelo dikare di mêjî de jî hebe? Bersiva vê pirsê çendî çetin be, ewçendî rê li ber nîqaşekê jî vedike.

 

Di xebata herî mezin a girtina dîmenê mêjî ya heya îroj de hatiye dîtin ku korteksên mêjiyên jinan ji yên mêran stûrtir in û mêjiyên mêran jî ji yên jinan mezintir in. Lê li gel rastlêhatina van qalibên bi zayendiyê ve girêdayî, heya niha bêtir rast li aliyên wekhev hatine.

 

Zanyarên ku ev bi dehan sal in li ser mêjî lêkolînan dikin dîtine ku mêjiyê mêran bi hinekî ji ya jinan mezintir e. Ev yek dema li gor mezinbûna mêr a fîzîkî hatiye sererastkirin jî, neguheriye. Li gel vê yekê jî hatiye çespandin ku gihîştina encama ka kîjan binesaziya mêjî mezin e an kîjan piçûk e, xapînok e. Pirê xebatan, di mînakdayînên bi îzafî piçûk de, bi gelemperî ji 100 mêjiyî hindiktir mînakî vekolanan dike û ev jî rê li ber derxistina holê ya encamên berfireh digire.

 

Di xebata nû de lêkolînerên di bin rêberiya psîkolog Stuart Ritchie de xebatên xwe dikin, berê xwe dane daneyên Biyobanka Brîtanyayê ku ev xebateke bîomedîkal e û bi 500.000 kesên tomarkirî re didome. Komek ku ji kesên tevlî vê xebatê bûne hatiye hilbijartin, bi rêya MRI´yê sehîkirina mêjiyên wan hate kirin. Ev kom ji 2750 jin û ji 2466 mêrên temênên wan di navbera 44-77´an de ye hate pê. Di vê xebatê de Ritchie û hevalên xwe giraniya 68 aliyên mêjî û stûriya korteksa mêjî (tebeqeya derve ya xirpûş ya mêjî ku wisa tê zanîn ji bo fonksiyonên mîna zanebûn, ziman, bîr, têgihiştin û ji bo fonksiyonên din jî grîng e) lêkolan.

 

Dema li gor temenan tê sererastkirin, tê dîtin ku jin ji mêran watedartir xwedî korteksên stûr in. Stûriya korteksan, di testên cuda yên zanebûn û bîrbiriyê de bi pûanên bilind ve hatine girêdan. Di vê navberê de di her avahiya jêrekorteksê de ku li ser lêgerîn hatine kirin jî, nîşan dide ku mêjiyê mêran ji ya jinan mezintir e. Her wiha beşên mêjî yên mîna hîpokampus (bîr û hayjêhebûniya gerdûnî), amîgdala (hest, bîr û biryardayîn), strîyatum (hînbûn, astengkirin û bixelatkirin) û talamus (neqşandin û barkirina ji beşên din ên mêjî re) ku avahiyên mêjîne jî, ji vê mezinbûnê para xwe digirin.

 

Lêkolîner gihîştine wê encamê ku 14 beşên mêjiyê mêran ji yên jinan û 10 beşên mêjiyên jinan ji yên mêran mezintir in. Mezinahî û stûriya avahiya jêrekorteksê li gory a jinan, di mêran de bêtir guherbar e. Lêkolîner vê lêkolîna xwe jî di malpera bioRxiv de weşandin.

 

Ev encameke balkêş e. Lewra bi xebatên kevin ên li ser zayendî û testên IQyê re li hev dike.

Ritchie dibêje; “Xebatên berê derbarê jîrbûnê de tu cudahî nedîtibûn, lê zêdebûna guherbariya di mêra de li gor ya jinan hatibû dîtin. Xala xebatên me balkêş dike ew e ku li gor beşdarên jin, piraniya beşdarên mêr xwedî mêjiyekî mezintir bûn. Ev encam bi encamên xebatên berê ku mêr ji aliyê fîzîkî û mental ve cuda ne re li hev dike”.

 

Li gel lihevkirina encamên derbarê zayendî de jî, lêkolîner her wekî di mijara bejinê de, di mijara mezinbûna mêjî û stûriya korteksê de jî, di navbera jin û mêran de lihevkirinên grîng jî dît. Bi gotineka din; bi tenê bi nihêrtina wêneyên mêjî pir zahmet e bê zanîn ka ev kes mêr e an jin e. Ev tê vê wateyê ku ji cudahiyan zêdetir hevpariyên mêjiyên jin û mêran hene.

 

Ji Zanîngeha Cambridge ya Brîtanyayê neorolog Amber Ruigrok ku li ser têkiliya navbera cudahiyên zayendî û avahiya mêjî dixebite, di emaileke xwe ya şandiye kovara Science´yê de diyar dike ku berfirehiya xebatan, encaman piştrast dike; mezinahiya di mêjiyê mêran de hatiye dîtin û stûriya korteksên jinan bi encamên berê re li hev dikin û xebatên bi mînakdayinên piçûk hatî kirin jî, pêşbîniya wan piştrast dike. Ruigrok her wiha bale dikşîne ser faktorekê ku divê di xebatên pêşerojê de li ser bê rawestan; menopoz. Gelek jinên di vê xebatê de cî girtin di temenê nêzî menopozê de bûn. Di xebatên berê de hatibû destnîşankirin ku pêlên hormonal bandore li ser avahiyên mêjî dikin. Raman ew e ku ev encama di dawiya lêgerîn û lêkolînan de hatiye bidestxistin dikare di cudahiyên navbera zayendî de rol bilîze.

 

Çavkanî: Science

Amîda Kurd