1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Di qirkirina Kurdan de rola Lozanê
Di qirkirina Kurdan de rola Lozanê,di,qirkirina,kurdan,de,rola,lozanê

Di qirkirina Kurdan de rola Lozanê

Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdistan bexçeyê gelan bûn, lê ew kirina mezbaxaneya gelan. Lozan bû gava destpêkê ya vê yekê. Ji bo guhertina vê rewşê, pêwîstî bi guhertina Lozanê heye

A+ A-

  •  KASIM ENGÎN/NAVENDA NÛÇEYAN/ANF

 

Kurdistanê di nava dîrokê de gelek êrîşên hêzên dagirker û hewldanên hikumdariyê dît. Van hewldanên dagirkerî û hikumdariyê gelekî zerar dan Kurdistanê û gelê Kurd. Carna sirgûn, carna jî qirkirin hatin kirin. Lewma dîroka Kurd û Kurdistanê dîroka trajediyan e.

Bêguman gelê Kurdistanê li dijî dagirkerî û qirkirinê bi xurtî serî hilda û li ber xwe da. Zilm çiqasî mezin be, berxwedan jî ewqasî mezin bû. Lê belê, qirkirin û parçekirina herî mezin a ku li welatê Kurdistanê hate kirin, bi konferansa hêzên navneteweyî dest pê kir ku bi navê 'Lozanê' tê naskirin. Ev rewş hê jî dewam dike.

SIYASETA EWROPAYÊ TENÊ JENOSÎD DANÎ PÊŞIYA KURDAN

Konferansa Lozan 24'ê Tîrmeha 1923'an li bajarê Lozan ê Swîsreyê pêk hat û bi biryarên konferansê re Kurd yekemcar hatin înkarkirin, kuştina Kurdan bi destê dewleta Komara Tirkiyeyê ve ji nedîtî ve hate dîtin û di ser re Komara Tirkiyeyê ji bo vê hate teşwîqkirin. Ya ku Lozanê, ya jî siyaseta Ewropayê danî ber Kurdan tenê jenosîd bû.

Bi gotineke din, Kurd bi Lozanê re di cîhana madî de weke 'Rûh-ul-Quds' hatin dîtin û dest bi qirkirina wan hate kirin. Lê belê xusûsa herî girîng jî ew e (tevî ku zêde nayê ziman), gelên li Rojhilata Navîn kirine dijminê hev. Mesela, welê li Tirk û Kurdan, li Ereb û Kurdan, li Fars û Kurdan kirin ku nema karibin li hev rûnên. Ji vê jî girîngtir, bi avakirina gelek dewletên Ereban re Ereb jî li ber hev rakirin û kirin ku ji destwerdana hêzên derve re vekirî bin.

BINGEHA ÊŞÊN GIRAN

Konferansa Lozanê 23'ê Tîrmeha 1923'an hatibe kirin jî, hîmê esasî yê êşên giran ên Rojhilata Navîn û Kurdan, di dema şerê parvekirinê yê 1. ê cîhanê de, 16'ê Gulana 1916'an bi peymana Sykes-Pîcot hate danîn. Lozan bû fînala vê pêvajoyê. Sykes-Pîcot peymanek li ser rê û rêbazên parvekirina Rojhilata Navîn bû ku di dema şer de hate amadekirin.

KURD TEVLÎ LOZANÊ NEBÛN, HATIN ÎNKARKIRIN

Peymana Lozanê ew peyman bû ku sînorên Tirkiyeyê destnîşan dikir û hebûna dewlet Tirk derdixist holê. Heyeta ku Tirkiye temsîl dikir û rêveberiya li Enqereyê ava bû, xwe weke rêveberiya hevpar a Kurd û Tirkan nîşan dida. Lê belê di Peymana Lozanê de nav û cihê Kurdan nebû. Di hevdîtinên Lozanê de nûnerên Kurdan ne amade bûn. Tevî ku digotin ku 'Tirkiye cih û warê Kurd û Tirkan e', tevî ku digotin 'dewleta hevpar a her du civakan e', vê yekê ne di fermî de cih girt, ne jî heyetek ji nûnerên Kurdan cihê xwe di hevdîtnên Peymana Lozanê de girtn. Kurd tevlî nebûn, hatin înkarkirin. Li Lozanê Kurd ji nedîtî ve hatin.

BI RÊYA KOMKUJIYAN CIVAKA KURD HATE BÊDENGKIRIN

Aliyên ku li ser Kurdistanê têkoşîneke dijwar kirin û li hev nedikirin, di dawiya dawî de Kurd înkar kirin û ti tiştên bi navê civaka Kurd di metna peymanê de bi cih nekirin. Înkarkirina Kurdan bi vî rengî dest pê kir. Rêberên dînî û eşîrên Kurdan ji encama derkete holê ne razî bûn. Li ber vê rabûn û serî hildan. Li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê îtiraz kirin, serî hildan, lê belê serhildanên hatin kirin nekarî ji asta eşîrtiya feodal derbas bibin. Nekarîn xwe bigihînin asta tevgera rizgariya neteweyî ya zanebûn û rêxistinî. Di dawiyê de jî ji aliyê sîstemê ve hatin eciqandin. Bi rêya komkujiyan civaka Kurd bêdeng kirin.

100 SALÊN DAWÎ ROJEKE BÊ ŞER LI VÊ ERDNÎGARIYÊ DERBAS NEBÛYE

Nîqaş û kiryarên Konferansa Lozanê ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn tê wateya parçekirin, belavkirin û vekirina li destwerdan û êrîşên hêzên derve. Ji bo mêtingeriyê heta dawiyê rê vekir. Ji bo vê yekê pêwîstî bi hişmendiyeke dîrokî jî nîne. Dema mirov li rewşa heyî binerin, mirovê vê rastiyê fêhm bikin. Di nava 100 salên dawî de rojeke bê şer li vê erdnîgariyê derbas nebûye. Erdnîgariya Rojhilata Navîn û Kurdan bexçeyê gelan bûn, lê ew kirin mezbaxaneya gelan. Lozan gava destpêkê ya vê yekê ye.

Ji bo guhertina vê rewşê pêwîstî bi guhertin, berevajîkirina Lozanê heye. Bi gotineke din, divê Lozan bê nûkirin. Rêya sereke ya vê yekê jî ew e ku mirov bibe xwedî zîhniyeteke cuda. Divê em zîhniyeta xwe ji çerxa netewe dewletê rizgar bikin û ji aliyê teorîk û pratîk ve bibin xwedî hişmendiya neteweya demokratîk.

DIVÊ LOZAN ÇAWA BÊ NÛKIRIN?

Li Rojhilata Navîn rêya polîtîk a sererastikrina vê yekê jî bi afirandina Lozana xwe, dibe. Divê Lozan çawa bê nûkirin? Ji bo vê, beriya her tiştî divê em pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi feraseta neteweya demokratîk binirxînin. Neteweperestî, nîjadperestî û tekperestiya bi netewe dewletê afirîn, divê em wan deynin aliyekî û feraseta dewlemendiya pirengî û pirçandî esas bigirin. Hurmeta li her reng û çandê, destpêka vî karî ye.

DÎROK DERFETAN DIDE WE, EGER HÛN KARIBIN BI KAR BÎNIN, HINGÎ HÛN Ê DÎROKÊ BINIVÎSÎNIN

Rojhilata Navîn (bi taybetî bi konferansa Lozanê ya 24'ê Tîrmeha 1923'an hate îmzekirin re), bi rakirina gelan a li ber hev, hatiye dorpêçkirin. Bi vê dorpêçkirinê re gel kirine dijminê hev. Lê em dikarin bi serbilindî bêjin ku cara yekê ye firsend û derfet afiîne ku ev rewşa qirkirina hev dikare ji holê bê rakirin. PKK'ê navê vê derfetê ye.

Bi model û feraseta neteweya demokratîk re li Rojhilata Navîn yekemcar gel bûne xwedî şens ku bêyî bikevin xefika hêzên emperyal, li ser bingeha berjewendiyên xwe, modela Xweseriya Demokratîk a ji her gel, reng û baweriyê (mîna ku li Rojava ketiye meriyetê) bi cih bînin. Dîrok derfetê dide mirovan. Eger hûn wan derfetan bi kar bînin hûn ê dîrokê binivîsînin, na eger bi kar nînin, hûn ê di nava dîrokê de winda bibin. Ev şens di heman demê de tê wê wateyê ku Lozana li ser bingeha înkar û tinekirinê hatiye avakirin ji holê bê rakirin û li şûna wê Lozaneke nû ya xwe dispêre hemû rengên gelan bê avakirin.

KURDAN BI BERXWEDANA XWE NASNAMEYA XWE BI HER KESÎ DAN QEBÛLKIRIN

Li dijî komkujî û qirkirinê, li dijî înkarkirin û tinekirinê Kurd bi salan e bi hêrsa tolhildanê bi xurtî li ber xw didin û şer dikin. Kurdan bi berxwedana xwe nasnameya xwe bi her kesî dane qebûlkirin û ji nû ve derketine ser dika cîhanê.

Divê em baş pê zanibin, sîstemeke ku gelekî din binpê dike, ti carî azad nabe. Sîstemeke ku gelekî din di nava çerxa mêtingeriyê de digerîne, wê ti carî ji aliyê derûnî û fîzîkî ve -ji ber berxwedanên bên kirin- wê rehet nebe. Sîstemeke bi vî rengî neçar e timî li ser êgir be. Mîna rewşa niha ya dewleta Komara Tirkiyeyê, dewletên Îran, Iraq û Sûriyeyê.

Divê em zanibin ku tenê rêyeke çareserkirina vê yekê heye. Ew jî; bi perspektîfa Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelan Ocalan re Lozan ji nû ve bê nûkirin.

Û pêwîste em zanibin ku Kurdan û hemû gelên din dest bi afirandina Lozana xwe kirine.