1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Dîmenên deqa mezin a sor a li ser ruyê Jupîterê ji nêz ve hat girtin
Dîmenên deqa mezin a sor a li ser ruyê Jupîterê ji nêz ve hat girtin,dîmenên,deqa,mezin,a,sor,a,li,ser,ruyê,jupîterê,ji,nêz,ve,hat,girtin

Dîmenên deqa mezin a sor a li ser ruyê Jupîterê ji nêz ve hat girtin

Keştiya asmanî ya Amerîkayê Juno ku par li rêgeha Jupîterê bi cî bûbû, pir nêzî bahoza antîsîklonîk a li dora gerestêrkê firiya

A+ A-

Li gor daxuyaniya Daîreya Fezayî ya Amerîkayê (NASA) keştiya asmanî Juno serkeftineke mezin bi dest xistiye.

 

Li gor vê, keştiya asmanî bi qasî 9 hezar kîlometreyî nêzî bahoza antîsîklonîk a li dora Jupîterê bûye. Ev Bahoza antîsîklonîk weke xelekek e li dora gerestêrkê û 16 hezar kîlometre modine, ango çapa wê ye.

 

Ev deqa sor a mezin a li ser gerestêrka Jupîterê hîn jî ji bo cîhana zanistê yek ji wan fenomenan e ku vedîtina wan pir çetin e.

 

Li gor daxuyaniya NASA´yê, dê di van rojên pêş de wêneyên ji aliyê keştiya asmanî Juno ve hatine kişandin, bi raya giştî re parve bikin.

 

Çavkanî: ANF

Werger: amidakurd.net