1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Efrîniyên li Şehbayê: Em ê teqez vegerin Efrînê
Efrîniyên li Şehbayê: Em ê teqez vegerin Efrînê,efrîniyên,li,şehbayê,em,ê,teqez,vegerin,efrînê

Efrîniyên li Şehbayê: Em ê teqez vegerin Efrînê

Bi sed hezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê ji neçarî koçî herêma Şehbayê kirin, xwe ji bo roja vegera li cih û warên xwe bi rêxistin dikin

A+ A-

HÎVDA HEBÛN / ERSİN ÇAKSU/ŞEHBA/ANF

 

Bi sed hezaran Efrîniyên ku ji ber êrîşên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê neçar man koçî Kantona Şehbayê bikin, li benda roja vegera li Efrînê ne. Gelê Efrînê ku ji aliyekî ve xwe ji nû ve bi rêxistin dikin, li aliyê din jî bi piştgiriyeke xurt jiyana xwe ji nû ve ava dikin.

Ji bo Kantona Şehbayê ku bi sed hezaran Efrîniyan koçî wir kirine, heta niha saziyên alîkariyê yên navneteweyî alîkarî nekirine. Rêveberiya kantonê bi derfetên xwe ji bo Efrîniyan kampeke nû ava dike.

BI SED HEZARAN SIVÎLÎ KOÇ KIRIN

Ji Rêveberiya Kantona Şehbayê Cîhan Xidro diyar kir ku piştî êrîşa dewleta Tirk bi sed hezaran sivîlî koçî herêma Şehbayê kirine û anî ziman, tevî ku mirovên koç kirine di nava şert û mercên zehmet de dijîn, naxwazin ji Efrînê dûr bikevin. Cîhan Xidro got, "Êrîşên dewleta Tirk û komên wê yên çete yên li dijî Kantona Efrînê ev du meh in dewam dikin. Herî dawî, piştî ku komkujiya li sivîlan dikir zêde bû, gelê Efrînê neçar ma koçî Kantona Şehbayê bike. Bi sedn hezaran Efrînî niha li Kantona Şehbayê ne û di nava şert û mercên gelekî giran de dijîn."

ALÎKARÎ TÊRÊ NAKE

Cîhan Xidro diyar kir heta niha ji herêmên Firat û Cizîrê alîkarî ji bo wan hatiye û got, "Li vir krîzeke însanî heye. Derfetên me ewqas e, têrê nake ku bersivê bide pêwîstiyên gel. Ti alîkarî ji derve nayê. Me heta niha tenê ji herêmên Firat û Cizîrê alîkarî girtin. Alîkarî jî bi giranî nan, betanî û tiştên mîna wan e. Lê têrê nake."

Cîhan Xidro got, "Ji vê derê bi rêya ajansa we ez dixwazim careke din bang li saziyên alîkariyê yên însanî bikim ku piştgiriyê bidin gelê Efrînê" û li ser malzemeyên ku herî zêde pêwîstî bi wan heye ev agahî da: "Nêzî 600 hezar mirov ji cih û warê xwe bûn. Herî zêde pêwîstiya me bi madeyên xwarinê û avê heye. Tevî vê yekê, mirovên ji malên xwe derketin nekarîn tiştekî bi xwe re bibin. Lewma pêwîstî bi kinc, betanî û kon heye."

KAMPEKE NÛ AVA DIBE

Ji bo Efrîniyan li herêma navbera nehiya Fafînê û gundê Wehşiyê yên Kantona Şehbayê kampeke nû tê çêkirin. Rêveberê Komunên Efrînê Ebdurehman Îbo ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku gelê Efrînê ji bo ji cih û warê xwe dûr nekeve li herêma Şehbayê dimîne. Îbo got, "Gelek mirovên me li derve dimînin. Bi sed hezaran mirovên me ji ber êrîşên dewleta Tirk neçar man cih û warê xwe, malên xwe biterikînin. Em ê li vê derê konan vedin û berxwedana xwe bidomînin. Em ê ti carî bi cihekî din ve neçin û axa xwe ji dewleta Tirk re nehêlin. Em ê teqez li Efrînê vegerin. Gelekî nêz e ku em ê li cih û warê xwe vegerin."

RUHÊ PIŞTEVANIYÊ

Efrîniyên koçî Kantona Şehbayê kirin bi ruhekî mezin ê piştevaniyê destekê didin hev. Gelek malbat li malekê bi hev re dimînin. Efrînî hewl didin bi hevgirtin û piştevaniyê jiyana xwe ya rojane bidomînin. Gelek welatî bi pereyê mazotê bersivê dide pêdiviya avê ya gel.

Mihemed Hesen ku bi traktora xwe ya ji Efrînê aniyê avê ji gel re dibe wiha got, "Li vê derê gelek zor û zehmetî hene. Ava ku em ji bîran derdixînin dibin ji gel re. Normal tankerek avê bi 6-7 hezaran dihate birin, lê em bi ji 2 û nîvan het 4 hezar lîreyî dibin. Ji ber ku gelê me ji xwe koç kiriye. Em jî bi berdêla dagirtina mazota traktorên xwe, avê ji gelê xwe re dibin."