1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî hate ragihandin
Encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî hate ragihandin,encamnameya,şêwra,yekîtiya,neteweyî,hate,ragihandin

Encamnameya Şêwra Yekîtiya Neteweyî hate ragihandin

Di Şêwra Yekîtiya Netewî ya Silêmanî de biryar hate standin heta ku Kongra Netewî ya Kurd pêk were xebat berdewam bikin

A+ A-

ANF - Silêmanî

Şêwra Yekîtiya Netewî ya Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku di rojan dom kir bi encamnameyê bi dawî bû. Di encamnameyê de hate gotin, “Hemû beşdarên şêwrê diyar kirin ku divê xebat bi Şêwra Yekîtiya Netewî sînordar nemîne, heta ku kongra netewî pêk were bê navber xebat bidomin.”

Kongreya Netewî ya Kurdistanê ku ev nêzî du mehan bû ji bo sazkirina yekîtiya netewî û amadekarî ji bo lidarxistina yekîtiya netewî serdana partî, hêz, rewşenbîr, rûspiyên Kurd dikir û di encamê de Şêwira Netewî hate lidarxistin, di encama axaftin û peyamên du rojan ya Şêwira Netewî de encamnameya Şêwirê diyar bû.

Encamname ji 10 xalên girîng pêk tê û di tê de tê gotin ku wê şêwra yekîtiya netewî ya duyemîn jî were çêkirin û piştî wê jî xebatên lidarxistina kongreya netewî ya Kurd werin destpêkirin. Di encamnameyê de tê gotin ku ev şêwra yekemîn gava yekemîn e û wê paşê ev xebat berdewam bikin û şêwra duyemîn ya netewî jî were lidarxistin. Di heman encamnameyê de hate gotin ku wê ev xebatên ji bo yekîtiya netewî bi înstiyatîfa KNK’ê were berdewam kirin.

Di encamnameyê de bang li aliyên ku beşdarê şêwrê nebûne û nekarîne beşdar bibin jî têkirin û tê gotin ku heya dawiyê derî ji van aliyan re vekiriye ku werin beşdarî van xebatan bibin û bi awayeke çalak di tê de cih bigirin. Her wisa di beşa destpêkê ya encamnameyê de îşaret bi peymana Sykes Pîcot û Lozanê tê kirin û wiha têgotin: “Welatê me Kurdistan di encama peymanên Sykes-Pîcot û Lozanê de bûye çar parçe. Gelê Kurd ji ber vê parçebûnê heta îro li her parçeyan bê navber têkoşîna azadiyê dimeşîne. Di encama vê têkoşînê de li her parçayan destkeftiyên mezin hatine bidestxistin.”

 ‘DERFETÊN MEZIN YÊN AZADIYÊ HENE’

Di encamnameyê de tê gotin ku di vî şerê cîhanî yê sêyemîn de ku îro li Rojhilata Navîn rû dide de hem derfetên bidestxistina destkeftiyan dide gelê Kurd hem jî metirsiyên cidî ji bo gelê Kurd di nava xwe de dihewîne û wiha pê de diçe: “Şerê Cîhanî yê 3. ku îro li Rojhilata Navîn tê jiyîn, ji aliyekî ve ji bo gelê Kurd ji bo destkeftiyên xwe mîsoger bike derfetan dide, ji aliyê din ve jî bi xwe re xetereyên mezin tîne. Pergala metîngerî ku gelê Kurd înkar û asîmile dike ji roja ku derketiye holê heta îro, dema xwe ya herî lewaz dijî. Piraniya hêzên navnetewî jî êdî dixwazin ev pergala statukoparêz ku ji fêde zêdetir zirare dide wan, biguherîne. Ev rewşa ku rû dide di heman demê de ji bo gelê Kurd derfetên azadiyê yên gelekî mezin jî diafirîne.”

 ‘HÊZÊN DAGIRKER NAXWAZIN KU KURD BIBIN XWEDÎ STATÛ’

Tevî ku hêzên desthilatdar, dagirker, evqas lewaz in û nakokiyan wan bi hev re hene jî naxwazin ku gelê Kurd bibin xwedî statuyekî û ji bo ev pêk neyê jî dijberiyeke mezin dikin. Ji ber vê yekê di navbera xwe de li dijî Kurdan tifaqan saz dikin û ji bo piştgirî nedin Kurdan tawîzên mezin didin hêzên navnetewî. Ev jî ji bo gelê Kurd xetereyên mezin bi xwe re tîne. Tifaqên dagirkeran yên li dijî Kurdan dikin û polîtîkayên hêzên hegemon yên ne zelal, ji bo Kurdan metirsiyekî saz dike.”

 ‘HEKE KURD BIBIN YEK WÊ STATÛYA ÇAR PARÇEYAN BI DEST BIXIN’

Di encamnameyê de hate gotin ku xetereya herî mezin ya li ser gelê Kurd, parçebûna di navbera Kurdan de ye û wiha hate gotin: “Xetereya herî mezin ya ji bo gelê Kurd parçebûna di navxweyî de dijî ye. Eger Kurd vê parçebûnê bidin aliyekî û yekîtiya netewî saz bikin, wê di demeke kin de gef û metirsiyên ser xwe ji holê rake û her wisa wê bikarin li çar parçeyên Kurdistanê statûya ku dixwazin bidest bixin û xwe bigihînin azadiyê.”

 ‘WÊ XEBATÊN SAZKIRINA YEKÎTIYA NETEWEYÎ BERDEWAM BIKIN’

Di encamnameyê de hate gotin ku wê xebatên ji bo sazkirina yekîtiya netewî berdewam bikin û wiha pê diçe: “Di serî de KNK, hemû hêzên Kurd vê rewşê dibînin û ji bo pêşî li metirsiyên heyî bigirin, bi armanca sazkirina Yekîtiya Netewî wê xebatan bimeşînin. Herî dawî nîqaşên Yekîtiya Netewî ku di sala 2013´an de pêk hatin, her çiqas bi xwe re astake girîng derxistibe holê jî, di serî de rêbazên ku hatine meşandin, xwedî gelek kêmasiyan bû û ji ber vê sedemê encamê ku dihat xwestin derneket holê. KNK û hemû hêzên netewî ji vê rewşê tecrûbeyên pêwîst derxistine.

 ‘EM Ê BI GAVÊN BI EWLE Û NAZIK BER BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ VE BIÇIN’

Ji bo careke din ev kêmasî rû nedin, dixwazin vê carê bi gavên ewle û nazik ber bi yekîtiya netewî ve biçin. Şêwira Yekîtiya Netewî ya Kurdistan ku me herî dawî li dar xist, gava sereke ya vê hewldanê ye. Hem partiyên siyasî yên li çar parçayên Kurdistanê, hem rewşenbîr, nivîskar û oldarên Kurdistanê û bi taybet jî jinên Kurd bi eleqe û tevlîbûneke xurt bersiv dan vê hewldana me ya dawî. Em ji bo vê nêzîkatiya erênî ku hatiye nîşandan gelekî kêfxweş in û bi hevî ne. Ji bilî çend partiyên siyasî, hemû partiyên din yên siyasî bersiv dan bengawaziya me, tevlî şewra KNK bûn û bi awayekî eşkere ji raya giştî re diyar kirin ku ji bo yekîtiya netewî were sazkirin amade ne ku berpirsyariyên dikevin ser milên wan pêk bînin. Ji ber vê nêzîkatiya erênî ku piştgiriyê dide û pêşî vedike em sipasiyê li hemû partiyên siyasî û kesayetên ku beşdarî vê şewrê bûne dikin.”

Xalên encamnameyê;

Li ser vê esasê em encamên ku ji şêwira me gihiştiyê bi kêfxweşî bi raya giştî re par ve dikin; 

1-Hemû partiyên siyasî, nûnerên saziyan û kesayetên hêja ku tevlî şêwra KNK’ê bûne, ji bo pêwistî û zerûriyeta yekîtiya netewî nêrînên xwe anîne ziman û destnîşan kirine ku di vê mijarê de ew ê hemû berpirsyariyên ku dikeve ser milê wan bi cîh bînin.

2-Hemû beşdarên şêwra KNK’ê, diyar kirine ku divê xebatên yekîtiya netewî bi vê şêwrê re sînordar nemîne û heta Kongreya Netewî were lidarxistin bê navber dewam bike û di vî warî de biryardariya xwe nîşan dane.

3- Ji bo ji rêbaz û kêmasiyên xebatên berê niha hatine meşandin tecrûbe were girtin û ev rewş dubare nebe, di wê nêrînê de ne ku weke rêbaz, ev xebat divê bi gavên ewle û bi nîqaş û biryardariyan dewam bike.

4-Piştî ev şewra ku hate lidarxistin, ji bo pîvan, rêbaz û xalên bingehîn yên yekîtiya netewî were nîqaşkirin û bigihêje encamê, biryar hatiye girtin ku ev derbasî qonaxa duyemîn bibe.

5-Pîvan û rêbazên yekîtiya netewî mifteya pêkhatina yekîtiya neweyî ye. Ji ber vê yekê divê ev mijar hem ji aliyê partiyên siyasî, hem jî ji aliyê rewşenbîr, nivîskar, akademisyen, hunermend, oldar, pêşengên civakê û jinên Kurd ve bi awayekî lezgîn û berfirehî were nîqaşkirin. Ji bo vê şêwra me biryar daye ku li Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, li Rojava û Ewrûpayê xebateke dewlemend ya bi vî rengî were meşandin. Weke gava duyemîn, hedefa me ew e ku ev encamên ku di warê pîvan û xalên esasî de li van parçeyan derketiye holê, di şêwreke duyemîn de ku bi beşdariya hemû parçeyên Kurdistanê û Ewrûpayê were lidarxistin, were temamkirin.

6-Weke pîvan, çawa ku di gava yekemîn de derket holê, di gava duyemîn de jî şêwra me hewl bide ku hemû aliyan beşdarî xebatên yekîtiya netewî bike. Ji ber vê yekê biryar daye ku ji bo aliyên ku di gava yekemîn de tevlî nebûn an jî nikarîbûn tevlî bibin di vê xebatê de cîh bigirin.

7- Biryar hatiye dayîn ku KNK ji bo gava duyemîn a komxebatê pêşengtiyê bike û vê gavê jî organîze bike, wê baştir be. Hatiye qebûlkirin ku dema KNK ji her çar parçeyan xebatên xwe bike, ji derdorên berfireh jî tevkarî û piştgiriyê werbigire.

8- Piştî ku di warê rêgez û metodê de fikreke hevpar derkeve holê, wê dema gava sêyemîn were avêtin. Beriya vê qonaxê, wê armanc ev be ku ji bo komkirina Kongreya Neteweyî komîteyek were avakirin. Bêyî şik û guman wê ev komîte ji nûnerên hemû partiyên siyasî û ji hin kesayetên serbixwe pêk werin.

9-Pêkhateyên ku beşdarî komxebatê bûne girtiyên siyasî silav dikin û piştgiriya têkoşîna wan dike. Di heman demê de em piştgiriya têkoşîna azadiyê ya jinên Kurd jî dikin. Di heman demê de hemû aliyên ku beşdarî komxebatê bûne divê metoda diyalog û nîqaşê ji xwe re bikin esas. Li her derê divê bi awayekî çalak beşdarî çalakiyên dijmêtingeriyê yên Kurdistaniyan bibin.

10- Di dema xebatên Yekîtiya Neteweyî de divê sûd ji fikr û nêrînên komîteya yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd ava kirine, werine wergirtin û ji niha û şûnde divê mirov bi awayekî çalak beşdarî xebatên yekîtiya neteweyî bibin.