Ezmûna Efrînê,ezmûna,efrînê

Ezmûna Efrînê

Heke hewla dagirkirina Efrînê were dayin, wê pêleke dî ya berxwedanê derkeve holê. Gelê Efrînê wê bibeze ser tang û topan û xaka xwe, gundê xwe bi dest dagirkeran ve bernede

A+ A-

Huseyin Ali / ANF

 

Tirkiye her roj êrîşê bi ser Efrînê de dibe, heta niha bi topan li ser sînor bi sedan sivîl kuştine an jî birîndar kirine. Dema ku bersiv tê dayin, tê gotin ji êrîşan zêdetir bersiv hatiye dayin. Dema ku ew êrîşê tîne normal e lê dema ku bersiv tê dayin ev dibe êrîşa bi ser Tirkiyê de! Tenê ev nêzîkatî jî karekterê dewleta Tirk diyar dike. Lİ Rojava heta ku dewleta Tirk êrîş neyîne ne ji Efrînê ne ji devereke dî êrîş bi ser Efrînê de çênebûye. Tenê dema ku Qereçox hatî bombekirin û 18 YPG-YPJ’yî hatine qetilkirn YPG û YPJ’ê bersiva daye wesayitên leşkerî û hedefên leşkerî yên ser sînor.

Desthilatdariya AKP’ê dijminatiya ku li Kobanê kirî niha li Efrînê dike. Berê DAIŞ’ê dabû Kobanê niha jî rasterast ew bi xwe êrîşê tîne û haziriya dagirkeriyê dike. Ji ber ku niha çeteyên ku wê ew xwedî dikirin li pêşberî şervanên Kurd nikare li ber xwe bidin. Ev çete bê bingeh in. Desthilatdariya AKP’ê, ya rast Tayip Erdogan van çeteyan ji bo ku ji êrîşên xwe re bike hincet xwedî dike. Niha ne OSO heye, ne filan tabûr û alay. Tenê çeteyên ku dane ser hev hene. Jixwe ev jî her roj dikevine nav hev.

Tenê hinceteke êrîşa bi ser Efrînê de heye; ew jî dijminatiya li Kurdan e. Tayyip Erdogan li Efrînê qirkirina daye ber xwe. Dixwaze demografiya Efrînê biguherîne. Her roj bi êrîşan, bi şewitandina rez, baxçe û zeviyan zorê dike ku gel koç bike. Ev qirkirin e. Heke were xwestin ku nifûsa deverekê ji wir were kirin ev qirkirin e. Dema ku qira Ermenan anîn bi esasî tehcîr kirin. Ermenî ji şûnwarên wan hatin kirin. Piraniya van li ser rêyan ji birçîna, ji tênha û nexweşiyê mirine yan jî hatine kuştin. Çeteyên faşîst Tayip Erdogan-Bahçelî plana wê dikin ku nifûsa Kurd a Efrînê ji holê rakin. Armanc dikin ku piraniya wan derkevin û wan koçber bikin.

Kî çavê xwe ji êrîşên faşîst ên Tayyip Erdogan-Bahçelî re bigire ew jî bi desthilatdariya AKP’ê ya qirker û dijminê Kurdan re dibe hevkarê sûc. Te divê bila Rûsya be, te divê DYA, te divê rejîma berdest, heke çavê xwe ji dagirkirina Efrînê re bigirin ew jî dibine hevkarên qirkirinê. Sûriyeyeke ku Efrînê peşkêş dikde dijminatiya li Kurdan dike. Rejîma ku dijminatiyê li Kurdan dike wê nemîne. Dema ku çavê xwe ji êrîşa Efrînê re girtin êdî Kurd nikarin bi rejîma Sûriyê re li hev werin. Heke Rûsya çavê xwe jê re bigire wê bibe hevkarê qirkirina Kurdan. Heke DYA çavê xwe ji vê êrîşê re bigire wê qeleşiya herî mezin a dîrokê li Kurdan bike. DYA bi girtina çavê xwe ya ji dagirkirina Efrînê re û bi hevkariya sûc wê polîtîkaya terbiyekirina Kurdan şopandibe û vê rewşê jî ne Kurdên Rojava û ne jî Kurdên dî qebûl dikin. Efrîn ji bo her kesî wê bibe azmûn.

Kurd li dijî DAIŞ’ê ya dijî mirovahiyê, li dijî  El Nusra, Ahrar El Şam bi DYA, Rûsya û bi rejîma Sûriyê û îranê re rasterast ne rasterast hevkarî kirine. Heke niha DAIŞ berejêrr diçe ev bi Kurdan e. Heke Kurdan li Kobanê, Şengalê, li Mexmûr, Kerkûk, Hesekê û Şedadê DAIŞ neşikandibûna ti hêzeke siyasî wê nikarîbûna li pêş DAIŞ’ê bisekinin.

Jixwe hê pêjna lingê wan nekirin direviyan. Lê şervanên Kurdan DAIŞ dane sekinandin. Iraq û Sûriye piştî vê li dijî DAIŞ’ê û çeteyên dî wêrek bûn. Niha wê Efrînê ku di şerê dijî DAIŞ’ê cihê herî hesas ê Kurdan e bieciqînin, wan koçber bikin û wê çavê xwe ji AKP’ê re ku vê dike, bigirin! Kurd ji bîr nakin. Tirkiye pişta xwe bide filan û bêvan hêzê û bixwaze bikeve Efrînê wê rastî li berxwedanê were. Lê azmûna Efrînê jî nîşan bide bê ka kî çend eyar e.

Bila kesek hewl nede ku Kurdan ji Efrînê derxîne, Kurd ji bo Efrînê wê li ber xwe bidin. Efrîn ne bi dest çeteyan ve û ne jî bi dest artêşa Tirk ve tê hiştin. Efrîn tê wateya şerekî domdar. Bêyî ku Efrîn azad bibe bi kesekî re aştî nabe. Heke Rûsya û rejîma Sûriyê dixwazin bi şantaja Efrînê Kurdan radest bigirin ev kêferatek e pûç û vala ye. Kurd serê xwe ne ji şantaja DYA’yê, ne ji ya Rûsya û ne jî ji şantaja rejîma berdest re digirin. Ti nêzîkatiya ku Sûriyeya Demokrarîk nedayî ber xwe, bi şantaj, gefxwarinê û dijmintiya Kurdan nikare encamê bistîne. AKP jî bi êrîşa bi ser Efrînê re wê bibe sedema têkçûna xwe. Kobanê çawa têkçûna DAIŞ’ê bi xwe re anîbe, Efrîn jî wê têkçûna Erdogan û AKP’ê bi xwe re bîne. Efrîn wê Kurdan bike yek. Dema ku Kurd bûne yek jî wê dawiya desthilatdariya AKP’ê were.

Erdogan li gor aqilê xwe bi dagirkirina Efînê dixwaze pira di navbera Kurdan û Ereban de hilweşîne. Efrîn pira biratiya Kurd û Ereban e. Ez dibêm qey Rûsya jî, Sûriye jî, Îran jî wê bibînin ku dagirkirina Efrînê wê encamên ku ne di berjewendiya wan de ne bi xwe re bîne.

Heke hewla dagirkirina Efrînê were dayin, wê pêleke dî ya berxwedanê derkeve holê. Encamên berxwedana Efrînê ji encamên berxwedana Kobanê zêdetir xwedî wê potansiyelê ye ku geşedanên erênî bi xwe re bîne. Li Kobanê bi giştî berxwedaneke leşkerî derketibû pêş, li Efrînê wê berxwedana gel a bi keviran, bi dar û bêran derkeve pêş. Li dijî dagirkeriyê wê gelê sivîl ê ku li ber xwe dide wê li pêşberî xwe bibînin. Gelê Efrînê wê bibeze ser tang û topan û xaka xwe, gundê xwe bi dest dagirkeran ve bernede.

JÊDER: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA


Bêjeyên Miftehî