1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Ferhenga Bişaftinê ya Bahoz Baran derket
Ferhenga Bişaftinê ya Bahoz Baran derket,ferhenga,bişaftinê,ya,bahoz,baran,derket

Ferhenga Bişaftinê ya Bahoz Baran derket

Pirtûka Bahoz Baran a bi navê "Ferhenga Bişaftinê" ji nav Weşanên Wardozê derket

A+ A-

Ferhenga Bişaftinê

Nivîskar: Bahoz Baran

Weşanxane: Weşanên Wardozê

Rûpel: 100 Sal: 2017, Nîsan

Ziman: Kurdî-Kurmancî 

Ev pirtûk, bi çavdêrî û serpêhatîya 15 salan hatîye lêkirin.

Nivîskarî, ji alîyê bişaftinê va guh daye halê civakê û tiştên ku dîtine hebo hebo qeyd û tesnîf kirine.

Ev xebat, xebateka teatral e, ji nava jîyana Kurdan hatîye dawerivandin.

Derîyê vê xebatê ji şano û sînemayê ra vekirî ye.

Xwarzê, ji xalê xwe ra dibêje, “Kurmancîya min nake nîvê Kurmancîya te!”

Ew xala jî jê ra dibêje, “Erê tu wisa dibêjî, lê Kurmancîya min jî nake nîvê Kurmancîya dîya min û ya dîya min jî nake nîvê ya pîra min!” De were û vî kerî di vê bihurê ra derbas bike?

Gelek Kurd, wextê ku li “1”ê dinêrin, “bîr”a Tirkan tê bîra wan.

Hinek Kurd wextê çav bi vê Kurdîya akademîk dixin, dibêjin qey ew bi tiştekî nizanin, zimanê dê û bavê wan reş dibe li ber çavên wan.