1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Festîvala Sakîne Cansiz: Jin, jiyan, azadî!
Festîvala Sakîne Cansiz: Jin, jiyan, azadî!,festîvala,sakîne,cansiz,jin,jiyan,azadî

Festîvala Sakîne Cansiz: Jin, jiyan, azadî!

Jin li Zurîhê di Festîvala Jinan a Sakîne Cansiz a 5’emîn de hatin ba hev. Çalakgera ji Baskê Nekane di festîvalê de axivî û got, “Tişta ku jinan tîne ba hev, têkoşîna Sakîneyan e.”

A+ A-

Ji bo kadroya pêşeng a Tevgera Jinên Kurd û ya PKK’ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de li Parîsê hatibûn qetilkirin, li Swîsreyê Festîvala Jinan hate lidarxistin. Festîvala 5’emîn li bajarê Zurîhê tê lidarxistin.

Tevgera Jinên Kurd a Swîsreyê, Yekîtiya Jinên Sosyalîst, Yekîtiya Jinên Kedkar, SYKB, Mor Vereîn Fraûenlesbenkasama, Bewegûng fur Sozîalîsmûs, Fraûengrûppe Medîco Înternatîonal, Solîfon Zurîch, PYD-Jin, Kaffedonne, Babachîncîn, Labyrînthplaz, Fraûenlora, Wîlp Înternatîonal Womens, Fraûen Bundnîs û bi hezaran jin tevlî festîvalê bûn.

Li qada festîvalê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez û parlementerên girtî yên HDP’ê û pankartên li ser têkoşîna jinan a Rojava hatin daliqandin.

‘XWEPARASTIN ŞERT E’

Di festîvalê de li ser ‘Jin, şîddet û berxwedanê’ panelek hate lidarxistin. Parlementera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca, çalakgera ji Basê Nekane jî tevlî panelê bûn. Di panelê de bal hate kişandin ku divê jin di her şert û mercan de xwe biparêzin. Jinan bal kişandin ser vî tiştî ku li hemberî şîddeta mêran xweparastina jinan gelekî girîng e.

NEKANE: TÊKOŞÎNA SAKÎNEYAN LI HER DERÊ DIDOME

Çalakgera ji Baskê Nekane ya ku ji ber daxwaza hikumeta Îspanyayê di girtîgehê de mabû jî di panelê de axivî. Nekane got ku, “Heke îro jin dikarin werin ba hev, ev bi saya têkoşîna Sakîne Cansiz û rêhevalên wê pêk hatiye. Berdêla wê çi dibe, bila bibe em ê têkoşîna jinan a azadiyê biparêzin.”

KONCA: JI BO HILWEŞANDINA ERDOGAN DIVÊ EM BIBÊJIN HDP

Parlamentera HDP’ê ya Sêrtê Besîme Konca axivî û bal kişand ser şîddeta ku li Tirkiyeyê li dijî jinên HDP’yî tê kirin. Konca qala girîngiya hilbijartinên 24’ê Hezîranê jî kir û wiha got; “Ev hilbijartin wê desthilatdariya Erdogan hilweşîne. Li Tirkiyeyê alternatîfa hêza demokratîk tenê HDP ye. Ger HDP bendê derbas neke wê çûyin û hilweşîna Erdogan û desthilatdariya wî pêk neyê. Ji ber vê sedemê divê di van hilbijartinan de hemû kes piştgiriyê bide HDP û Selahattîn Demîrtaş.”

WÊ DAHATA FESTÎVALÊ JI BO EFRÎNIYAN WERE ŞANDIN

Wê dahata hemû festîvalê ji gelê Efrînê re were şandin ên ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk neçar mane ji Efrînê derkevin û li herêma Şehbayê bi cih bûne. Lîstikvanê berê yê Amed Spor Denîz Nakî jî cilên Amed Spor yê ku îmze dike difiroşe û dixwaze destekê bide Efrîniyan.

Di festîvalê de zarok jî nehatin jibîrkirin. Li qada festîvalê ji bo zarokan cihek taybet hate çêkirin û zarokan jî lîstik û çalakî lidarxistin.

Festîval bi stranên hunermendên Swîsreyî, Fransî, Îspanyol û Îtalyayê û bi govendê didome.