1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Festîvala Şanoya Amedê rastî eleqeyek mezin tê
Festîvala Şanoya Amedê rastî eleqeyek mezin tê,festîvala,şanoya,amedê,rastî,eleqeyek,mezin,tê

Festîvala Şanoya Amedê rastî eleqeyek mezin tê

AMED - Festîvala Şanoya Amedê lîstika “Hûn me diwestînin her bijî ji we re” pêşkêşî temaşevanan kir

A+ A-



5’emîn Festîvala Şanoya Amedê ya ji aliyê Şanoya Bajar ve tê lidarxistin di roja duyemîn de bi eleqeyek mezin didome. Di festîvala ku hunermendan bi îmkanên xwe pêk anîne de li ser dîka Şanoya Bajarê Amedê lîstika ku Behîc Cem Kolan nivîsiye û rêveberiya wê dike ““Hûn me diwestînin her bijî ji we re” hat pêşkêşkirin. Lîstika ku ji aliyê Kadikoy Theatron ve hat pêşkêşkirin ji aliyê temaşevanan ve bi eleqeyek mezin hat temaşekirin.

DI FESTÎVALÊ DE ÎRO

Di çarçoveya festîvalê de îro ji aliyê Kadikoy Theatron ve li Şanoya Bajarê Amedê saet di 15.00’an de lîstika “Hûn me diwestînin her bijî ji we re”, ji aliyê Şanoya Bajarê Êlihê ve saet di 14.00-18.00’an de şanoya “Şeqam” li Du Çem Kafe û Mala Hunerê, lîstîka “Qayde û îstîsna” ya ji aliyê Navenda Çandê ya Mezopotamya Stenbolê-Teatra Jiyana Nû tê pêşkêşkirin di saet 20.00’an de li Şanoya Bajarê Amedê derdikeve peşberî temaşevanan.