1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Fîlmê 'Zer' sê xelatên din wergirt
Fîlmê 'Zer' sê xelatên din wergirt,fîlmê,'zer',sê,xelatên,din,wergirt

Fîlmê 'Zer' sê xelatên din wergirt

Fîlmê 'Zer' di Festîfala Fîlman a Antakyayê de hêjayî sê xelatên mezin hate dîtin

A+ A-

Di Festîvala Fîlman a Antakyayê de ku cara pêncan e tê lidarxristin, ji welatên cuda yên cîhanê 95 fîlm hatin nîşandan. Şeva dawî ya festîvalê duh êvarê pêk hat. Xelatên rûmetê yên festîvalê radestî Selda Alkor, Nûrî Alço û Tûgrûl Meteer hatin kirin.

Fîlmê 'Zer' ê ji aliyê derhêner Kazim Oz ve hate amadekirin, di kategoriyên ku namzet hate nîşandan de 3 xelat stand û bû fîlmê ku herî zêde xelat ji şevê girt.

Fîlm hêjayî her sê xelatên mezin; Fîlmê herî baş, Senaryoya herî baş û Derhênerê herî baş hate dîtin.

DIYARÎ DÎLEK DOGAN HATE KIRIN

Fîlm qala çîroka Jan dike, ku ji New Yorkê ber bi Dersimê ve dikeve nava lêgerîna ber bi dîrokeke hatiye tepisandin û jibîrkirin.

Derhêner Kazim Oz ji bo wergirtina xelatê derket ser dikê û li vir got, "Ez vê xelatê diyarî wê jina çavbedew Dîlek Dogan dikim, ku şevekê ji xew hate hişyarkirin û hat kuştin."

Dîlek Dogan a 24 salî, 18'ê Cotmeha 2015'an di dema operasyona polîsan de li mala xwe ji aliyê  polîsên Tirk ve bi çekê hatibû kuştin.

LI ELMANYAYÊ JÎ XELAT WERGIRTIBÛ

Fîlmê Zer, Mijdara bihurî di 66. Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Mannheîm-Heîdelbergê de hêjayî xelata temaşevanan û FIPRESCI hatibû dîtin.

ANF