1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Fîlmê El-Mesîr aloziya li Sûriyê vedibêje
Fîlmê El-Mesîr aloziya li Sûriyê vedibêje,fîlmê,el,mesîr,aloziya,li,sûriyê,vedibêje

Fîlmê El-Mesîr aloziya li Sûriyê vedibêje

A+ A-

TOLÎN HESEN – TÎRAST  CÛDÎ

ŞEHBA – Rewşa civaka Sûriyê û tirajîdiya wî ya piştî kirîzê, nêzîkatiyên komên çekdar ên ku bi navê cuda li hemberî sivîlan derketin, herî dawî kêliyan ku gelên Bakurê Sûriyeyê, dest bi rêxistinbûyîna xwe kirin, di filimê El-Mesîr “Çarenûs” de tê vegotin.

Berpirsyarê kişanda film Ehmed Hemîdo û derhêrnerê wê Ebdulrehman Hemîdo ji ajansa me re behsa peyam û dateyên filim kir.SEHBA-FILIM-LI-SER-CETA

Ehmed Hemîdo ku di heman demê de Mûdîrê Ajansa Poinet a Ragihandinê ye anî ziman ku fikreya wî ya ji bo çêkirina vî filmê sala 2013‘an de dema li taxên rojhilatê Helebê dixebitî dest pê kir û got “Destpêka 2013‘an de, hemû derfetên ji bo tevgera şoreşgerî li Sûriyeyê hebû, lê di aliyê ragihandinê kêmasî pir hebûn, ez û Ebdulrehman me xwest bureyên ku li Sûriyeyê rû dide, ji raya giştî re ragihînin.”

Ehmed her wiha bal kişand ku bi taybetî li bajarê Helebê rewşeke pir zehmet dihat jiyîn, dema ku komên bi navê islamê derbasî bajar bûn û wiha dom kir “Ev koman di her çalakiyan an jî xebateke çapemeniyê destwerdan dikirin û ragihandin li gorî siyastên dewleta Tirk  didan bikranîn.” Ehmed got ku ji tirsa wan komanan wan nedikarî filim di wê demê de neyê kişand.

Hemîdo destnîşan kir ku bi êrîşên hêzên rêjîmê û milîsên wê li ser taxên rojhilatê Helebê re, ew çû parêzgeha Idlibê û di destpêka 2017‘an de derbasî herêmên di bin parastina Hêzên Sûriyeyê Demokratîk û komên şoreşgerî yên herêmêna Şehbayê bû û diyar kir ku wî dît ku ew dikarin li vê herêman û bê astengî filim bikşîn. Li ser vê yekê bi birayê xwe yê mezin re û hevalê xwe yê karê Ebdulhreman têkilî çêkir û dest bi nivisandina sînarhoya filim û kişandina dimenên wê kirin.SEHBA-FILIM-LI-SER-CETA1

Navaroka filim, çawa şoreşa gel dest pê kir, dema komên çete yên ser bi qayîde derbasî Sûriyê bûn û şoreşa ji xeta wê derxist, hêzên herî akîtîv ên ku şerê terorê dikin û gelek dever ji wan rizgar kirine, parve dike.

Ebdulrehman Hemîdo jî daxuya kirin ku filim, peyameke ji bo civaka Sûriyeyê,  ku rastiya buyerên ku li Sûriye rû daya, radighîne û got ku ev filim ne wekî ku di nûçeyan de te, anjî wekî bernameyên siyasî û analîzên leşkerî dibêjin e.

Filimê El-Mesîr li kantona Şehbayê ji aliyê Ajamsa Point a ragihandinê û hin pisporên di ware ragihandinên ve hate kişandin. Lîstokvanên filim ji ekîpeke herêmî pêk tê.

Tê payîn ku dê di 5‘ê vê mehê ango sibe, filim li salona Jîn Efrîn a kantona Efrînê saet di 12:00‘an de were pêşkêşkirin.

(bb)

ANHA